Cihê binçavkirin, îşkenckirin û revandina Êzidiyan bû meclisa piştgiriya jinan
Piştî rizgarkirina bajarê Dêrezorê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê, avahiyên ku çeteyan kiribûn navendên îşkenceya jinan veguherîn cihê parastina jinan û mafên wan. Yek ji wan jî girtîgeha jinan e û niha bûye cihê meclisa jinan.
ZEYNEB XEFIR
Dêrezor- Çeteyên DAIŞ’ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşê Şengalê kiribûn û hikûmeta Bexda û Erbîlê dev ji herêma Şengalê û xelkên wê berdan ew bi tenê bi çarenûsa wan a ne diyar re, bi hovîtiya çeteyan rû bi rû hiştin.
Di dema êrîşên li ser Şengalê de Neteweyên Yekbûyî ev êrîş weke jenosîd bi nav kiri. Bi hezaran jin û zarokên Êzidî hatin revandin û gelek zilam jî hatin kuştin her wiha kesên temenê wan mezin bi saxî hatin binaxkirin. DAIŞ’ê di dema êrîşa li dijî Şengalê de zêdetirî 6 hezar jinan revand, her cure kiryarên dermirovî li dijî wan kir. Çeteyên DAIŞ'ê jinên ku revandibû birin herêmên ku di bin kontrola hêzên wan de ne bajarên wekî Reqa û Dêrazorê. Di dema pêngavên rizgarkirina van herêman a ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve di her rizgarkirina gundekî de jinên ku hatibûn revandin yek bi yek hatin rizgarkirin. Bi hezaran jinên Ezidî yên hatibûn rizgarkirin radestî malbatên wan kirin.
Navenda îşkencekirinê
Çeteyên DAIŞ'ê ji dema ku bajarê Dêrazorê xistibûn bin kontrola xwe ve zîhniyeta bavaksalarî di nava civakê de ava kiribûn û jinan mecbûr kiribûn ku di hundirê malê de bimînin, dernekevin derve, tenê karên malê bikin. Têkildarî vê mijarê endama komîteya jinan a Komeleya Jinên Zenobya Fatma El-Salim ji ajansa me re axivî û ev anîn ziman: "Ev avahiya ku niha meclisa jinan e di dema DAIŞ'ê de girtîgeha jinên Êzidî bû. Ew jin hemû di dema êrîşan de ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin."
Her wiha diyar kir ku cihê girtîgeha jinan, navenda çeteyan bû derdora wê hatibû girtin û sûrên bilind çêkiribûn tu kesê nedizanî ew cihê çi ye lê ji ber ku mala min nêzîkî wê navendê bû min wesayîdên ku dihatin wî cihî didîtin û min jinan di wan wesayîdan de didîtin min wê demê fêm kiribû ku çeteyan ew dianîn dixistin wê girtîgehê.
Fatma El-Salim wiha behsa kiryarên çeteyên DAIŞ’ê dike: "Çeteyan beriya niha ev cih weke girtîgeh ji bo jinên Êzidî bi kar dianîn. Wan jinan bi şev dianîn be awayekî kom bi kom, her komek ji 20 kesan pêk dihat û bi gişt cilên reş li wan bûn û destên wan bi zincîran li pişt wan girêdayî bûn. Hinek caran jî jinan bi wesayîdên mezin, bi hejmareke mezintir dianîn."
Fatma El-Salim wiha dirêjî da gotinên xwe: "Jinên Êzidî yên ku DAIŞ'ê ew girtibûn, navê "sibaya" li wan dikirin, ev jin wekî diyarî didan endamên DAIŞ'ê û rêveberên wan lê jinên ku endam û rêveberên DAIŞ’ê wan nehilbijartana du rê li pêşiya wan hebûn yan dibûn xizmetkar û kole, yan jî weke amûr di warê terorê de wan dixebitandin. Her wiha wan jinan bi cîhadê (şerkirina ji bo îslamê) îqna dikirin û yên ku îqna nedibûn heqaret li wan dikirin."
Fatma El-Salim bûyerek anî ziman ku çeteyên DAIŞ’ê jineke 15'salî sê caran dane zewicandin, her ku yek dihat kuştin wê didan çeteyekî din.
Mafên jinan
Di 23'ê Adara 2019'an de Hêzên Sûriyeya Demokratîk rizgarkirina herêma Baxozê ji çeteyên DAIŞ'ê ragihandin ev jî piştî şerekî domdar ê 6 mehan domiya pêk hat. Di dema destpêkirina pêngava têkbirina terorê de, pêngava Bahoza Cizîrî di 18'ê îlona 2018'an dest pê kir û DAIŞ têk çû.
Piştî azadkirinê zindan bûye navenda parastina mafên jinan
Dema ku di bin kontrola çeteyan de bû nin nikaribûn ji mala xwe derkevin lê niha ew beşdarî komîn, meclis, saziyan dibin û di xebatên ji bo aramiya herêmê de cihê xwe digrin. Di nava saziyên ku li bajarê Hecînê hatine vekirin de Meclisa Jina ku wekî Komîteya Jinên Zenobya tê zanîn heye.
Fatima Al-Salem piştrast dike ku ev cihê jin ji hemû mafên xwe bêpar bûne niha ‘bi serbilindî’ bûye meclisa ku mafên jinan vedigerîne û wê dike kesayeteke din ku tu şopa koletiyê nemaye.
Komîteya Jinên Zenobya li bajarê Hecînê di 11'ê Mijdara 2019'an de hat avakirin, bi armanca piştgiriya manewî û madî ji jinan re û ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan xebat lê didomin.
Fatima Al-Salem di dawiya axaftinê xwe de behsa xebatên meclisê ji bo piştgriya jinan kir û got: "Me reklamên hişyarkirinê, ji bo têkoşîna li dijî şîdetê weşandin û gelek semîner û ders amade kirin ku armanca wan xurtkirin û piştgirîkirina jinan bû. Piştî vekirina meclisê me ji jinan re beşên perwerdeyên wekî xwendin, nîvsandin û her wiha hunerên dest beşa dirûtin, hemşîretî û yên din da destpêkirin."
https://www.youtube.com/watch?v=ZdNhGJv6Rd0