Bi dirûtinê kavilên li Xezayê vediguherîne cihê berxwedanê

Di konekî li rojavayê Xezayê de, Îsra Ebû El-Qumsan piştî windakirina atolye û mala xwe jiyana xwe ji nû ve ava dike, dirûtinê ji pîşeyek zêdetir weke rêbaza berxwedanê bi kar tîne û ji nû ve jiyana xwe pê ava dike.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Di koneke teng a li kampa penaberan a El-Zuhour ku li rojavayê Xezayê ye, dîwarên wê ji qumaş in; Îsra Ebû El-Qumsan a 33 salî li ber makîneyeke dirûtinê ya biçûk rûniştiye, mîna ku jiyanê ji şikestinên bi êş ava bike. Ev makîne ne tenê amûrek e; pencereyek e ku hewl dide tiştê du caran ji wê hatiye dizîn veguherîne mala wê, atolyeya wê û jiyana ku li ser têl, derzî û xewnan hatiye avakirin.

Atolyeya xwe ya dirûtinê ava kiribû

Çîroka Îsra Ebû El-Qumsan bi dirûtinê re çend sal berê dest pê kir dema ku wê mod û sêwirana hundurîn xwend. Di sala 2012’an de, atolyeya xwe ava kir ku wê ne tenê cil çêdikir di heman demê de jinên din jî perwerde dikir, ji bo wan cihekî piçûk vekir da ku serxwebûna aborî bi dest bixin. Îsra karê xwe ji pîşeyek wêdetir didît; ew berfirehkirina wê ramanê bû ku jinek dikare ji xwe re cihekî çêbike, heta di jîngehên herî dijwar de jî.

Lê şerê 2014’an li ser Xezayê weke qutbûnek dijwar di jiyana wê de bû. Li ser wê demê wiha dibêje: "Ew atolye xewna min bû, ji nişkê ve her tişt bi dawî bû.”

Wêranî ne tenê windahiyek madî bû; wê tevahiya rê, tiştên ku ava kiribûn, hewldan û nasnameya pîşeyî ji dest dabû lê dîsa jî demek dirêj dev jê berneda. Hêdî hêdî, ji malê vegeriya ser kar hewl da jiyana xwe xilas bike heta ku di sala 2020’an de, careke din dikaribû ji nû ve atolyeya xwe veke. Niha ji bermahiyên tiştên şewitî cil û bergên nû çêdike.

Wêraniya ku li pey hev çêbû jiyanê serûbin kir

Şerê dawî yê ku di sala 2023’yan de dest pê kir, hovanetir bû, her derê wêran kir. Vê carê, ne atolye ne mal û ne jî amûrên ku wê bi salan de ji bo avakirina kariyera xwe bi kar dianîn neman.

Îsra Ebû El-Qumsan got: "Ez nikaribûm tiştek xilas bikim. Min tenê hewl dida bi zarokên xwe re bijîm.”

Bi pêlên dubare yên koçberiyê re aramî bû xewneke dûr û şiyana plansazkirin an jî fikirîna li ser pêşerojê winda bû. Her cara ku ew diçû, beşek ji jiyana xwe li dû xwe dihişt heta di dawiyê de xwe bê mal, bê çavkaniya dahatê û bê amûrên ji bo debara jiyanê dît.

Îsra Ebû El-Qumsan wê serdemê wiha vedibêje: "Her carê em di rewşeke xirabtir de koçber dibûn, ne kon, ne pêdiviyên pêwîst, ne tiştek hebû. Di nav vê valahiya dijwar de, xewn nema hewesa jiyanê qediya. Hewesa min ji bo dirûtinê jî nemabû, hesta bêçaretiyê min dorpêç kiribû.”

