Bi dikaneke biçûk debara xwe dike

Bêrîvan Elî jineke temenê we 32 salî ye ji Amûdê ye. Bêrîvan Elî dikanek vekiriye û bi wê dikanê riya aboriya xwe ya xweser ava kiriye.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Bêrîvan Elî ya 32 salî li bajarê Amûdê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî. Bêrîvan Elî piştî ku dest ji karê mamostehiyê berda, xwest dikaneke biçûk veke û alîkariya malbata xwe bike. Bêrîvan Elî li ser vekirina dikana xwe ji ajansa me re axivî.

Bêrîvan Elî behsa destpêka vekirina dikana xwe kir û got: "Ev nêzî salekê ye min dikana xwe vekiriye. Berî ku ez dikana xwe vekim min li ser malpera medyaya dîjîtal pêdiviyên malan û yên jiyanî difirot lê bi alîkariya kesan û piştgiriyê min ev dikan vekir. Çiqas tu xweş û rûbiken bî ewqas kes tên ba te û ji karê te hez dikin."

‘Hemû pêdiviyên jiyanê di dikana min de hene’

Bêrîvan Elî behsa zehmetiyên xwe yên destpêkê û tiştên ku di dikana xwe de difroşe kir û wiha berdewam kir: "Destpêkê dema ku min dikanê vekir her tişt ji bo min zehmet bû  her tiş li ser min zehmet bû kana xwe de bi cih dike û wiha berdewam kir: "Destpêka ku min dikan vekir her tiş li ser min ze, ji kirîn û firotinê min pir fêm nedikir û dema ku min tiştên dikanê dikirîn nirxên wan pir zêde bû lê bi demê re her tişt hêsan bû. Tiştên ku ez tînim dikana xwe, hema bibêje hemû pêdiviyên malan in. Dema ku dibe dema vekirina dibistanan jî pêdiviyên dibistanê tînim weke lênûs, pênûs, jêbir û çenteyan."

‘Hêza jinan ji bo kar heye’

Bêrîvan Elî bal kişand ser karê jinan û armanca xwe ya bi kar û wiha bi dawî kir: "Kar ji bo jinan ne şerm e ji ber ku jin jî xwedî wê hêzê ne dikarin kar bikin. Dema ez diçim cem bazirganek weke jineke bi hêz û xwedî îrade bawerî, pêdiviyên dikana xwe dikirim. Ez dixwazim di pêşerojê de dikana xwe berfirehtir bikim û alîkariya gel bikim tiştan nîvê bihayê wan bifroşim û gelek pêdiviyên din tê de bi cih bikim. Dixwazim ji her jinê re bibêjim, bila kar bikin ji ber kar ne şerm e û her jin xwedî wê hêzê ye, dikare kar bike û divê gotinên civakê li ser wan bandorê neke."