Buşra Şaker: Êdî ji bo rojnamegerên jin ên li Mexribê dema edaletê hatiye
Rojnemeger Buşra Şaker diyar kir ku divê rojnamegerên jin bixebitin û rola xwe baş bilîzin da ku bi pêş bikevin, ji ber ku ew mifteya guherînê bi xwe ne.
HENAN HARIT
Mexrib - Rojnamegerên jin ên Mexribê di her warî de rola xwe lîstine, di rêvebirina hin saziyan de zana bûne. Gelek ji wan di çapemeniya dîjîtal de ezmûnên serkeftî bi dest xistine û çavdêriya projeyên medyayê dikin ev yek serkeftinek berbiçav e. Di salên dawî de, wan di navbera beşa redaksîyonê, rêveberiya koma xebatê û çavdêriya giştî de rêveberî li cihên girîng kirin.
Tevî vê yekê jî rojnamegerên jin dihesibînin ku rêjeya gihandina jinan ji bo navendên biryardayînê di saziyên ragihandinê de kêm maye û pêwîstî bi pêşketinê heye û hê jî daxwazên xwe yên tam pêk neanîne.
Rojnamegera Mexribî û Koordînatora Kombûna Rojnamegerên Afrîqa ya Mexribê Buşra Şaker di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re diyar kir ku di gelek qadên jiyanî de derfet ji rojnamegerên jin re nayê dayîn. Her wiha hin sazî jî hene ku zêdetir îstîsmarê li rojnamegerên jin dikin ku zêdetir dixebitin û bi mûçeyên kêm û piraniya wan hemû karan dikin û kêm caran kesekî peyda dikin ku mafên wan biparêze.
Piştî xebatên medyayî yên bi salan, hûn wek koordînatora Civîna Rojnamegerên Afrîqayê li Mexribê hatin tayînkirin, hun dikarin ji me re behsa vê yekê bikin?
Wekî rojnameger û berpirsa pêwendiyên çapemeniyê, ez di nav kesên yekem de bûm ku çûm parzemîna Afrîqayê û beşdarî kombûna rojnamegerên Afrîqî di çend konferansan de bûm, ji ber ku ew pêwendiyek e berî ku ew karek be. Ji ber vê yekê min (Komxebta Medyaya Afrîqayê ya Navneteweyî) organîze kir û rêveberiya wî kir. Di çarçoveyek komelayetî de (cejna mezin a vegera Mexribê bo Yekitiya Afrîqayê) û di heman çarçoveyê de konferansa (Jinên Afrîkqayê, Stûna Pêşketinê li Parzemîna me) her wiha (Konferansa Dîrok û Pirrengiya me, sira yekbûna me) organîz kir ku ew jî ya ku li ser cihêrengiya me ya Mexrib-Afrîqayê û cudahiyên me yên olî û zimanî ku me di yek Mexribê de dike yek axivî. Dûre ez ji bo çend konferansên din ên Afrîqayê berpirsa agahdariya gelemperî bûm.
Ji bo tayînkirina min wek koordînatora Cemiyeta Rojnamegerên Afrîqayê, di 6’ê Nîsana 2021'ê de bi daxuyaniya welatên Diasporaya Afrîqayê hat ragihandin, dengdan ji aliyê rojnamegerên Afrîqayê yên ji welatên cuda ve hat kirin û hinek ji wan min wek namzed nîşan dan.
Çima jin tevî jêhatîbûniya xwe di saziyên çapemeniyê de cihên bilind nagirin? Li gorî we nêrîneke cudaxwaz li hemberî wan heye? Çawa dikare were dermankirin?
Ji bo ku em adil bin, her rojnamegerek navdar, çi mêr be çi jin li Mexribê, di pozîsyonan de radibe heta ku bigihîje sernivîskar û rêveberiya weşanê. Li Mexribê gelek jin hene rêveberên weşanê ne û edîtorên giştî ne. Ez jî rêvebera weşana kovara Geşt û Veberhênanê ya Erebî me ku bi Erebî û Fransî diaxive. Lê dîtina cihêkariyê, ew e ku mêr hin karan hildibijêrin, ew bawer dikin ku jin dê ji wan re nebin. Di hin waran de, di analîzên medyayê de gazî jinan nayê kirin lê em dibînin hemû rê ji mêran re vekirî ne, ku piraniya wan ne jêhatî ne.
Hûn karê saziyan bi rojnamegerên jin re û çawaniya bidestxistina agahiyan çawa dinirxînin, gelo hûn piştgiiryê ji wan re dibînin, an jî zehmetî hene ku daxwazên wan asteng dikin?
Mixabin rojnamegerên jin ji du aliyan ve êşê dikşînin, belavbûna dozger û lêkolînerên çapemeniyê, yên ku sazî û dezgehên ku rê dane gihandina agahiyan û baş bi rojnamegeran re reftar kirine jî di reftarên xwe yên baş de paşve diçin û xwe paşve dikşînin. Bêguman ev yek dê bibe sedem ku rojnameger ji her du aliyan zêdetir êşê bikşînin lê ev rê nade ku rojnamegerek pispor bikaribe ji hin platforman dûr ji amûrên nerehetiyê ku rêzê ji yên din re nagire, agahiyan bigire.
Hûn dikarin ji me re behsa kampanyayên têkildarî şerê li dijî nûçeyên xapînok ên ku terorîzm û tundrewiyê dimeşînin bikin û ev fikir ji ku hat û encamên wê çi ne?
