Bi pêşengiya Tîma Jina Iraqî Li Vir e pêşxistina xebatên jinan

Tîma Jina Iraqî Li Vire ji sala 2003’an heta niha di nava jinên Iraqî de xebatek giring daye meşandin û pêşengiya gelek kampanyayên alîkariya hejar û nexweşan kiriye.

XOFRAN EL-RADÎ
Bexda – Sala 2003’an bi hilweşîna rejîmê û guherînên çêbûn re hêdî hêdî jinan jî karî xwe rêxistin bikin. Yek ji xebatên jinan jî tîma bi navê “Jina Iraqî Li Vire” sala 2018’an hatiye avakirin . Ev tîm ji aliyekê ve piştevaniya xebatên femînîstan dike, ji aliyê dinê ve jî piştevaniya jinên azadîxwaz dike. Seroka tîma Jina Irqaî Li Vir e, endezyar Shaima Behzad a 39 salî û dayika du zarokan, li gel rola xwe ya di jiyanê de û berpirsiyariyên xwe yên asayî biriyara pêşengîkirina jinên Iraqî jî daye û hewil dide di mijara rêxistinkirina jinan de tabloyek ronî derxe holê.
“Jinên ciwan ên xwedevan çavkaniya îlhamê ne”
Têkildarî fikra damezrandina tîma Jina Irqaî Li Vir e, ku bi fermî di nava rêxistinên hikûmî de hatiye qeydkirin, Shaima Behzad ji ajansa me re ev nirxandin kir: "Fikra min a damezrandina tîma Jina Irqaî Li Vir e ji ber giringîdayina karûbarên jinan û bi taybet jinên Irqaî di van mijaran de rêxistinkirine. Armanca min ew bû ku ez serkeftinên jinan bi civakê bidim nasîn û di nava keçên ciwan de jî xwesteka van karan bidim çêkirin. Ji ber jinek ciwan a xwendevan û serkeftî çavkaniya îlham û hêzê ye ji bo hevalên xwe jî mînaka serkeftinê ye. Malbat û dibistan di aliyê perwerdekirina keçên ciwan li ser mijarên têkildarî maf û erkên wan ên heyî, berpirsiyariya wan a li hember civakê û pêşxistina karînên wan an go tiştên dikarin bikin de kêmaniyek heye. Dema di perwerdê de kêmanî hebe, ev li ser şêwegirtina kesayetê jî bandor dike, ji ber wê jî hewceye despêkê guherîn di perwerdekirina zarokên keç de bê çêkirin.
Li gorî Shaima Behzad, hişmendiya mafan dihêle jin nirxê xwe û pozîsyona xwe nas bike û wiha dom dike: “Çi keç, xwişk, jin an dayik dibe xebatên em didin pêşiya xwe wan ji bin kontrola mêran derdixe û wan bi erkên wan dide nasîn da ku xwe ji hişmendiya mêrsalar biparêze. Tîma me bi boneya şiyarkirina keçên ciwan, pêvegirêdayî kar û barên wan ên jib o bidestxistina mafê xwe û erkên wan perwerdekirinê bernameyek daye pêşiya xwe.”
“Armanca me ewe em jina hişmend û xwenda derxin pêş”
Derbarê tîma Jina Irqaî li vir e, ku ji deh çalakvan û bi sedan jinên afirîner pêk tê, Shaima Behzad a piştî damezrandina komê dest bi xebatê kiriye dibêje: "Em ji bo xizmeta civakê gelek çalakiyan organîze dikin ku armanca me ji wan çalakiyan tevlîbûna jinên afirîner û xizmetkirina wane. Ji bo jina hişmend û xwenda di nava civakê de li pêş her bûyerê be çî ji destê me tê em dikin.”
Shaima Behzad diyar dike ku tîma wan mecbûr e ku ji bo her kampanyayek an serdanek ku ew çêdike erêkirinên bingehîn ên hukûmetê werbigire, pêre jî ew hewcedariyên pêwîst ji bo cihê ku tê xwestin pêşkêş dikin û wiha pêde çu: “Çi nexweşxane be çi jî mala sêwiyan be, mînak, berî ku em biçin serdana mala sêwiyan, em jimara zarokan, temen û hewcedariyên wan tomar dikin ji bo em hewcedariyên zarokan dabîn bikin û tiştên ku pêdiviya wan pê heye ji wan re pêşkêş bikin.”
