Bi karê xwe yê hesinkariyê qalibên civakî dişkîne

Fatma Şemo ya 60 salî û ji ber dagirkeriya dewleta Tirk berê xwe daye Şehbayê bi karê hesinkariyê qalibên civakê yên der barê jinan de dişkîne.

RAPERÎN BEKÎR

Şehba – Li Şehbayê ku xelkê Efrînê yê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçber bûne lê dijîn û di heman demê de di bin rêgirî û ambargoya hikûmeta Şamê de ye, jin di hemu qadên jiyanê de têdikoşin. Fatma Şemo ya 60 salî ku piştî êrişên dewleta Tirk a li ser Efrînê koçberî Şehbayê bûye, bala herkesî bi karê xwe yê hesinkariyê dikşîne. Fatma Şemo zêdetirî 30 salan ve bi hevjînê xwe re karê hesinkariyê dike.

Fatma Şemo anî ziman ku hê beriya salan dema li Efrînê dijiyan ew bi hevjînê xwe re dikanekê çibûlk li ber mala xwe vekirine û li wir dest bi karê hesinkariyê kiriye. Fatma Şemo wiha domand: "Çend salan me di hundirê malê de kar kir û me zarokên xwe jî fêrî vî karî kir. Alavên me çêdikirin li bazara Efrînê difrotin heta ku beşa pîşesazî vebû. Îcar wê demê me dikanek di hundirê cihê pîşesaziyê de vekir ji bo em alavên xwe bifroşin. Jin eger xwedî îrade be dikare xwe li her derê isbat bike, ji ber jin xwedî hêzeke xurt e û li hember adat û teqalîdên kevnare bisekine.”

Jiyana koçberiyê

Fatma Şemo di berdevamiya axaftina xwe de behsa azarên koçberiyê û bandora wê li ser karê wê kir û wiha pê de çû: “Mirov dema cih û warê xwe koçber dibe azarên wê duqat dibin. Ji ber derfetên jiyanî zehmet e me her tişt li Efrînê hişt û niha li Şehbayê dorpêçeke giran heye ji ber wê yekê em zehmetiyan di peydakirina pêdewîstiyên karê xwe de dibînin. Lê belê em bi îradeyeke xurt li hember hemû rewşan disekinin heta em vegerin ser cih û warên xwe."

‘Min bi îradeya xwe hemû zehmetiyan derbas kir’

Fatma Şemo bal kişand ser vê yekê ku ew di civakek wisa de dijî ku ferq û cudahiyê dixe navbera jin û mêran de û wiha gotinê xwe bi dawî dike: “Lê belê ez rojekê jî bi vê yekê bandor nebûm ji ber min rol û misyona jinan di nav civakê de dizanîbû. Bi îradeya xwe min û hevjînê xwe hemû zehmetî derbas kirin ji bo em vê zihniyeta jinan paşguh dike têk bibin. Karê hesinkariyê ne tenê li ser jinan zehmet e lê belê li ser mêran jî wisa ye bi taybet piştî temenek mezin. Tevî ku ewqasî zehmet e jî lê em wê weke sporekê ji bedena xwe re dibînin. Ez bang li hemû jinan li hemû cîhanê dikim ku li dijî zihniyeta desthilatdar bisekinin û rola jinan di civakê de xurt bikin."