Di sala 2019'an de, min dikaribû bûrsa xwendina li mezintirîn akademiya medyayê li Holanda û Ewropayê bigrim û ez li gorî bername û forûmên xwe yên li ser medya û tundrewiyê hatim hilbijartin. Piştî derbasbûna ezmûnê ez ji nav 9 hezar kesên Ereb hatim hilbijartin ku ez bibim Ereba tekane di heyama xwendina li wir de, li ser pêkanîna kampanyayên medyayî yên li dijî tundrewiyê bû. Min hilbijart ku li ser mijara propagandaya têrorîstan di medyayê de kar bikim, ji ber sedema ku min di xebata xwe ya peyrewên DAIŞ û komên tekfîrî de dît bi riya baskên xwe yên medyayî ku bi baştirîn şêwe rola xwe lîstin.
Kampanyaya min du çîrokên realîst ên du malbatên ku min li Stenbol û Kuweytê nas kirin, qebûl kir ku min bi wan senaryo nivîsand û piştî ku ew ji hêla derhênerek mezin ve li wir hat pejirandin, ew ji hêla du lîstikvanên Hollandî yên ku ji senaryoyê bi bandor bûne ve hat kişandin û temsîlkirin û li Navenda Radar a ji bo penaber û kesên ku ji deverên tengezar li Amsterdamê vedigerin hat pêşandan. Ez her wiha beşdarî forumeke pisporên medyayê yên jin di rûbirûbûna tundrewiyê de li Qahîreyê bûm, ji aliyê Navenda Qahîreyê ya Navdewletî ve ji bo Çareserkirina Pevçûn, Aştî û Avakirina Aştiyê çêbû û ew kampanyek pir bihêz bû, ji ber ku hemû trajediyên malbatên ku ji tundrewî û terorê êş kişandine anîn bîra min. Em ne dûr in ji bîranîna 16’ê Gulanê ya reş li Mexribê.
Çawa dibe ku di hin saziyên medyayê yên bi bandor de hevkêşî were guhertin, ji bo dadmendiya rojnamegerên jin bi riya cihkirina wan di astên serkirdayetiyê û pêşîn de û ne sînordarkirina wan bi karê wan di warê jinan û hunerê de?
Divê rayedar çavdêriya saziyên çapemeniyê bikin. Ne tenê di gelek qadên jiyanî de derfet ji bo rojnamegerên jin kêm e, di heman demê de bêedaletiya aborî jî heye. Hin sazî rojnemegerên jin îstîsmar dikin ku bi mûçeyên herî kêm kar dikin û piraniya wan hemû karan dikin û pir caran kesekî ku mafên wan diparêze nabînin. Gelek saziyên ragihandinê hene ku mafên rojnamegerên jin binpê kirine lê kesê behsa wan û van rojnamegerên jin nekir.
Gelo gerdûnîbûn bûye alîkar ku rola jinên rojnameger zêdetir were ronîkirin, an wan biçûk xistiye, û rola wan çawa dikare were aktîfkirin?
Belê bû alîkar û rojnamegerên jin bi raport, gotar û nêrînên xwe yên li ser rûpelên civakî sînor derbas kirin û gelek ji wan dikaribûn li welatên ku qîmetê didin xebata wan û saziyên ku cudahiyê naxin navbera jin û mêr, derfetên kar peyda bikin. Aktîvkirina rolên wan bi eşkereyî, em nikarin ji kesekî din daxwaz bikin, ne ji rayedar û ne jî ji kesên din. Rola rojnamegerên jin wê bi xwe be divê cudahiya xwe diyar bikin. Rê ne perestgeh e, civaka me hê jî di şopa xwe de çandeke reaksîyonî dikşîne ku bi qasî cil û bergeke livîn li keda jinan nanêre û ev di her mijarê de xuya dike ku mirov tê de hunermendek an rojnamegerek ku doza mafên xwe dike yan tê tacîzkirin dibîne. Li vir mirov dê bizanibe civakek rast çi ye. Rojnamegerên jin bi xwe mifteya guherînê ne.
Çawa dibe ku bi rojnamegerên jin re li Afrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn hevahengî were kirin ji bo arastekirina naveroka medyayê ku xizmeta rastiya jinan dike û li dijî vê nêrîna kêm a li civakên paşverû şer dike û li hember cudakariya li ser bingeha zayendî têdikoşe?
Teknolojiya nûjen û înternet bûye alîkar ku hemî parzemîn, ne tenê Afrîqaya Bakur an Rojhilata Navîn nêzî hev bibin ruxmî ku hevkariyek mezin di navbera Afrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn de di warê ragihandinê de heye û bi beşdariya rojnamegerên jin ên Mexribê bi riya rêxistinên medyayê. Weke nimûne, em çend rojnamegerên jin ên Mexribê ne tevlî projeyek daxwazkar bûn ji bo rêzgirtina etîka pîşeyî û jixwe medya rêzê ji hemwelatî re digire û rûmeta wan kêm neke. Ev yek bi riya Ajansa Navneteweyî ya Neiras a Stockholmê bû û ew derfetek bû ku bi jinên ji Lubnan, Tûnis, Swêd, Kolombiya û yên din re bixebitin. Ji ber vê yekê, bi rêxistinên aktîf ên di warê medya û pirsgirêkên jinan de, dibe ku di navbera Afrîqaya Bakur û Rojhilata Navîn de yekbûnek wiha çêbibe, nemaze ku taybetmendiyên me yên hevpar û pîvanên hevpar hene.