Bi xebata xwe hêviyê dide bi hezaran mirovan

Çîgdem Kuzucu, zarokê xwe yê yekane Erdî Berkay Gulmez, çend sal berê ji ber nexweşiya losemiyê winda kir. Kuzucu, piştî mirina kurê wî Erdî, bi avakirina koma "Hûn Dikarin Bibin Yek ji 1000 Dilxwazan?" li ser medyaya civakî ji bo balê bikşîne ser nexweşên losemiyê û alîkariya nexweşên ku li benda neqlê ne bike, bû hêviya bi hezaran mirovan.

ZEYNEP AKGUL
Enqere- Çîgdem Kuzucu di 19 saliya xwe de kurê xwe Erdî yê ku ji ber nexweşiya losemiyê dihat dermankirin winda kir. Piştî mirina wî, têkoşiya da ku navê kurê xwe zindî bihêle û bbi taybetî ji bo piştgirîdayîna nexweşên losemiya mezinan. Çîgdem diyar dike ku di civakê de der barê nexweşên losemiya zarokan de hişmendiyek heye lê der barê nexweşên losemiya mezinan de hestiyariya civakî tune ye û armanc dike ku bi taybetî balê bikşîne ser nexweşên losemiya mezinan.
Çîgdem Kuzucu got; “Dema mirov losemiyê difikire, zarok bi gelemperî tên hişê mirovan lê nexweşên losemiya mezinan nayên hişê tu kesî. Di kampanyayên alîkariyê de tim zarok hene, qet behsa mezinan nayê kirin. Piraniya mirovan berê ji zarokan re hesas in, ji ber vê yekê em dixwazin hestiyariyê li hember mezinan jî zêde bikin” û balê dikşîne ser koma “Hûn Dikarin Bibin Yek ji 1000 Dilxwazan?" ku li ser medyaya civakî damezrandiye.
Kuzucu da xuyakirin ku wê meta xwe, xaltîka xwe û piranî xarziyên xwe ji ber nexweşiya penceşêrê winda kirine û bi van gotinan qala pêvajoya ku kurê wî bi penceşêrê ketiye dike: "Rojekê, kurê min jî bi nexweşiya penceşêrê ket. Porê kurê min dirêj bû. Ji porê xwe hez dikir. Wê demê çûyîna dibistanê bi porê dirêj qedexe bû. Ji bo porê xwe jêneke dev ji dibistanê berda. Min jî bo ceza bidimê ji bo bixebite wî şand sanayiyê. Ew ê wê salê biçûya sanayiyê û ew ê di serdema pêş de dibistana xwe bidomanda. Min ew wekî ceza şand, lê wî ji sanayiyê pir hez kir. Gava wê porê xwe jê nekir, ew ji bo wê wek xelatek xuya dikir. Piştî demekê pir zeîf bû. Dest û rûyê wî spî bûn. Xwarin jî nedixwar. Tenê êvarê em dikaribûn hev bibînin. Ji ber vê yekê, ez nikaribûm tevgerên wî bi tevahî bişopînim. Piştî çendek êdî nikaribû bimeşe. Hestiyên wî diêşiyan. Li cihê kar ketibû xwarê. Xwediyê kar wî biribû cem bijîşk, emar û tomografiya wî kişandibû lê tu tiştek derneket. Min jî xwest xwînê bide, ji ber ku wî ji çûyîna bijîşk hez nedikir wî xwînê piştî hewldanên mezin da. Encama xwînê roja din derket û wan me bi lêzginî şandin hematolojiyê. Piştre, wî rakirin Nexweşxaneya Onkolojiyê. Wê demê, em tiştek xirab nefikirîn, mirov nikare wisa li ser xwe qebûl bike.”
Çîgdem Kuzucu diyar kir ku ew û kurê xwe di heyama pêş de bi cidiyeta rewşê hesiyan e lê wan nekaribûye ji hev re bibêjin û wiha got; “Wî dixwest ez aciz nebim, min jî nedixwest ew aciz bibe. Ji ber ve me tiştek ji hev re negot.”
