Dayik ji bo çarenûsa zarokên xwe pîşeyên xwe diguherin

Li Qahîreyê gelek dayik hene ji bo şert û mercên jiyana zarokên xwe yên xwedî pêwîstiyên taybet baştir bikin û wan bi civakê bidin qezenckirin gelek fedakariyan dikin û ji bo zarokên xwe dest ji pîşeyên xwe di berdidin, karê ji bo wan bi feyde dikin.

ÎNAS KEMAL
Qahîre - Dayik li gorî derfetên xwe yên taybet gelek fedakariyan ji bo zarokên xwe dikin. Hin ji wan ji bo zarokên xwe pîşeya xwe ya bingehîn terikandine û dest bi pîşeyeke din kirine ku xizmetê ji bo zarokên xwe bikin. Li Misrê, li gorî daneyên herî dawî yên Ajansa Navendî ya Seferberiyê û jimariyê, li tevahî parêzgehan hejmara kesên astengdar gihîştiye 20 milyon û 278 hezar û 35 kesan û Qahîre di rêza yekem de ye. Dayikên ku ji bo jiyana zarokên xwe dest ji pîşeyên xwe berdane diyar dikin ku ji bo jiyana xweş ji bo zarokên xwe ava bikin bi wan re dibin alîkar û ne poşman in ku dest ji pîşeyên xwe berdane.
“Min şampiyoneke xwedî kir û ez pê serbilind im”
Yek ji van jinan Abeer Ebdel Hamid e, diya Sayed Mohamed Mahrûs e ku şampiyonê komarê di avjenî û siwarbûnê de ye ku  di Komîteya Ciwanên Mirovên Biryardar a Wezareta Ciwan û Sporê de hat hilbijartin. Abeer bi serbilindî li ser kurê xwe diaxive û dibêje: “Kurê min şampiyon e Sayed bi xwezayî ji dayîk bû lê birînek di nav çalê de hebû û bû sedem ku nexweşiya tatnus pêre peyda bibe ew ji ber bilindiya germahiyê çêbû û wisa kir ku bibe zarokek xwedî pêwîstiya taybet.”
Ji bo xatirê kurê xwe Abeer kursa xebata xwe guhert ew ji fakulteya perwerdeya Taybet a Beşa Teknolojiya Perwerdeyê di dibistana xwendina bilind de wekî pispora perwerdeyê dixebitî. Lê bi hatina kurê wê Sayed a dinyayê re planên wê guhertin û hişt ku ew berê xwe bide xwendina bername û kursên pisporî yên mirovên xwedî pêwîstiyên taybet bi hêz bike. Ji ber vê wê di dibistanek ya perwrdeya taybet de dest bi kar kir. Nêzî deh salan Abeer gelek dewreyên perwerdeyê xwend her wiha wê dîplomaya di perwerdeya taybet de girtiye û mastera nexweşiyên axaftin û ziman qedandiye û got: “Min pênc salan mastera nexweşiyên axaftinê xwend heya ku ez jê qut kirim lê min dixwest ku ez bêtir dem bibînim da ku ez têkevim Akademiya Lêkolînên Zanistî û zanyariya bernameyên pêşketinê ji bo zarokên astengdar bizanibim. Piştî bawernameya masterê min li ser nexweşiyên otîzmê xwend da ku taybetmendiyên xweseriya kurê xwe derman bikim. Di wê demê de min karibû derbasî qaîdeyên daneyên biyanî û Erebî bibim û bernameyên dermankirinê bigrim da ku li ser kurê xwe bi kar bînim. Vê yekê hişt ku rewşa kurê min baş bibe û bi pêş bikeve. Min 5 salan amadekariya doktoraya xwe kir. Min şampiyoneke xwedî kir û ez pê serbilind im. Niha kurê min şampiyonê komarê yê avjenî û siwarbûnê ye. Her wiha ew li akademiya huneran a Qahîreyê dixwîne, wî fîlmek derxist da ku hişmendiya zarokên astengdar û otîstîk li hemberî tacîza zayendî bilind bike û nûnertiya Misrê li yekemîn festîvala fîlman a navneteweyî ya huneran ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet kir û xelatek zîv û sertîfîkayeke spasiyê wergirt.” 
“Pêwîstiya me hemûyan bi piştgirî û hezkirinê heye”
Maha Helali, piştî ku ji fakulteya aborî û zanistên siyasî temam kir û di beşa bankayê de xibitî wê jî hemû tştên xwe ji bo xatirê kurê xwe yê nexweşiya otîzmê guhert û niha bûye endama lijneya rêvebirên konseya neteweyî ya Kesên xwedî pêwîstiyên taybet. Rêwîtiyek zehmet ji bo ku piştgiriyê bide kurê xwe Mustafa derbas kir. Der barê sedema guherînê de dibêje: “Ji ber ku li Misrê bernameyek pispor a ji bo otîzmê tune ye, bernameyên seqetiya giyanî ya gelemperî hene. Piştî ku ez çûm derveyî welêt û min bernameyên wan deran dîtin, min dev ji karê xwe berda û bi hevkaran re min dest bi xebatê kir da ku navendek pispor ji bo fêrbûnê ava bikim. Yek ji wan bijîşkiya derûnî û ya din pisporiya astengiya fêrbûnê û navenda xizmetên nirxandinê û danişînên hêzdarkirinê pêşkêşî zarokên xwedî pêdawistiyên taybet dike.” 