“Heta niha me pêşengiya 50 kampanyayên alîkariyê kiriye”
derbarê kampanyaya "Piştgiriya Malbatên Belengaz" ku ji hêla tîma jina Irqaî li vir e ve hatî destpêkirin de jî Shaima Behzad ev tişt anî ziman: “Kampanyayên alîkariyê ji bo malbatên hejar û bi taybetî jinan dike. Ji ber hewcedariya jinan bi hev heye, ji ber jin çavkaniyek pêbaweriyê ye. Tirsa hin malbatên belengaz ji hebûna hêmana mêr li gorî adet û toreyan heye, ji bo wê jî li hemberî jinan zêdetir rehetin û daxwazên xwe par dikin. Tîma me zêdetirî 50 kampanyayên alîkariyê ji bo malbatên hewcedar, mala sêwiyan, wargehên koçberan û ji bo alîkariya zarokên bêwar dabîn kiriye.”
Ji bo nexweşên penceşêrê 15 kampanya yên piştevaniyê 
Shaima Behzad dibîne ku rewşa aborî û pandemiya korona li ser nexweşên penceşêrê li Iraqê giran kiriye û wiha dom kir: "Azarên nexweşên penceşêrê li Iraqê zêde bûne, nemaze piştî qeyrana aborî ya vê dawiyê û belavbûna nexweşiya korona. Ji ber ku nexweş di rewşek zor û ciyawaz a tenduristiyê re derbas dibin. Ji aliyek ve jî giringî bi wan nayê dayîn, ev yek jî jiyana nexweşên penceşêrê dixe xeterê. Em, wekî tîma jina Irqaî li vir e bi rola xwe rabûn û me zêdetirî 15 kampanyayên girêdayî nexweşên penceşêrê meşandin. Kampanyayên me yên ji bo nexweşên penceşêrê, nemaze jî di nava wan de zarokên bi heman nexweşiyê ketine di serî de, bi peydakirina alavên bijîjkî û hin dermanan ve mijûl dibe û diyariyan pêşkêşî zarokan dike da ku kêfxweş bibin.”
"Çavdêriya Medya û Dîtina Nûçeyan”
Derbarê çalakiyên cihêreng ên ku ji hêla tîma Jina Irqaî Li Vir e ve têne meşandin, Shaima Behzad got: "Ji bo civak di nêrînên cuda yên ol, bawerî, mezheb û netewan de bibin xwedî nêrînek hevbeş tîmê gelek çalakî organîze kirin. Li gel wê jî ji bo parastina mîrasên çandî jî çalakî lidarxistine. Ew dide zanîn ku ‘Jina Irqaî Li vir e’ kariye, bi endamên xwe re, gelek çalakiyên çandî, festîval û komxebatan li ser mijarên cihêreng ên ku welat eleqedar dike, pêk bîne. Di nav de çalakiya bi navê ‘Em wê rast dikin’, ku li ser belavkirina gotegotên derewîn û awayê vedîtinê, di çarçoveya komxebata "Çavdêriya Medya û Dîtina Nûçeyan" Bi amadebûna hejmarek ji tîma Jina Irqaî Li Vir e, li Kolêja Farabî rawestiya. Ji xwe festîval di 7’ê meha Tîrmeha borî de hat li daxistin da ku hejmarek jinên afrîner ên di karê xwe de serkeftî li Zanîngeha Teknolojiyê ya Bexdayê xelat bike. Tîma me xebatên jinên bijîşk, endezyar, nivîskar, rojnamevan û çalakvanan dişopîne.”.
Shaima Behzad piştrast dike ku jina Iraqî sembola aşitiyê ye û wiha dom kir: "Jina Iraqî di hemî serdemên ku Iraq tê re derbas bûye sembola aşitî û ewlehiyê ye. Ji ber vê, me bi beşdariya endamên tîmê gelek çalakî organîze kirin. Ji girêdanên cihêreng, wek serdana cîhên perestgehê û beşdarbûna di munasebetan de, her wiha organîzekirina çalakiyên mirovî li warên cihêreng ji bo tevahî pêkhateyan. Ev hemî tişt dibin sedem ku di navbera ol, mezheb û netewan de rêz û hezkirin bê avakirin.”