“Heya ku ji min hat giriyam”
 Çîgdem Kuzucu pêvajoyê bi van gotinan vegot:
Doktor gazî min kir û got; 'Losemî ye.' Tenê losemî tê bîra min, tiştek din nayê bîra min. Wê gavê, ew hilweşiyam. Dûre ez daketim baxçe û heya ku ji min hat giriyam. Di heman demê de, ez difikirîm ku ji kurê xwe re çi bibêjim. Gava ku ez derketim jorê, kurê min got; "Ma ez penceşêr im, ez ê bimirim?" Peyva mirinê tenê wê rojê di navbera me de derbas bû. Ew zarokekî pir berxwedêr bû. Wî qet gilî nekir. Dema ku porê wê dihat birîn û biyopsî dihat kirin digiriya. Piştî wê min qet girîna wî nedît."
"Min kurê xwe di nava 6 mehan de winda kir" 
Kuzucu diyar kir ku ji kurê wî Erdî re di sala 2012’an de teşhîşa nexweşiya losemiyê hatiye danîn, tedawiya wî demeke pir kin derbas bûye û di nava 6 mehan de kurê xwe winda kiriye û wiha got: “Kurê min 4 dewreyên kemoterapiyê girt. Kemoterapiya yekem bersiv da. Lê kemoterapiya duyemîn û seyemîn bersiv nedan. Gotin tiştek ku em bikin tune ye. Dema ku wê bersiv neda kemoterapiyê, biryara neqlê hat dayîn. Yekem car malbat ji bo mixa (ilik) guncav hat testkirin. Di mixê min û xalê wî de, ji sedî 50 lihevhatî pêk hat. Dûre, serlêdanek li TURK KOK hat kirin lê mixa ku ji bo me guncav bû li wir jî nehat dîtin. Bi her awayî wextê me tunebû. Ji ber ku derfeta jiyanê ya kurê min ji sedî 10 hebû. Li gorî encamên biyopsiyê, şaneyên penceşêrê pir zû zêde dibûn. Me di pêvajoya nexweşxaneyê de fêm kir ku em dê û kur in. Em li wir bûn heval û li wir me hev nas kir. Rojên me yên herî xweş li nexweşxaneyê derbas bûn. Piştî kemoterapiya duyemîn, ez li bendê mam ku kurê min bimre. Gava ku li cihek din mix nehata dîtin, dê ji min bigirtana. Lê kurê min enfeksiyonek girt û ew birin beşa awarte. Piştî du rojan li yekîneya lênihêrînê entube bû. Min kurê xwe di beşa çavdêriya awarte de nas nekir. Ew 21 rojan di çavdêriya awartê de ma. Ez qet neaxivîm, min qet ew nedît, min dengê wî nebihîst, min ew di 21 rojan de winda kir.”
“Xeyala wî avakirina bankaya xwînê bû”
Çîgdem ku dibejê "Dema kurê min çû gelek emanêt ji min re hişt" wiha axivî: 
"Em di pêvajoya nexweşxaneyê de li xwînê pir geriyan. Em dikaribûn bibînin lê gelek nexweşên ku ji derveyî bajêr tên, xwînê nabînin. Ji ber ku porê wê di wê heyamê de diweşiya me ji Samanpazari jê re şewqeyek kirî. Her kesê ew şewqe pir eciband û me heman şewqe da her kesê. Kurê min got, 'Dayê, were em wêneyê min deynin ser van şewqeyan, bifiroşin û bi pereyê wan bankaya xwînê ava bikin' min soz da wî."
Çîgdem diyar kir ku ji bo xeyala kurê xwe bi cih bîne, wê koma "Hûn Dikarin Bibin Yek ji 1000 Dilxwazan?' ava kiriye û wiha got: “Min bi dabînkirina hewcedariyên rojane yên xwînê û trombîleyê yên nexweşan dest pê kir. Em 3-5 kes bûn û em bi demê re mezin bûn. Niha, 15 hezar endamên komê hene.”
Kuzucu diyar kir ku wan ji bo nexweşên losemiyê perîkên bi porê 30 cm dirêj çêkirine, piştî windabûna kurê wî Erdî, wan kampanya ji bo alîkariya nexweşên ku bi nexweşiya penceşêrê re têdikoşin û hêviyê bidin wan organîze kirine.
“Em bûrsê didin 13 zarokan” 
Çîgdem diyar kir ku 4 zarokên wan par hatine emeliyatkirin, protez ji bo zarokek bê mil hatiye çêkirin û wan bûrs daye 13 zarokan û zarokên ku burs dane nexweşên losemiyê ne.
