Bi temenê xwe yê mezin ketiye bin barekî giran

Jineke temenê wê mezin a li Idlibê piştgiriya neviyên xwe yên xwedî pêdiviyên taybet dike. Safiya El-Mohammed a 60 salî, her dem li ser rewşa xwe difikire. Mîna ku kabûsek be û ew hêvî dike ku di zûtirîn demê de ji xew şiyar bibe.

SOHÊR EL- IDLIBÎ

Idlib- Safiya El- Mohamed piştî ku di vê jiyanê de hemû tiştên xwe, zarok, mal, gundê xwe, debara jiyana xwe ji dest da û li kampên jibîrkirî yên ku pêdeviyên herî bingehîn ên jiyanê li wan tune ne bi sê zarokên sêwî yên astengdar re koçber bûye.

"Tişta herî xemgîn ew e ku neviyên min ên sêwî ji zaroktiya xwe bêpar mane"

Safiya El-Mohamde ji ajansa me re diyar kir û li ser rûyê wê qermiçokên bêedaletiya şerekî bêserûber hene û got ku tişa herî zêde wê xemgîn dike dîtina neviyên wê yên sêwî ye û wiha lê zêde kir: "Ji ber şer zaroktiya wan hat windakirin û ji malbatên xwe bêpar man û bi astengdariya xwe re di nava astengiyên kampan de mehkûm hatin hiştin. Li hemberî qelsî û beçaretiya xwe ez nikarim tiştekî pêşkêşî wan bikim û em weke kesên temenê wan mezin tevî zehmetiyan dibin da ku em şert û mercên jiyanê yên zor hinek be jî sivik bikin lê gunehê wan zarokên sêwî çi ye û mafê wan heye ku jiyana bi rûmet wek hemû zarokên cîhanê bijîn.

"Di encama bombebaranê de min her du zarokên xwe yên bi tenê winda kirin "

Safiya El-Mohamed da zanîn ku ew beriya du sal û nîv ji gundewarê başûrê Idlibê koçberî kampên Harbûnşê yên li Îdlibê bûye, keç û kurê wê yên bi tenê ji ber bombebaranê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: "Ez tenê berpirsyariya zarokên kurên xwe yên ker û lal digrim. Ên ku piştî bombekirina mala wan herdu jî seqet man her wiha kurê keça min bi nexweşiya Marad AL-Sar'i EL-Asabî ketiye piştî ku mala wan hat bombebarankirin, şer me ji her tiştê ku di jiyana me de xweş bû bêpar kir û em li kampan bi nexwşî, xizanî, buhayên giran re rûbirû man. Ez bi alîkariyên ku rêxistin ji me re dikin bi awayên hindik didin min dijîm. Ez her roj bi neviyên xwe yên sêwî re derdikevim derve da ku daran ji deştên nêzîk kom bikim û êvarê darên ku ji ber lehiyê şikestine berhev dikim ji bo sobeya xwe. Gelek caran baran bû sedem ku konê min hilweşe û ev biherike navê. Ez nexweşa zextê û şekir im û nikarim dermanên xwe yên giranbiha biparêzim û ev yek rê li ber başbûna rewşa min a tenduristiyê digire. Bi berdewamî kêm dibe heya ku ez gelek caran nikarim bimeşim.

"Tişta herî zor binaxkirina cenazeyên zarokên min û êşa jiyîna bi zarokên wan re ye"

Safiya el-Mohammed bi çavên tijî hêsir û bi dilekî xemgîn û bi rûyekî bi tebesum ragihand ku yek ji zehmetirîn tiştên ku mirov di tevahiya jiyana xwe de pê re rû bi rû bimîne ew e ku cenazeyên zarokên xwe binax bike û wiha berdewam kir: "Piştî  zarokên xwe bi êşa windakirina wan û xemgîniya tunebûna re mam. Zehmetiyên mezin ên jiyanê û nebûna xwarin, derman û stargeheke têr, ji wan re daxwaz dikim. Divê projeyan ji jinên ku hevjînên wan jiyana xwe ji dest dane re ava bikin. Em pîrejin ji wan re dibin alîkar ku barê jiyanê hilgirin û ji neçarî û îstîsmarkirinê wan biparêzin.

 "Xwarina me di rojekê de ji pariyên nan derbas nabe "

Safiya el-Mohammed destnîşan kir ku berê ezmûna wê di xwedîkirina sewalan û çêkirina şîr û penîr de hebû beriya ku şer çavkaniya jiyana wê bi dawî bike û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Em li vir rûmeta ku berê lê digeriyan nabînin ji ber ku em di şert û mercên pir bi aloz de ji bo debara jiyana xwe têdikoşin û xwarinên me ji pariyên nan derbas nabin. Nemaze piştî ku bihayê her tişt zêde bû, ji ber vê yekê em êdî bi hêsanî nagihîjin, komîseriya bilind a penaberan. Neteweyên Yekbûyî di raporekê de amaje bi wê yekê kiribû di heyama ji cihwarkirinê de pêwîstiyên kal û pîran bi leztir in û ew di dema pevçûnan an jî karesatên xwezayî de lawaz dibin. Ji ber ku nikarin di wan mercan de xwe ji nexweşiyên kronîk biparêzin. Li gorî agahiyên UNHCR’ê piştrast kir ku penaberên kal û pîr nêzî 8.5 ji sedî ji nifûsa ku UNHCR di xema wan de ye temsîl dikin û tê texmînkirin ku heya sala 2050’î dê li cîhanê mirovên di ser 60 salî re ji bin 12 salî zêdetir bin.