Bi girtina deriyê wargehan re xwendekarên jin bê war dimînin
Wargehên zanîngehan ji gelek jinên ciwan re derfeta ezmûna serxwebûnê pêşkêş dikir lê şer û girtina zanîngehan vê derfetê ji wan girtiye û gelek ji wan neçar mane bi qedexeyên berê re rûbirû bimînin.
SARA PURHEZRÎ
Kirmanşan – Dîwarên bilind, şûfên hesinî, kamerayên ewlehiyê, erkdarên ku quralên hişk ferz dikin û avahiyên ku carna bi têlên dirandî dorpêçkirî ne, di nêrîna pêşîn de, dişibin girtîgehê. Lê li pişt van dîwarên sar û bê ruh, jiyan heye. Gelek jinên ciwan li vir tevî zoriyan têdikoşin; hewl didin pencereyek biçûk ji bo azadî û serxwebûnê bibînin. Neçar dimînin di navbera rewşa xirab û ya xirabtir de hilbijartinê bikin.
Perwerde: Rêbazeke ji bo ezmûna serxwebûnê

Di civakek ku qural û normên civakî yên mêrên serdest gelek aliyên jiyanê diyar dikin de, jin nikarin di mijara pêwsîtiyên asan ên şexsî de bi azadî biryar bidin. Gelek caran, li şûna ku tenê li gorî hewcedariyên xwe hilbijartinan bikin divê hincetek ku ji aliyê malbat û civaka wan ve were pejirandin pêşkêş bikin.
Di vê pergalê de, serxwebûna jinan ne wekî mafeke xwezayî tê dîtin, weke rewşeke bi guman û xweş nayê dîtin tê nirxandin. Mînak, guncaw nayê dîtin ku keçek ciwan li bajarek din ji bo jiyana serbixwe yan jî pêşveçûna xwe ya kesane tenê bijî. Lê belê heman bijartek dema xwe bispêre hinceteke bi zorê weke perwerdeyê, bêhtir tê qebûlkirin.
Di salên dawî de, gelek jinên ciwan derfet dîtine li zanîngehên bajarên din bixwînin û di wargehan de bijîn. Perwerde ji bo wan bûye amûrek ku destûra sînorkirî ya serxwebûnê ji malbat û civaka xwe bigrin. Her çendî ev serxwebûn ne azadiya temamî be jî ji bo gelek jinan ev yekem ezmûna wan a rast a biryardayîna li ser jiyana wan bû.
Di civakê de piraniya jinan tenê dema ji destê desthilatdariya bav û birayên xwe derdikevin û derbasî mala mêrekî din, ango hevjînê xwe dibin, ‘azad’ têne hesibandin. Ji ber vê çendê xeyala avakirina jiyaneke serbixwe ji bo gelek jinên ciwan bi salan bûye hedefek negihîştî û heta ne rewa.
Lê belê perwerde deriyek biçûk be jî ji bo vê xeyalê vekiribû. Bi destpêkirina şer û girtina zanîngehan re, ev hêvî jî winda bû. Jinên ciwan ên bi salan ji bo bidestxistina serxwebûna xwe têdikoşiyan, neçar man vegerin malê ba malbatên xwe. Ji bo gelek kesan, ev mal cihê kontrol û sînordarkirinê ne.

‘Wargeh mala ku min bijarti bû’
Setare K. Der barê hevala xwe Roya Y. ku bi salan e li wargeha zanîngeha Razî ya li Kirmaşanê dijî, wiha dibêje:
“Zêdetirî şeş salan e ew li zanîngehê dixwîne. Her ku mezûnbûn nêzîk dibe, ji bo bernameyek xwendina bilind serlêdan dikir; armanca wê tenê ew e ku bikaribe li wargehê jiyana xwe bidomîne. Vegera gundê xwe wekî kabûsek didît. Ji ber vê yekê bi hemû hêza xwe dixebitî. Li wargehê jiyana wê hebû. Kêfxweş bû, xwe zindî hîs dikir. Bi xwe xwarina xwe çêdikir, werzîş dikir û bi dîtina karên biçûk dahata xwe qezenc dikir. Wê li wir ji xwe re jiyana serbixwe ava kiribû. Li gund ne derfet û ne jî destûr ji bo vê yekê hebû. Wê her dem digot, 'Ev cihê ku cara yekem bûme ‘xwe’ me.’ Ji bo Roya, wargeh ne tenê cihek mayînê bû, maleke ku wê bi xwe bijartibû; azadî, geşbûna kesane û derfeta avakirina paşerojek cuda temsîl dikir.”

