Bi kampanyayê jin di warê guherîna avhewayê û bandorên wê de tên agahdarkirin

Aktîvîsta femînîst û lêkolînera mijarên zayenda civakî, Wefa Aşrî diyar kir ku armanca kampanyaya "Cîhanek bi Reng" nivîsandina gotarên lêkolînê ji bo famkirina rastiya rewşa jinan a ji ber guhertinên avhewayê û riyên bihêzkirina wan di warê aborî de ye.

ESMA FETHÎ

Misir – Di destpêka Sibata 2022'an de, Navenda Mala Erebî ya Lêkolînan kampanyaya "Cîhanek bi Rengan" a ku bi hêzkirina jinan li hemberî guherîna avhewayê û başkirina şert û mercên jiyana wan re eleqedar e, li dar xist. Têkildarî mijarê me bi aktîvîsta femînîst û lêkolînera mijarên zayenda civakî Wefa Aşrî ya yek ji damezrînerên kampanyayê ye re hevpeyvînek çêkir.

Bi gelemperî jin di demên krîzê de barê herî giran hildigirin. Hûn dikarin ji me re behsa fikra kampanyayê û sedemên lidarxistina wê bikin?

Kêmbûna agahiyan yek ji sedemên fikirîna li ser kampanyayê bû. Wekî lêkolînerek di mijarên zayenda civakî de, ez gelek li ser bandora guherîna avhewayê li ser jinên li Misirê sekinîm û min materyalek têr nedît ku bersiva vê pirsê bide. Ji ber vê yekê, em bi kampanyaya "Cîhanek bi Reng" ketin hizra pêşkêşkirina belgeyek ji bo vekirina pencereyek beşdariyê ji civaka sivîl re ku li ser vê mijarê û riyên rûbirûbûna van dijwariyan û bandora wan li ser welat nîqaş bike. Armanca kampanyayê nivîsandina gotarên lêkolînê ye ji bo naskirina rastiya rewşa jinan a ji ber guhertinên avhewayê û riyên bihêzkirina wan di warê aborî de. Bi hevkariya sazî, partî û kesayetên civaka sivîl û dîtina çareyan ji qeyranê û encamên wê re ye. Gelek sazî û partî bi me re bûn alîkar. Bêguman sedema balkişandina kampanyayê ya li ser jinan ew e ku komên herî zêde bandor li wan tê kirin jin in.

 Çima jin ji komên din zêdetir ji guherîna avhewayê bi bandor dibin?

Çi cure qeyran çêdibin, bandora wan rasterast dê li ser jinan be, ji ber ku ew neçar in ji bo paşeroja malbatê bi karesatan re rûbirû bibin û têbikoşin. Lê rewş ji ber guherînên avhewayê dê dijwartir be. Di dema pandemiya koronayê de mêr hatin tezmînatkirin lê jin hatin îhmalkirin.

Di mijara jin û avhewayê de gelek paradoks hene. Li Afrîkayê fikrên piştgiriyê ji dilê qeyranê bi xwe çêbûn û hin jin ji bo bi bandorên wê re mijûl bibin însiyatîfên bi bandor pêk anîn. Gelo li Misirê jî çalakiyeke bi vî rengî heye?

Gelek komele hene ku li ser van mijaran dixebitin, ji ber ku jin ji ber felaketan bi bandor bûne, çi korona be, çi xizanî be, çi jî guherînên avhewa be lê ew bi giranî bi femînîzmê re ne eleqedar in. Ez dibînim ku rêxistinên jinan heta asteke mezin hê jî ji dosyaya guherîna avhewayê dûr in. Em di însiyatîfê de dixebitin ku bi van pirsgirêkan re mijûl bibin bi riya avakirina rewşek tora civakî di navbera sazî û partiyên civaka sivîl ên siyasî û femînîst de da ku bi bandorên neyînî yên guherîna avhewayê re têkilî daynin û çareseriyê ji wan re bibînin.

Me dît ku li Aswanê piştî lehiya ji ber guherînên avhewayê rabû çi qewimî. Bertekên jinan çi bûn?