"Em ne komele û weqf in. Em komek in ku tenê li ser medyaya civakî hatiye damezrandin. Her tişt bêtir di çarçoveya pêbaweriya de bi pêş ve diçe. Mînak, gelek derman hene ku nayên dîtin û em dikarin bi têkiliyên ku me saz kirine bigihîjin wan dermanan." 
Çîgdem Kuzucu, diyar kir ku ji nexweş zêdetir hewcedarên piştgiriyê ne û wiha got: “Moralê bilind ê hevrêyên nexweş moral dide nexweş jî. Hûn nekarin li pêşberî nexweş bigrîn, hûn rûpoşek li rûyê xwe dikin û xwe kêfxweş nîşan didin. Ez 6 mehan bi raman û zanîna mirina  kurê xwe jiyam. Di 5 mehên pêşîn de, ez li bendê bûm ku kurê min bimre. Ma ev tişteke çiqas bi êş e hûn dizanin? Gelek dayikên mîna min hene. Hûn li bendê ne lê hûn nizanin hûn li benda çi ne.”
“Ez bi navê kurê xwe pirtûkxaneyan ava dikim”
Kuzucu destnîşan kir ku ji bo navê kurê xwe bihêle li seranserê Tirkiyeyê zêdetirî 60 pirtûkxane ava kirine û got ku yekemîn pirtûkxane li Şirnexê ava kirine û niha li Şirnexê 3 pirtûkxane bi navê kurê wî hene.
Çîgdem Kuzucu, diyar kir ku ew pir bi hêrs e û tim pere berhev dike û got; “Fikarên min her tim hebûn. Ger ez bimriyama, dê ne dayik û ne jî bavê kurê min hebûya. Ji ber wê pir xebitîm. Min xwest ji wî re xanî û hinek pere bihêlim. Ji ber vê yekê ez her dem dixebitîm. Min xanî kirî, wesayîd kirî, kurê min nikaribû li wesayîda xwe siwar bibe. Zarokên min nîn in ku ez malê ji wan re bihêlim... Min xwe û zarokê xwe îhmal kir.”
Çîgdem, axaftina xwe wiha domand: "Dema ku kurê min li nexweşxaneyê ma, min ev nexweşî û gelek kesên ku bi wê re têdikoşin nas kir. Min kurê xwe wenda kir û ji wê rojê û vir de ez bi nexweşên ku li benda neqlê ne re me. Ez ê piştî xebatê biçim serdana nexweşên losemiyê. Em dixwazin dengê nexweşên ku li benda neqlê ne bibihîzin û hêviyan mezin bikin. Gelek kes niha li benda neqlê ne. Ger ji malbatê mixê lihevhatî neyê dîtin, ew di rewşek pir zehmet de ne. Kes hene ku bi mehan, bi salan li benda neqlê ne." 
Çîgdem Kuzucu diyar kir ku mirov difikirin ditîna hucreya kok yan jî donira mixê pêvajoyek pir zehmet e û got ku tenê bi dayîna xwînê jî tu dikarî mirovên din re bibî jiyan.
Çîgdema bang li her kesê kir ku bibin donir, ji bo ku bibe donirbûnê tiştên divê werin kirin jî wiha vegot:
Ew ê tenê xwînê bidin, ne emeliyat, ne jî êş. Her kesê di navbera 18-50 salî de ku nexweşiyek wan a kronîk tune be dikare bibe donir. Pêvajoya ku were kirin pir hêsan e, em tenê 3 lûleyên nimûneyên xwînê didin. Beşdar dê Forma Agahî û Pejirandinê ya Heyva Sor a Tirkiyeyê Turk kok dagirin. Dema ku yek ji nimûneyên ku hatine girtin li navenda ku kampanya lê hatî kirin bimîne, 2 lûleyên din jî dê ji bo vekolînê ji Wezareta Tenduristî û Banka donir a Hestiyên Cîhanê re bên şandin. Nimûneyên xwînê dê li çar aliyên cîhanê bên xuyakirin da ku nexweşên lihevhatî bibînin. Çêkirina vê muameleyê herî zêde 5 deqîqe digre."