Jiyana wê ji nû ve zindî bû

Xala werçerxê ji cihekî ku qet texmîn nedikir hat; posteke ku wê li ser medyaya civakî nivîsandibû niyeta xwe ya vegera ser kar bêyî planeke zelal an çavkaniyên rastîn ragihandibû. Îsra wiha li gotinên xwe zêde kir: "Min di medyaya dîjîtal de nivîsand ku ez ê vegerim ser kar, bêyî tiştekî hêvî bikim. Lê bersiv bi qasî ku min texmîn dikir zûtir hat. Jinan bi min re têkilî danîbûn û xerîdarên wê yên berê dest bi lêgerîna wê kirin. Mîna ku jiyan rawestiyabû tenê li benda sînyaleke piçûk bûm ku ji nû ve dest pê bikim.”

Wê gavê hesteke ku Îsra winda kiribû careke din çêbû wê fam kir ku hê jî dikare hilberînê bike. Îsra bi gavên hêsan dest pê kir, makîneyên hevalên xwe deyn kir. Piştre wê biryar da ku gaveke wêrektir bavêje, konê xwe veguherand qadeke xebatê ya piçûk. Îsra makîneyek û hinek amûrên bingehîn saz kir, tevî bihayên zêde, zehmetiya îtxalkirina materyalan, qutbûna elektrîkê ya dubare û girêdana bi çareseriyên bingehîn jî dest bi karê xwe kir. Îsra bi gotinên; "Gava ku ez li pişt makîneyê rûniştim, hewesa min vegeriya mîna ku qet nesekinîbim” perçeyek qumaş di destên xwe de dirûtiye nîşan dide. Diyar dike ku ew ne tenê pîşeyek e di heman demê de xwe ji nû ve pênase dike.

Çend karan bi hev re dike

Her çendî kon bûye du beş di navbera jiyan û kar de, Îsra bi qasî ku pêkan e hewl dide berpirsiyariyên xwe yên rojane bi lênêrîna du zarokên xwe re ku temenê wan ji 8 salî mezintir nîn e, hevseng bike. Li heman quncikê konê ku lê dixebite, hewl dide hem dayîk be, hem lênêrîner be û hem jî karker be. Roja xwe di navbera ta û derziyê û hewcedariyên du zarokên ku tiştên diqewimin fam nakin de derbas dike û wiha dibêje: "Carna dixebitim dema ku li wan temaşe dikim û carna ez her tiştî ji bo wan dihêlim. Li vir di navbera mal û kar de cudahî tune ye; her tişt tevlihev e."

Têgeha berxwedanê bi rastiya jinên Filsîtîn şênber dibe

Tevî vî barê, ezmûna Îsra rastiya jinên Filistînî eşkere dike, têgeha berxwedanê ji nû ve pênase dike. Ne tenê li ser şiyana berxwedanê, her gava ku jiyan tê hilweşandin, li ser ji nû ve avakirina jiyanê ye. Jin tiştên hindik ên heyî vediguherînin şêweyekî berdewamiyê. Di gelek rewşan de kon bi xwe dibe qadeke hilberînê, çavkaniyên sînorkirî dibin motîvasyonek ji bo nûjeniyê û bêparbûn jî dibe teşwîqek ji bo lêgerîna alternatîfan ji bo jiyanê.

Îsra Ebû El-Qumsan, nûnertiya berxwedanê dike. Ew vegera xwe ya ser kar tenê weke biryarek aborî nabîne, weke çalakiyek rojane ya berxwedanê li dijî hilweşînê dibîne. Îsra wiha dibêje: "Ez tenê ji bo sax bimînim kar nakim. Ez dixebitim da ku îsbat bikim dikarim ji nû ve dest pê bikim, şert û merc çi dibin bila bibin."

Jiyana xwe ji nû ve ava dike

Îsra Ebû El-Qumsan bi bêdengî jiyana xwe ji nû ve ava dike. Ew îdia nake ku rê hêsan e û mezinbûna windahiyan venaşêre lê berdewam dike wekî ku her dirûtin perçeyek ji cîhana wê ya hilweşiyayî tamîr bike. Bi du zarokên ku li benda dayîka xwe ya bêwestan in û di konekî ku bûye du beş ji bo jiyan û xebatê de, ew jiyana xwe berdewam dike. Hewl dide xêzên destpêke nû xêz bike, ne weke yên berê bimînin. Ew careke din bi heman biryardariyê karê xwe berdewam dike.