Tiştê ku li Aswanê qewimî bi rastî karesatek bû, yek ji qeyranên herî mezin di encama guherînên avhewayê yên ji nişka ve pêk hat. Min tiştên ku li wir qewimîn ji nêz ve şopand û dît ku çawa hinekan dikaribûn tazmînata bi lez bigrin. Di heman demê de bi sedan jin ji ber rêwîtiya dûr û dirêj ji bo wergirtina tazmînatên ji yekîneyên tenduristiyê, êş kişandin. Bi vê yekê mirov dikare bigihîje asta êş û azarên jinan, ên ku bi gelemperî pêşî li karesatên bi vî rengî digrin. Nemaze gelek ji wan debara malbatên xwe dikin û encamên van qeyranan hildigirin demeke dirêj bêyî hebûna piştgiriyeke ji bo wan.

Di demên amadekariya Misirê de ji bo mazûvaniya konferansa avhewayê, we kampanyaya "Cîhanek bi Reng" da destpêkirin. Gelo ev bûyer nîşaneyên mezinbûna hişmendiya civakê li ser bandorên guherîna avhewa ne?

Mixabin, tu pêwendiyeke zelal di navbera tiştên ku di qeyranan de diqewimin û guhertinên avhewayê de tune ye û kesên ku ji vê mijarê bi bandor bûne hatine paşguhkirin. Weke mînak me dît ku di demsala borî de berhemên Kalmango ji holê rabûn û ji ber kêmbûna berhema bacana pereyê wê jî biha bû. Ji aliyê hikûmetê ve tu belgeyeke fermî derneket ku ji cotkaran re zelal bike çawa li hemberî van guherînan tevbigerin an jî çareseriya peyda bike.

Em dikarin bibêjin ku mijara guherîna avhewayê ne di rojeva qada civakî de ye û piraniya wan xeter û encamên wê yên felaketê yên di siberojeke nêz de, weke ku di dema derbasbûyî de qewimî be, nizanin.

Li gorî we saziyên femînîst aboriya jinan bihêz dikin?

Em nikarin rola saziyên femînîst di bihêzkirina aboriya jinan de paşguh bikin ji ber ku saziyên femînîst bi hemû hêza xwe perwerdeyên pîşeyî û zanistî û hişyarkirinê pêşkêşî jinan dikirin û ev yek ji bo bidestxistina aborî gaveke yekem e ji bo da ku jin dest bi projeyan bikin û projeyên xwe bidomînin.

Hûn demeke dirêj li ser pirsgirêkên jinên penaber xebitîn û herî dawî hat ragihandin ku hin ji wan rastî îstîsmarê hatine. Hûn rewşa jinên penaber û her wiha bandora biryarên fermî yên dawî li ser sinetkirina jinan û pirsgirêkên tacîzê li welat çawa dinirxînin?

Sinetkirina jinan yek ji wan mijarên tevlihev e û di nêrîna min de aktorên herî mezin di wê de dapîr in. Nemaze li gund û bajarên ku ji paytextê dûr in ​​û zagonên vê dawiyê alîkariyek mezin li sînordarkirina vê diyardeyê kirine.

Ez bandora pêla çîrokbêjiyê ya li ser tundûtûjiyê, di rastiyê de pir xurt û bibandor nabînim. Rast e bûye sedema tirsandina hinek kesên ku hewl didin tundiyê pêk bînin lê ev pêkanînên tundiyê bi xwe hê jî hene. Ez di wê baweriyê de me ku çareseriya herî baş ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên jinan, derxistina qanûneke yekgirtî ye ji bo rûbirûbûna tundiyê ku ji mexdûran û kesên bûne şahidên bûyerê re ewlehiyê dixe bin temînatê. Ger ew riya qanûnî bişopînin da ku qanûn mafê wan îsbat bike û wan ji tundiyê biparêze dê carek din tundî li ser wan neyê kirin.

Min her wiha di nav komeke ku bi jinên koçber re eleqedar dibin de di însiyatîfa "BerA El-Sor" de kar kir ku xebata wê li ser mijarên zayendî, etnîkî û olî ne. Yek ji mezintirîn qeyranên ku em bi wan re rû bi rû bûn, bihêzkirina aboriya jinên penaber bû.

Gelek astengî hene ku nahêlin jinên koçber karekî li gorî zanist û şehadeyên xwe bi dest bixin. Di dema belavbûna koronayê de, gelek ji wan rastî kiryarên tundûtûjiyê hatin û hin ji wan jî ji karên xwe hatin dûrxistin her wiha hejmarek mezin ji jinên koçber rastî şantaj û destdirêjiyê hatin.