Bi soza vegerê nehişt di 5 salên koçberiyê de mifteyên mala wê zingar bigrin

Bi mifteyên mala xwe ya ku nehişt di rêwîtiya koçberiyê de zingar bigrin Mîliya Mano soz dide ku wê careke din vegere mala xwe ya ku dagirkeriya Tirk wêrankirî ava bike û bang li saziyên hiqûqî dike ku bi erkên xwe rabin.

SORGUL ŞÊXO

Zirgan – Zirgan ji bajarên Kantona Cizîrê ye û nêzî sînorê Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ye. Ji destpêka Şoreşa Rojava bajarê ku pêkhateyên Kurd, Ereb û Ermen lê dijiyan bi êrîşên komên çete û dagirkeriya Tirk re rû bi rû ma. Bajar ji Cotmeha 2019’an ve, ku bajarê Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, bi êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê re rû bi rû tê. Baregehên dewleta Tirk bi qasî 700 metro nêzî navenda bajar in, ji lewre tevî ewqas êrîşên dijwar, şehadeta bi dehan jin û zarokan, mêr û pîran gel bajar neterikand. Yên ji gundan koçber bûn, xwe li navenda bajar girtin.

Mîliya Mano ji gundê Bûbê yê ku bi êrîşên dagirkeriya Tirk re rû bi rû maye, ji dijwariya topbaran û bombebaranê neçar ma tevî herdu zarokên xwe yên biçûk li navenda bajarê Zirganê bicih bibe lê Mîliya her dem koçber maye heta vegere gundê xwe.

Ji ber gera balafirên (SÎHA) yên dagirkeriya Tirk em nikaribûn zêdetir nêzî gund bibin, ji lewre me çend dîmenên gund ji dûr ve kişandin. Mîliya Mano ya ku piştî 5 salan bi meşê ber bi gundê xwe ve diçû, bi çavan û ji dûr ve mala xwe dibîne ji ajansa me re hest û daxwazên xwe tîne ziman.

Mala wan hat topbarankirin

Mîliya Mano got ku ew di nava êrîşên hewayî û bejahî de heta salekê jiyaye û wiha behsa wan rojan kir: “Her ku topek diket min digot dibe ya dawî be, wê şer û êrîş bisekine û her kes vegere malên xwe. Hêviya min hebû ku em ê neyên topbarankirin lê êdî rewş xirab dibû, em di mala xwe de dihatin topbarankirin. Tevî ku dagirkeran dizanibûn ên di mal de dijîn sivîl in jin û zarok in, ji ber baregehên wan ên leşkerî nêzî me bûn.”

Mifteyên malê zingar negirtine

Mîliya Mano got ku ev yekemîn car e tê nêzî gundê xwe piştî dagirkeriya Tirk mala wê topbaran kir û neçar ma  koçber bibe, Mîliya wiha hêviya xwe ya ku her dem zindî ye bilêv kir: “Hêviya min heye ez careke din vegerim mala xwe, tevî ku wêrankirî be ez dikarim careke din çêbikim. Mala min pir zirar dîtiye lê ger ez bikaribim kelpîçan bibirim û odeyek û metbexek çêkim jî razî me. Careke din ez vegerim erd av bidim, baxçe biçînim. Heta niha mifteya mala min a ku bi erdê re bûye yek li cem min e lê hê jî hêviyên me zindî ne. Ez niha li nêzî gundê xwe me ji lewre derûniya min baş dibe ji ber rojên berê û xweşiya berê di bîra xwe de tînim. Lê di encama êrîşan û koçberiya gel de herêmên kesk veguherîne çolê û axa sor maye. Axê bêriya destên xwediyên xwe kiriye. Pirsgirêkên me yên ji nû ve avakirina malê tune ye, ya girîng vegereke bi ewle ye.”

‘Divê lêpirsîneke navnetewî were vekirin’

Mîliya Mano da zanîn ku dagirkeriya Tirk mafê sivîlan binpê kiriye û binesaziya herêmê hedef girt û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Erdên çandiniyê jî ji topbarana dagirkeriya Tirk pir zirar dît, giyanên sivîlan westiyan û bûn qurbanî. Divê ku welatên derve bi cidî mijara dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyeyê bigrin dest, mafên me yên herî rewa weke çûyîna mala xwe û çandiniya erda xwe nikarin bi dest bixin. Ev 5 sal derbas dibin û heta kengî em ê li benda derketina dagirkeriya Tirk bin? Em tenê mafê xwe yê xwezayî dixwazin, tiştekî ji derveyî wê naxwazin.

‘Divê dewleta Tirk bê cezakirin’

Divê ku dagirkeriya Tirk baregehên xwe ji herêmên me bikşîne lê em tenê vê naxwazin daxwaza me ya din jî ew e ku ji ber sûcên dagirkeriyê kirine were cezakirin. Divê ku lêpirsîneke navdewletî hebe da ku dewleta Tirk xwe weke por ji nava hevîr dernexe. Divê ku di dawî de edalet biserkeve sivîl vegerin gundên xwe û dewleta Tirk hesabê sûcên xwe bide. Edalet û mirovahî xelekên windayî ne di vî şerê bê îman de.”

‘Hebûna me û bêra di destê me de weke çekek li rûyê xwe didîtin’

Mîliya Mano di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dagirkeriya Tirk hebûna me bi xwe weke çekek di rûyê xwe dibîne, tevî ku tenê em di malên xwe de bûn û me çekê jî li hemberî wan ranekiribû. Ji çandiniya ku me dikir dîsa ditirsiyan û çandiniya me ji xwe re xeter û çekek didîtin. Bêra ku me pê erd diçand ji xwe re weke çekek di destê me de dihesiband weke ku em pê li dijî wan şer dikin. Daxwaza me aştî ye, bêyî aştiyê ez bawer nakim  tiştek were bidestxistin.”