'Cudabûna etnîkî û neteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çavkaniya hêzê ye'

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo, Fatimê Hesen El-Casêm da zanîn ku li dijî hewldanên nakokî û fitneyan ew yekîtiya xwe bihêztir dikin û got: "Cudabûna etnîkî û neteweyî ji bo wan çavkaniya hêzê ye."

ESMAA MIHEMED

Qamişlo – Sûriye niha ji ber polîtîkayên ku ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ve tê birêvebirin, di nava şerekî navxweyî de ye. Ev rêveberî hewl dide di navbera pêkharteyên herêmê de nakokiyan çêbike. Armanc ew e ku yekîtiya gel xirab bikin û pergala neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş têk bibin.

Li herêmeke ku bi cihêrengiya etnîkî, mezheb û çandan, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûneke bêhempa ya jiyana hevbeş dijîn; Rêveberiya Xweser modelek zindî ya cihêrengiya çandî, etnîkî û olî ye. Tê de Ereb, Kurd, Aşûr, Ermen, Sûryan, Êzidî, Xirîstiyan û pêkhateyên din di çarçoveyeke rêzgirtin û teqdîrkirina hevbeş de bi hev re dijîn.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo kantona Cizîrê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Fatimê Hesen El-Casêm ku ji eşîra Benî Sebaa ye der barê fitne û nakokiyên ku rêveberiya demkî ya Sûriyeyê hewl dide di nava pêkhateyên Sûriyeyê de ava bike axivî.  

'Pirrengî ji bo me çavkaniya hêzê ye'

Fatimê El-Casêm di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser yekîtiya gelan û kêşeyên ku hewl didin vê yekîtiyê têk bibin û wiha got: "Ev hevgirtin û jiyana hevbeş rastiyeke rojane ye ku di her aliyê jiyanê de ji kar û perwerdeyê bigre heya bûyerên civakî û olî, kok vedide. Lê ev aştî ji ber ajandayên derve ku dixwazin nakokiyan ava bikin bi dijwariyan re rûbirû dimîne. Ji bo rûbirûna van hewldanan divê gelê herêmê parastina yekîtiya axê û biratiya gelan bikin. Ev zêdeyî 10 sal in di Rêveberiya Xweser de cih digirim û min tu car ferq û cudahî di nav pêkhateyan de nedît. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em di nava civatek pirçandî, pirolî û piretnîkî de dijîn. Ev pirrengî ji bo me çavkaniya hêzê ye, ne qelsiyek e. Em rêzê ji hev re digrin û adet û çandên her pêkhateyê diparêzin."

Jiyana hevbeş û hevjiyana xwezayî

Fatimê El-Casêm da zanîn ku jiyana hevbeş li herêmê gotin tenê nîn e, rastiyek e û wiha axaftina xwe domand: "Ev rêzgirtina hevbeş ew e ku herêma me dike modelek hevjiyana azad û aştiyê di nava civakê de xurtir dike. Ji biçûkahiya xwe ve li gundekî bi malbatên Kurd re dijîm û di navbera me de hesasiyet an jî cudakarî tunebû. Me çandên hev parve kirin û ji adet û kevneşopiyên hev em fêr bûn ku ev yek bi me re giyanê bi evîn û rêzgirtina hevbeş ava kir. Ev hevjiyana xwezayî ya di navbera civakan de beşek girîng a jiyana me bû, nirxên yekîtî û têgihîştinê di navbera her kesê de, dûrî cudakarî yan cudahiyên neyînî, xurt kir."

'Li dijî nakokî û fitneyan bi îsrar disekinin'

Fatimê El-Casêm diyar kir ku li dijî her cure fitne û nakokiyan wê bi îsrar bisekinin û wiha got: "Li dijî nakokî û fitneyên ku hewl didin bi wan pergala neteweya demokratîk û jiyana hevbeş têk bibin, em ê bi îsrar bisekinin û rê nedin van hewldanan. Em pêkhateyên Ereb baweriya me bi rirxên Rêber Abdullah Ocalan heye, bi taybetî ji bo banga, aştî û Civaka Demokratîk. Em ê rê nedin ku ewlehî û îstîqrara herêmê têk biçe. Her wiha destûr nadin wêrankirina welatê ku hemû mezheb, ol û nijadan dihewîne."

'Ajandayên derve li gorî bejiwendiyên xwe mudaxeleyê Sûriyeyê dikin'

Fatimê El-Casêm tekez kir ku gelê Sûriyeyê bi ajandeyên derve re rûbirû ye ku armanc dikin li gorî berjewendiyên welatên xwe aramiya Sûriyeyê û yekbûna pêkhateyên wê têk bibin û wiha got: "Ev alî hewl didin yekîtiya neteweyî hilweşînin û di navbera pêkhateyên gel de nakokiyan biafirînin. Bi armanca hilweşandina tevna civakê û afirandina dabeşbûnên ku dibin sedema qelskirina Sûriyeyê da ku kontrola li ser wê hêsan bikin. Bi van polîtîkayên wêranker, hewl didin dagirkirina herêmê û derxistina niştecihên wê yên xwecihî hêsan bikin û dûre çavkanî û dewlemendiya wê ku weke çavkaniyek bingehîn ji bo jiyan û serfiraziya gelê wê têne hesibandin, talan bikin. Lê tevî van hewldanan, gel ji xeterên van ajandayên derve haydar û agahdar e û bi biryar e ku yekîtî, ewlehî û aramiya xwe biparêze."

'Baweriya xwe bi yekîtiya gel tînin'

Fatimê El-Casêm bang li hemû eşîrên Ereb kir ku hişyartir bin û bersiva kesên hewl didin fitne, dabeşbûn û mezhebperestiyê biçînin nedin û wiha pê de çû: "Em baweriya xwe bi yekîtîya bi birayên xwe yên Kurd re tînin ku ev ax ji rêxistinên terorîst û hêzên dagirker parastine. Di nava van qehremanan de kur û hevjînê min jî hebûn ku li kêleka birayên xwe yên Kurd şer kirin û şehîd bûn da ku vê xaka rêzê li her kesê digre û rûmet jinan diparêze, biparêzin. Ez serbilind im ku dayîk û hevjîna şehîdan im. Kurd ji bo parastina jin û zarokan, parastina mafên welatiyan û parastina yekparebûna axê têkoşiyan. Em ê jî mil bi mil bixebitin da ku hemû planên li dijî pergaşa neteweya demokratîk hatine çêkirin pûç bikin. Em ê nehêlin ev destên veşartî û jehrîn biratî û yekîtiya di navbera pêkhateyên gelê me de bişkînin."