"Bi despêkirina salê re dê xizmet û projeyên girîng ji bo jinan bên pêşkêşkirin"

Seroka Desteya Jin a Herêma Firat’ê Cîhan Derwîş destnîşan kir ku di nava civîna salane de gelek piroje û xalên girîng hatin nirxandin û wiha got: "Projeya herî girîng ya em li ser rawestiyane, vekirina navenda derunî û mala parastinê ya jinan bû, bi van projeyan dê rewşa jinan a aborî û derunî ber bi başbûnê ve biçe."

DILUCAN BOZÎ
Kobanê - Desteya jin yek ji saziyên ku 24 seatan di bin xizmeta jinên herêmê de ye û herî zêde jî giraniyê dide rêxistinbûna jinan a di nava civakê de. Tevahî pirsgirêkên ku li herêmê tên qewimandin û di serî de jin di nava wê bûyerê de be, komîteyeke şopandinê dikeve xizmeta wan jinan û mafên wan di hemû warê jiyanê de diparêze. Ji ber jin û zarok girêdayî hev in, gelek derfet li pêşiya jin-dayikan vekirine û girêdayî wê zêdetirî 500 zarokan di danîngeh û baxçeyan de bi cih bûne. Ev zarok jî bi awayekî pergalî perwerdeyên ziman dibînin, her wiha lîstokên ku zarok bikaribin bi awayekî hevbeş bi hevdû re biliyzin, diliyzin. Her çendî proje hatibûn pêşkêşkirin jî, lê dîsa jî kêm tê dîtin ku jin bibin xwediyê pîşe ango bêne parastin. Ev jî bingeha xwe ji hişmendiya mêr-dewletê digre ku jinan her tim di nava çar dîwarên tarî de digre. Di 7'ê Kanuna 2021'an de Desteya Jin ya Herêma Firatê civîna xwe ya salane li darxist, di nav civînê de nirxandinên berfireh pêş ketin, ji tundiyê heya rewşa jinan ya di nav malê de û di nava civakê de hatin nirxandin. Ji bo rewşa jinan baş bibe û hemû jin bibin xwediyê pîşe û destê xwe li ber malbat û hevjînê xwe venekirin, Desteya jin gelek projeyên nû pêşniyar kir ku ev hemû proje xizmeta jinan bike. Têkildarî mijarê Seroka Desteya Jin ya Herêma Firatê Cîhan Derwîş li ser projeyên sala 2022'an ji ajansa me re axivî.
"Bi projeyên nû re dê rewşa jinan baş bibe"
Cîhan da zanîn ku di dawiya sala 2021'an de civîna Desteya jin ya herêmê hatiye li darxistin, di nava civînê de nîqaş û nirxandinên girîng hatine pêşxistin û gelek projeyên ji bo jinan hatine pêşkêşkirin. Girêdayî nirxandinên ku di civînê de derketine pêş Cîhan wiha got; “Her wiha rewşa jinên li herêmê, di sala 2021'an de gelek mijar û bûyerên kûştin, xwekûştin, hemû cûreyên tûndî yên jin rastî vê tên û êrişên dewleta Tirk û dorpêçkirina heremê ji hemû aliyan ve hat nirxandin. Komîteya şopandinê her çiqas ev rewş û bûyeran şopandibin jî, lê dîsa jî em di milê ku çawa xwe bighînin bûyerê û bi awayekî baş bidin çareserkirin de kêm man, gelek zehmetî derdikevin pêş. Di heman demê de kevneşopiyên civaka Kobanê jî yek ji astengiya ku nahêle em kar û xebatên xwe baş bidin meşandin e. Ji bo mijara tundî û rewşa jinan ya herî û ber bi çav me gelek nîqaş kirin, jinên ku rastî tundiyê tên û rewşa wan a derunî roj bi roj ber bi xerabûnê ve diçe, ji bo em hîn bêhtir ji wan jina fêm bikin, me hewcehî bi vekirina navendeke derunî dît. Ev proje demeke dirêj e nîqaş li ser tên kirin, lê ji ber rewşa heyî navend nehat vekirin. Sedama duyemîn ku heya niha jî jin ji ber malbat ango hevjîn nikare serî hilde û behsa mafê xwe bike. Ev jî li beramberî jinê gelek astengiyan derdixe holê."
