Bi vekirina dewreyeke perwerdeyê Denîz Poyraz bi bîr anîn

Bi armanca bîranîna Endama HPD'ê Denîz Poyraz ku li Îzmîrê hatibû qetilkirin, komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star a Kantona Hesekê dewreyeke perwerdeyê bi navê wê vekirin.

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Dayika Denîz Poyraz gotibû: “Denîzek çû wê bi hezaran Denîz werin.” Îro jî bi armanca bîranîn û şopandina xeta jina azad, wêrek û şoreşger Denîz Poyraz a ku ji aliyê dewleta tirk ve li avahiya HDP’a Îzmîrê hat qetilkirin, dewreyeke perwerdeyê hat vekirin. Dewreya perwerdeyê 17 jin di nav de endam û rêveberên Kongreya Star û hin saziyên din hene, dest pê kiriye û wê 15 rojan jî berdewam bike. Gotina vekirina Dewreyê ji aliyê Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Hesekê Koçer Hisên ve hat kirin. Koçer got ku Denîzek çûye wê bi hezaran werin û ew ê bi têkoşîna xwe xeta wê bidomînin û armancên wê pêk bînin.
Der barê armanca vê dewreyê de Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Hesekê Koçer Hisên bi berfirehî nirxandin kir.
"Pêngava perwerdekirin û têgihîştina jin û civakê”
Koçer wiha dest bi gotina xwe kir: "Demeke dirêj ji ber vîrûsa Covid-19 civaka me ji perwerdeyê dûr ketibû û pêwîstî hebû ku dîsa perwerde li komînan û meclisan û dewreyên perwerdeyê werin vekirin û dayin. Di meha Hezîranê de wekî Komîteya Perwerdeyê ya Kantona Hesekê me dest bi pêngava perwerdeya jinan kiriye. Yekem perwerdeya me jî ji jinên Aboriya giştî re bû. Armanc ji vê yekê ew e ku jinên di nava zevî û erdan de dixebitin, hîn bêtir dîroka xwe, girîngiya çandiniyê, ekolojiyeke paqij, dewlemendiya axa Mezopotamiyayê û hîn bêtir xwe û hêza xwe nas bikin. Ya herî balkêş jî bi dehan jin bi xwestekên pir şênber, tevli perwerdeyê dibin. Her wiha bi armanca heman pengavê li navçeya Til Temira Kantona Hesekê li Herêma Cizîrê jî dewreyeke perwerdeyê ji endam û rêveberên Kongreya Star û hin saziyên din re, hat vekirin. Bi armanca bîranîn û şopandina xeta Denîz Poyraz dewre li ser navê wê hat vekirin û zêdetirî 17 jin tevli bûn."
"Ketina kûrahiya damarên civakê, guhertina hişmendiyê ye"
Koçer da xuyakirin ku piraniya waneyên ku di perwerdeyê de werin dayin girêdayî pirsgirêkên jin û civakê ne û wiha domand: "Her çiqas em jinan û civakê perwerde bikin, em ê ewqasî nêzî rêyên çareseriyê bibin û nexweşiya hişmendiya şaş a civaka xwe derman bikin. Bi rêya perwerdeyan, naskirina siyaset û şerê taybet li ser civakê çêdibe her wiha bûyerên qetilkirina jinan kêm dibin. Ya girîng ew e ku çawa jin bikaribin civaka xwe analîz bikin û wekî jin bi rola xwe ya rêveberî û hevserokatiyê jî bilîzin û bi sekneke bi bandor bikaribin rê û rêbazên çareseriya pirsgirêkan bibînin. Divê ku civaka me ji edalet, wekhevî û demokrasiyê hez bike û li gorî wê jiyana xwe bidomîne."
"Civaka bi hişmendiya 5 hezar salan dijî, di 9 salan de nayê guhertin"
Koçer da zanîn ku 9 salên şoreşê nayê wê wateyê ku me dikaribû zîhniyeta civakê bi awayekî baş bidin guhertin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Rast e! Şoreş li dar e û bi pêşengiya jinan e lê ev nayê wê wateyê ku me hişmendiya civaka xwe bi awayekî giştî guhertiye û tu pirsgirêk tune ne. Civaka ku bi hişmendiya 5 hezar salan dijî, ne mumkun e ku di çend salan de zîhniyeta wan were guhertin. Ji ber ku em li kêleka şerê heyî, di pêvajoya avakirinê de ne. Ji lewra divê ku jin, mêr û hemû civak bi tevahî neteweyên xwe, baş bizanibin ku çi siyaset li dijî me tên meşandin û bikaribin ji wan re bi yekîtiya xwe bibin bersiveke herî tund. Mirov ji tunebûnê hebûnê biafirîne ne hêsan e. Divê ku em fikrên Rêber Abdullah Ocalan baş di jiyana xwe de pêk bînin û hemû pirsgirêkan çareser bikin. Xwe, dîrok û şaristaniya xwe naskirin, têkbirina hemû siyasetên qirêj û fêmkirina şerên heyî ye."
"Ger bixwazê dîwarê tirsê hildiweşînê"
Berdevka Komîteya Aboriya Jin Zehra Mihemed jî der barê xwestek û armancên xwe yên perwerdeyê de ev tişt parve kir: "Da ku ez ji nû ve kesateya xwe ya bi hêz û bi bandor ava bikim, ez tevlî perwerdeyê bûm. Jin li kuderê jiyan bike, pêwîstiya wê bi perwerdê heye. Da ku jin li cewherê xwe vegere, pêwsîtiya wê bi lêgerîna li heqîqeta veşartî ku ji aliyê mêr ve hatiye nuximandin heye. Taybet jinên Ereb, ji ber hişemendiya mêr û baviksalarî nikare hest û nerînên xwe bîne ser ziman, ji lewra jinên ereb zêdetir divê ku perwerde bibînin. Bi rojek û du rojan, hişmendî û zihniyeta civaka me ya ereb, ku jinê tune dike nayê guhertin, ji lewra gelek sal û têkoşîn jêre pêwîst e. Daxwaz dikare dîwaran hilweşîne, deryayan derbas bike, bikeve kûrahiyan û li heqîqetê bigere. Ger ku jin jî daxwaz bike, wê bikaribe hemû qeyd û bendan bişkîne û bigihîje armancên xwe, di rêya ku wê hilbijartiye de."
"Jin dikare hemû zehmetiyan veguherîne hêza domandina jiyanê" 
Zehra bi vê peymanê dawî li axaftina xwe anî: "Ez bang li jinên Ereb dikim, bi taybetî jinên ku di beşa aboriyê de cih digrin divê ku hîn bêtir rola xwe bilîzin. Ji ber ku aborî cihekî girîng e, ger di aboriyê de baş bi erk û berpirsyariyên xwe rabin, wê di jiyana xwe ya mal de jî guhertinan çêbikin. Jin dikarin hemû zehmetiyan veguherînin hêza domandina jiyanê, li ser bingehekî dirust û saxlem."