Dayikên Şemiyê: Em Diran Kelekyan û ronakbîrên Ermeniyan ji bîr nakin

Dayikên Şemiyê di şexsê dîroknasê ermen Diran Kelekyan de ronakbîrên ermen ên 107 sal berê di binçavan de hatin windakirin bi bîr anîn û gotin: “Çend sal derbasbibin jî emê weke hemû windayên xwe Diran Kelekyan û ronakbîrên Ermeniyan ji bîr nakin.”

Stenbol - Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan pirs bikin û kujer bên cezakirin ji ber şewbê di hefteya 890’emîn de çalakiya xwe ya heftane li ser online li dar xistin. Dayikên Şemiyê vê hefteyê di şexsê rewşenbîr û dîroknasê ermen Diran Kelekyan de rewşenbîrên ermen ên 107 sal berê hatin binçavkirin û carek din agahî ji wan nehat girtin bi bîr anîn.

Akademîsyenê aştiyê Faruk Alpkaya yê ku li ser Diran Kelekyan lêkolînan kiriye agahî da û got ku Diran Kelekyan di sala 1915’an de hatiye windakirin.

“Em ê li dijî înkarê her heqîqetê biparêzin”

Metna daxuyaniyê ya çalakiya vê hefteyê ji Mirovên Şemiyê Lorî Demîrcî xwend. Lorî Demîrcî diyar kir ku ew vê hefteyê ji ber rasthatina Komkujiya Ermenan a di 24’ê Nîsana 1915’an de qewimî û Diran Kelkyan ku wek destpêka windakirina rewşenbîrên ermen tê zanîn tevahiya rewşenbîrên ermen ên ku gorek wan nîne bi bîr tînin.

Lorî Demîrcî di daxuyaniyê de behsa pêvajoya windakirina rewşenbîrên ermen kir û destnîşan kir ku bêyî ku gorek rewşenbîrên ermen hebe hatin tunekirin û wiha got: “Gorek rewşenbîrê mezin ê ermen Diran Kelekyan ê 53 salî jî nîne. Çend sal derbas dibe bila bibe, em ê wek tevahiya windayên xwe Diran Kelekyan û rewşenbîrên ermen ji bîr nekin. Em ê li dijî windakirin û jibîrkirinê wan her tim bibîr bînin. Em ê li dijî înkarê her heqîqetê biparêzin. Em ê dest ji doza windayên xwe û Qada Galatasarayê ku 191 hefte ye li me hatiye qedexekirin, bernedin.”