"Li herêma Firadê projeyên jinan ên serkeftî hene"
Cîhan balkişand ser navenda derunî ku çawa xizmeta hemû jinên herêmê dike û wiha got; "Ev navend wê bibe yek ji rêka çareseriya hemû pirsgirêkên tevahî jinan. Çi jinên ku rastî tundî ango rastî tûndiya deruniyê tên deriyê navendê ji her kesê re vekiriye. Ne tenê jinên ku rastî tundiyê tên, her jinekê ku bizanibe û hîs bike ku pêwîstiya wê bi rehetiyê heye, dikare berê xwe bide navendê. Ev navend wê bibe antirnatîf li beramberî bûyerên kuştin û xwekuştinê. Di heman demê de ev wek perwerde tê dîtin ku jin rewşa xwe bîne ser ziman, tenê di hundirê xwe de nehêle, jin her tim divê van tiştan derxîne derve. Dema mirov gelek tiştan di hundirê xwe de bihêle helbet wê bighêje encama kuştin û xwekuştinê, lê ev jî ne çareserî ye. Divê her jin, lê di serî de jinên ku di xwe de hêzê nabînin, ji nû ve xwe ber çavan re derbas bikin û nehêlin ku bibin koleyê hişmendiya civaka feodal. Ji ber tundiya herî zêde bandora xwe li ser rewşa jin dike. Jinên ku derbasî navendê bibin dê destpêkê rewşa wê bê naskirin û şopandin heye ku ew jin, ji wê rewşê derkeve û bigihêje asta ku êdî dikare bi şêweyekî baş jiyana xwe ya rojane berdewam bike. Her wiha di nava civakê de em bi jinan re civînan lidar bixin da ku bi van civînan em bikaribin rewşa jinan fêm bikin û çareseriyê ji van pirsgirêkên heyî re bibînin."
"Çareserî di pêşxistina pirojeyên jinan de ne"
Cîhan di dawiyê axiftina xwe de destnîşan kir ku ew ê projeyên xwe pêşkêş bikin û jinan perwerde bikin da ku ew bigihîn encameke baş a bikaribe bikeve bin xizmeta tevahî jinan û axiftinên xwe wiha bi dawî kir: "Her çiqas em jinan perwerde bikin wê di milekî de seqet bimîne, divê li rex wê mêr jî bêne perwerdekirin. Ger herdû zayend neyên perwerdekirin, wê tu carî ev pirsgirêkên civakê çareser nebin. Li herêmê beşek ji jinan xwendin û nivîsandina wan tûne ye, ji bo wê girêdayî ev projeyên ku me pêşkêş kirine dê navendeke dirunxane li navçeya Eyn Îsayê bê vekirin. Li navendê, dê zêdetirî 20 endam hebin. Li Kobanê jî projeya vekirina melevanî, navenda derunî, mala parastinê li gor rêziknameyê hin guhertin û veguhertin bêne çêkirin, li navçeya Qinê û Kobanê li gor cihê pêwîst dê danîngeh û baxçeyên zarokan bêne vekirin. Li rex van projeya me ya bi navê Vîna Jin heye ku em ê di vê salê de ji nû ve careke din aktîf bikin. Li ser pêşniyara jinan dê perwerdeya zimanê Kurdî û ya birdozî bê vekirin. Komîteya şopandinê jî dîsa li ser xebatên xwe bin, lê heya niha fermiyeta vê komîtê tune bû, ev xal jî hat nîqaşkirin ku bi awayekî fermî ev komîte xebatên xwe bidomîne. Ji ber vê gelek caran astengiyên ku derket holê hişt ku em xwe negihînin cihê bûyerê û nas bikin ango agahiyan bi dest bixin. Her wiha navenda Hêvî ya astengdara jî carek din em ji nû ve hin guhertinan ava bikin, di wê navendê de gelek zarokên ku astengiyên wan cuda ne, hin ji wan jî kesên ku bi tena xwe jiyan dikin em bînin gel hev."