Bi pergala Netewa Demokratîk çand û zimanê pêkhateyan tê parastin

Rêvebera Saziya Zimanê Kurdî ya Kantona Hesekê Jînda Ehmê girîngiya qada perwerdeyê nirxand û got ku perwerde di projeya netewa demokratîk de rehendeke sereke ye û jêdera avakirina kesayetên nû têrker e ji civakê re.

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di pergala Rêveberiya Xweser de ku bi pergala Netewa Demokratîk di hemu qadan de pergala xwe daye avakirin çand û zimanê tevahî pêkhateyan tê parastin. Rêveberiya Saziya Zimanê Kurdî ya Kantona Hesekê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jînda Ehmê axivî. Jînda Ehmê ya anî ziman ku qada perwerdê yek ji rehendên sereka ya pergala Netewa Demokratîk e, da zanîn ku bi Şoreşa Jinê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina ziman û çanda hemu pêkhateyan xebatên girîng hat meşandin û yek ji van jî perwerdeya pir zimanî ya di pergala perwerdehiyê de ye.

'Qada perwerdê bi qasî avakirina şoreşekê girîng e'

Jînda Ehmê got ku bi îlankirina Rêveberiya Xweser re, gelek qadên perwerdê ji bo sererastkirina hişmendiya civakê hatine avakirin û wiha dom kir: "Desteya Perwerde û Fêrkirinê yek ji destkeftiyên şoreşa me ye. Di desteyê de dibistan, peymangeh û akedemî girêdayî wê ne. Qada perwerdê qadekî pir girîng e, ji avakirina têkiliyên bi civakên din re bigre heya axaftina bi zimanên wan. Bê guman xwedanesîna mirovan bi ziman û çanda netewî ye. Di pêvajoyên ku îro em têre jî derbas dibin, pir girîng e ku ziman û çand ji aliyê netewan ve were parastin. Em vî erkî jî wekî qada perwerdeyê digrin ser milê xwe û yek ji berpirsiyartiyên me yê sereke ne. Ji lewra li ser vî bingehî saziya zimanê Kurdî hat avakirin, fêrbûna astên ziman hatin pêşxistin. Paşê metreyal hatin amadekirin û derbasî dibistanan bûn. Şagirtên ku gihiştin asta zanîngehan ev bi xwe jî şoreşek e."

'Perwerde naskirina felsefeya jiyanê ye'

Jînda Ehmê da zanîn ku avakirina kesayetên wiha ku bikevin xizmeta civaka xwe pir girîng in û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Avakirina kesayetên wiha xwedî ezmûn û tecrûbeyên baş û ketina nava civakê û dayina perwerdeyên bi ziman, çanda resen û bi felsefeya netewa demokatîk pir girîng in. Perwerde felsefeya xwe û jiyanê naskirin e. Barê herî giran jî dikeve ser milê jinan û dayikên ku di malê de, têkiliyên destpêkê bi zarokan re li ser bingehê reseniya zimanê xwe dide avakirin e. Tevgerên zarokan ê destpêka hatina wan ji cîhanê re heya mezinbûna wan, çanda ku dayik û bavê xwe girtiye pêş dixîne, ji lewre dibistana herî mezin dayik e, her ferdek di civakê de, girêdayî netewa xwe ye û li gorî wê dewlemendiya zimanê xwe pêşdixe."

Parêzvana ziman û çandê

Jînda Ehmê da xuyakirin ku di qada perwerde ya desteyê de ji sedî 90 mamosteyên jin in û wiha dirêjî da gotina xwe: "Parêzvana çand û zimanê resen û a ku li koka wê geriya û tiştên nû keşif kir, dayik bû. Ne ku em rola mêr di civakê de tune dikin, lê belê rastiya vê jiyanê heye ku jin xwe li hember gelek tiştan berpirsiyar dibîne. Dema ku dayik cil û bergên Kurdî li ser bejna xwe de berde, bê guman wê keça wê jî wiha bike. Gavên wiha girîng û bi bandor in."

Dema li dibistanan dihat qedexekirin dayikan li malê diparast

Jînda Ehmê bal kişand ser serdema rejîma Baas ku zimanê Kurdî li dibistanan qedexe dikir û wiha ev tişt anî ziman: "Di demekî ku rejîmê li dibistanan li giştî Sûriyeyê, axaftina bi zimanê Kurdî qedexe dikir, dayikê ew ziman li malê hîn bêtir bi zarokên xwe şêrîn dikir. Dizanîbûn, ewqas êrîşên ji bo ziman tê çi wateyê. Piştî ku şoreşa 19'ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kir, saziyên zimanê kurdî ji bo berdewamiya parastin û pêşxistina zimanê dayikê ku dayikê ew parast, hatin avakirin. Heya berî şoreşê erkê dayikê bû lê bi destpêkirina şoreşê re bû erkê her kesê/î."

'Em bi hev re bîrdoziya pirzimanî biparêzin'

Jînda Ehmê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Encamên ewqas sal ji perwerdeyan, îro li ber çav e ku şagirtên me yên zanîngehan dixwînin wekî pispor derbasî saziyên Rêveberiya Xweser dibin. Ev ji bo me cihê şanaziyê ye. Her şagirtek bi ziman û çanda xwe felsefeya xwe dide nasîn. Ji bo avakirina civaka xwe bi felsefeya netewa demokratîk her dem di nava têkoşînê de ne. Pêwîst e her kes wateyek mezin bide nirxên şoreşê da ku em van deskeftiyan biparêzin. Em bi hev re bîrdoziya pir zimanî ji pişaftinê biparêzin."