Corcêt Bersomo: Hevpeymana Civakî nêrîna her ferdê civakê ye

Berpirsyara Yekitiya Jinên Suryan a Kantona Qamişloyê û Endama Komîteya biçûk a sazkirina reşnivîsa Hevpeymana Civakî Corcêt Bersomo da zanîn ku Hevpeymana Civakî nêrîna hemû ferdên di civakî de ye.

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Kar û xebatên Komîteya Biçûk a Reşnivîsa Hevpeymana Civakî derbasî qonaxa sêyemîn dibin. Ev qonax tê de danasîna Hevpeymana Civakî ji Saziyên Rêvberiya Xweser, Meclis, Navçe, Komîn û Komîngehan re armand dike. Di vê qonaxê de nêrîn û pêşniyarên ku der barê reşnivîsê de werin kirin dê bi raporek fermî ji komîteya nivîsandina hevpeymanê re werin pêşkêşkirin û li ser were zêdekirin ango guhertin. Berpirsyara Yekitiya Jinên Suryan a Kantona Qamişloyê û Endama Komîteya biçûk a sazkirina reşnivîsa Hevpeymana Civakî Corcêt Bersomo axivî.

“Qonaxa sêyemîn danasîn û nêrîngirtina li ser reşnivîsa Peymana Civakî armanc dike”

Corcêt Bersomo da zanîn ku kar û xebatên Komîteya biçûk a reşnivîsa Hevpeymana Civakî di qonaxa sêyem de ne û wiha pêl da axaftina xwe: “Hepeymana Civakî li gorî daxwaza gelê herêmê pêk hat, ev demek baş li ser kar û xebat tên kirin, destpêkê avakirina komîteya biçûk û berfireh û nivsandina reşnivîsa peymana civakî bû. Niha jî em derbasî qonaxa sêyemîn dibin ev qonax danasîna Hevpeymana Civakî esas digre. Pêwîst e di vê qonaxê de hemû ferdên di civakî de bizanibin hevpeymana civakî çi ye, ji bo çi ye? Ji bo wê me dest bi civînan kiriye. Destpêkê dê bi meclis û navçeyan re paşê bi hevserokê komînan û ji gel re dê were çêkirin. Di vê civînê de em nêrîna her kesê digrin û qebûl dikin, bila her kes nêrîna xwe bi azadî bibêje ji ber ku nêrîndayîn di vê qonaxê de pir girîng e ji bo ku em li reşnivîsê zêde bikin ango bidin guhetin. Civîn dê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were çêkirin.”

Corcêt Bersomo teqez kir ku Hepeymana Civakî yek ji destkeftiyên şoreşê ye û wiha anî ziman: “Ev deskeftî bi hevgirtina gelan pêk hat, îro di komîteya reşnivîsa peymana civakî de nûnerê her neteweyê cihê xwe girtiye. Ev projeyek serkeftî dide nîşandan. Ji bo xelasiya ji zilm, desthildarî û bêedaletiyê Hevpeymana Civakî çareseriya herî guncaw e. Hevpeymana Civakî ruhekî xurt di nava pêkhateyên herêmê de dê bide avakirin.”

“Hebûna jinan di reşnivîsa peymanê de hebûna edalet û wekheviyê ye”

Corcêt Bersomo bal kişand ser rola jinan di hundirê Hevpeymana Civakî de û got: “Jin di Hevpeymana Civakî de xwedî teybetmendiyek in, di komîteyê de ji sedî 50 ye hejmara wan. Dê di her qadê de cih bigre û xwedî maf be. Jin dê bikaribin rehet nêrîna xwe pêkêş bikin û biryar bidin. Hebûna jinan di nivîsandina reşnivîsa Hevpeymana Civakî de hebûna edalet, heqî û wekheviyê ye. Jin di kesayeta xwe de qebûl nakin mafê kesê were xwarin lewma hebûna wan di reşnivîsê de pir girîng e ji bo ku jiyana azad û wekhev bidin avakirin.”

Corcêt Bersomo wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ez bang li her kesê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikim ku beşdarî civînên Hevpeymana Civakî bibe, bendên wê bixwîne û nêrîna xwe li ser bide. Nêrîna her ferdê ji bo me girîng e. Em dixwazin ji gelek nêrînan nêrînek hevebeş bidin avakirin ji bo bikeve xizmeta civakê.”