Piştî wê, Maha Hilali ji bo zarokên otîzmê pol vekir û ji bo pêşxistinê alîkariyê pisporek Brîtanî ya bi eslê xwe ji Misrî ye xwest ku bi hejmarek dê û bavan re biryar da ku komeleyek pispor damezrînin. 7 ji wan 5 zarokên wan bi otîzmê bû û du jî seqetiyên hişmendî bûn. Wan komeleya Al-Takadum ji bo kesên astengdar û otîzm ava kirin û da diyarkirin ku ji ber guherîna pîşeya xwe ew tu caran poşman nebûye û got: “Min dît ku kurê min cîhaneke nû û balkêş ji min re vekir, min master di perwerdeya taybet û entegrasyonê de xwend û ev yek karê min pir giran kir.”
“Kurê min derfetek bû ji bo ku ez pirsgirêkên vê kategoriyê bizanibim”
Beriya 23 salan, Ghada Shams du zarokên wê yên cêwî çêbû û wê du salan destûr xwest ku zarokên xwe xwedî bike. Lê bi demê re dît ku hin nîşaneyên ne normal li ser zarokekî wê derdikevin piştî vedîtinê wê dît ku kurê wê ji lewaziya kromozoma X û taybetmendiyên otîzmê êşê dikşîne. Di wê demê de, Ghada Shams wekî endezyarek komputerê di pargîdaniya beşa giştî de dixebitî lê betlaneya wê ya du salan bû çar û ew ji karê xwe yê sereke dûr ket ji bo ku li gelek bersivên di serê xwe de bigere. Bi lêkolînên xwe wê karî bi komek dayik û bijîşkan re komeleyek damezrîne da ku dayikan perwerde bike ku çawa bi zarokên xwe re danûstandinê bikin. Sal bi sal, tecrubeya wê di wî warî de giran û zêde bû. Nemaze dema ku wê li kolêja New Ramses derûnasiya perwerdeyê nas kir û di heman demê de bû yek ji çalakvanên ku banga damezrandina encumeneke niştimanî dike ji bo lênêrîna kesên xwedî pêwîstiyên taybet, di komîteya plansazî û şopandinê ya meclisê de dilxwaz e û dibêje: “Ez li ser biryara xwe ne poşman im ji ber ku ez piştrast im ku di jiyanê de peyamek diyar heye û bêyî wê min nikaribû pirsgirêkên vê komê yan hewcedariyên wan bizanibim. Dayik bêtir meyldar in ku zarokên xwe rihetir bidin jiyîn, ji ber vê dayik bi fedakariyê radibin.”
“Navendên hukûmetê yên xizmetê dikin kêm in”
Dalia Atef, di warê astengdariyê de pispor e dema dibîne ku malbatên mirovên bi otîzmê barên giran ên manewî û aborî li ser milên wan hene nemaze dê û carna hin bav bi taybetî dema ku derfetên pêşkêşkirina karûbar û piştgiriyê kêm bûn ev dibe sedem ku piraniya nexweşan jê êş dikişînin û da zanîn ku otîzm bandor li mezinbûn û pêşketina zarokan dike û diyardeyên otîzmê li gorî asta pêşketin û temenê kesane diguhere. Bi gelemperî dibe sedema têkçûna têkilî û danûstendina civakî bi yên din û hin nîşanên din û dibêje: “Car caran tesbîtek çewt heye û navendên pispor û dibistanên tevlihev ên ku parastina zarokên otîzmê dike kêm in û her çend dayik navend û dibistanan bibînin jî ew pir biha ne. Zêdebarî êşa ku wan bi civakê re bike yek, her wiha lêçûnên dermankirinê, ceribandin û danişînên danûstendinê pir biha ne û navendên hukûmetê yên ku xizmetê dikin kêm in û têrê nakin.” 
Dalia Atef wiha bersiva pirsa çima dayikên  ku zarokên wan bi otîzmê ketine zêdetir karê xwe diguherînin? dide û dibêje: “Ji bo gelek kesên ku ji otîzmê êşê dikşînin, gihîştina teknolojiyên arîkar ên erzan ji wan re şerteke ku ew bikaribin mafên xwe yên bingehîn ên mirovî bi kar bînin û bi tevahî beşdarî civatên xwe bibin. Ji ber vê dayik hewce ne karê xwe yê bingehîn biguherînin û xwe ji bo zarokên xwe amade bikin da ku bi awayekî baş zarokên xwe xwedî bikin.”