Vegera neçarî ya malê: Hilweşîna jiyana avakirî
Gelek jinên ciwan mîna Royayê, bi riya perwerdeyê dikaribûn ji bo xwe cîhaneke biçûk û rizgarker ava bikin. Ev cih rê da wan ku ji malên zordar û di bin kontrolê de ku bi salan tê de dijiyan dûr bikevin. Ji ber şert û mercên aborî rê nedidan wan xaniyek serbixwe kirê bikin, wargeh ji bo wan wekî stargehê bû.
Lê bi destpêkirina şer û girtina zanîngehan re, ev jinên ciwan neçar man vegerin malê ba malbatên xwe. Ji bo gelek kesan, ev vegera wan ne bijartinek bû; dihat wateya ketina nav çerxa zordariyê ku ew bi salan hewl didan jê birevin.
Windakirina serxwebûnê, qutbûna ji heval û qada zanîngehê û vegera atmosferek ku zordariya di demên berê de jiyaye bi bîr dianî, bandorên psîkolojîk ên kûr li ser gelek jinên ciwan kir. Gelek kes hîs dikin ku gavên wan ber bi azadî û pêşketinê ve avêtine, ji nişkê ve winda bûne.
Ya herî bi fikar jî dirêjbûna rewşa ku di destpêkê de wekî demkî dihat fikirîn bû. Her ku zexta şer li ser malbatan zêde bû, çavdêrî û kontrol di nava malê de jî zêde bû. Jinên ciwan ên ku carekê serxwebûn tam kiribûn, niha ne tenê nikarin vegerin malên xwe, azadiyê carna jî derketina ji malên xwe jî winda dikin.
Mîna çûkên ku demek kurt ezman tam kirine, dîsa xwe di qefesek teng de asêmayî hîs dikin. Vê carê qefes hîn tengtir tê; ji ber êdî dizanin li derve cîhaneke din heye.

‘Ji bo gelek zarokên keç gava din zewaca bi zorê ye’
Aktivîsta mafên jinan Ferengîs F. bal kişand ser girîngiya daxwaza azadiya jiyana jinan û wiha got: “Xwesteka azadiyê di hundirê hemû mirovan de heye. Lê belê ev pêdiviya jinan xurttir e, ji ber ku di seranserê dîrokê de ew rastî qedexeyên herî dijwar hatine. Gelek jinên ciwan ji ber vê berê xwe didin wargehan. Wargeh ne cihên bê kêmasî yan îdeal in. Ji ber quralên hişk, çavdêriya domdar û sînorkirinên cûrbecûr, dişibin girtîgehên biçûk. Lê belê li gorî zexta malbatê, dîsa jî bijartekek hêsantir pêşkêş dikin. Îro ji ber şer, gelek malbat ne tenê nahêlin keçên wan xwendina xwe bidomînin, di heman demê de destûr nadin vegerin wargehên xwe jî. Di encamê de, gelek jinên ciwan neçar dimînin xwendina xwe rawestînin. Piştî vê xalê, pir caran tenê bi bijarteka zewaca bi zexta malbatê re rûbirû dimînin. Ev ne hilbijartina wan e; ev encama ji holêrakirina hilbijartinên wan e. Ji bo gelek jinên ciwan, pêvajoyek wiha tê wateya windabûna gav bi gav a xeyal û potansiyela wan.”

Azadiya di bin dorpêçê de û berxwedana bêdawî
Gotinên Ferengis nîşan didin ka xwesteka azadiyê çiqas kûr di jiyana jinan de cih girtiye. Ji dîrokê ve, tevî zilm û zordariya ku ew pê re rû bi rû mane ve heta niha, jin bi riya afirînerî û hêza xwe ya hundirîn li riyên ku bigihîjin azadiyê geriyane.
Pergalên mêrên serdest nikaribûne vê xwestekê ji holê rakin; berevajî, jinan pir caran biryardariya ji bo berxwedan û dîtina riyên nû xurt kirin. Her çendî wargehên xwendekaran bi qural û sînoran dorpêçkirî bûn jî bûn yek ji cihên kêm ku gelek jinên ciwan dikarin nefes bistînin e.
Bê hejmar jinên ciwan, di şert û mercên herî dijwar de jî dikaribûn riyek teng ber bi azadiyê ve vekin. Ev rê, her çendî carna di têlên dirandî re derbas dibe jî hê jî riya derketinê ye.
Hinek ji wan bi avakirina hevaltiyan, hinek din bi afirandina kêfxweşiyên biçûk û yên din jî bi nîşandana berxwedaneke bêdeng bi biryar, fêrî jiyan û azadiya xwe dibin. Di vê xalê de jin, heta di bin dorpêçê de jî hebûna xwe û mafê xwe yê hilbijartinê ji nû ve pênase dikin; ew riya ku pê sînoran derbas bikin dibînin û dibe ku tişta tam bingeha jinbûnê pêk tîne ev be. Bikaribin azadî û jiyanê, di şertên herî zor de jî biparêzin.