Bi berhevkirina darên ji bin kavilan dahata malbata xwe dike

Jineke Filistînî ji bo debara malbata xwe bike darên agir berhev dike û difroşe. Di heman demê de ew pirtûkan ji nav kavilan derdixe da ku di nav wêraniyê de jiyaneke nû bide wan.

NEXEM KERACÊ

Xeza – Nêvîn El-Xarablî ne tenê li dû darên agir di nav kavilên malan de digere, lê li her riyekê digere da ku malbata xwe sax bihêle. Di nav kavilên şer de bi 3 jinên ciwan re bi berpirsyariyê ve girêdayî ne. Bi her rêwîtiyek dijwar re hewl didin perçeyên daran berhev bikin. Di heman demê de li pişt perdeyê çîroka dayîkek heye ku xwe bi xizanî, koçberî û nexweşiyê re rûbirû dibîne.

Nêvîn El-Xarablî 41 salî ye û dayîka 7 zarokan e, 3 ji wan ji ber atrofiya mejî xwedî pêdiviyên taybet in û di nav nebûna xizmetên tenduristiyê de ew bi rewşa mirovî ya xirabtir re dimînin. Ew hewcedarî lênêrîna tenduristî ya domdar in. Hevjînê wê jî ji tansiyona bilind êşê dikşîne ku nikare zêde bixebite. Berpirsyariya xwedîkirina malbatê tenê li ser mile Nêvîn dimîne.

Ji dema koçberbûna wê ya destpêkê ji taxa Şuca'iyya ya li rojhilatê bajarê Xezayê ber bi Refehê ve, tu çareyek wê tunebû ji bilî berhevkirin, birîn û firotina dar. Ji ber kêmbûna gaza pijandinê ya xerabtir û bi hezaran malbat ji bo xwarinê xwe dispêrin agir, ew di sibeha zû de diçû û dûr û dirêj digeriya da ku li her perçeyek dar bigeriya ku bikaribe têra kirîna nanek bikire.

Dema ku agirbest di dawiya Cotmeha 2025'an de ket meriyetê, wê hemû pereyên xwe kom kir û ji bo veguhastina tiştên mayî yên malbata xwe bo bajarê Xezayê xerc kir. Li wir, Nêvîn li kolanek li rojavayê bajêr konek piçûk veda û dest bi têkoşînek nû kir.

Rêwîtiyên di nava kavil û xirbeyan de

Riya ber bi çavkaniyên darên agir ve ne kurt bû û ne jî ewle bû. Piraniya rojan, ew bi sê keçên xwe re ber bi taxa Şêx Ridwan, carna jî ber bi bajarokê Beyt Lahia ve dimeşe û bi peyatî rêyek dûr û dirêj dimeşe. Bi hilgirtina çente û amûrên hêsan, ew dest bi lêgerîna darên bikêrhatî dikin. Keç, ji temenê xwe pir mezintir xuya dikin. Li şûna maseyên dibistanê, ew demjimêrên dirêj di bin tavê de, di nav toz û kavilan de derbas dikin, perçeyên giran ên dar radikin û tiştê ku ji daran, derî û pencereyên şikestî yên mayî berhev dikin. Destên wan ji ber xebata dijwar şikestî û hişk bûne, li ser rûyên wan jî nîşanên westandinê hene.

Bi keçên xwe re rêwîtiya dirêj didomîne

Nêvîn El-Xarablî dema ku keçên xwe temaşe dike ku çawa darên agir berhev dikin, dibêje: “Tiştê ku herî zêde min diêşîne ev e ku ez dibînim keçên min vî barê giran li şûna çenteyên dibistanê hildigirin. Xwezî min bikariba jiyanek hêjayî temenê wan bidaya wan. Her gava ku ew bi min re derdikevin, ez lava dikim ku bi ewlehî vegerin. Min qet xeyal nedikir ku berhevkirina darên agir dê bibe karê wan ê rojane, lê pêdiviyek ji her xwestekê dijwartir e.”

Tevî zehmetiyan, Nêvîn hewl dide barê keçên xwe sivik bike, barê dar parve dike û dema ku ew dimeşin bi wan re sohbet dike ku dirêjahiya rêwîtiyê an giraniya barên xwe hîs nekin. Lê dîsa jî, westandina wan di gavên wan ên hêdî û di çavên wan de diyar dibe. Berpirsyariya mezin a ku ji salên şer ve li ser wan hatiye danîn, eşkere dike.

Ji bin kavilan zanîn parast

Dema ku destên Nêvîn bi kêrê daran dibirî, çavên wê li ser kavilan li pirtûkên ku ji wêranbûnê xilas bûbûn digeriyan. Wê bergên wan paqij kir, di hundirê konê de hiştin û her gava ku derfet dît yek bi yek dixwend. Pirtûka yekem ku wê dît, bi navê "Helbesta Erebî" bû û ew bi bedewiya zimanê wê matmayî ma. Nêvîn rûpelên wê bi heyranî zivirand, her çend wê perwerdehiya xwe ya fermî temam nekiribû jî. Nêvîn El-Xarablî wiha li gotinên xwe zêde dike: “Her pirtûkek ku min dît, min mîna jiyanek ji bin kavilan rizgarkirî hîs dikir. Min nedikarî wê li ber zirar an şewitandinê bihêlim."

Di nav şer de hêviyê dide xwendevanan

Nêvîn El-Xarablî bi van gotinan axaftina xwe domand: "Dibe ku ez ji bo debara malbata xwe darên agir bifroşim, lê ez tenê pirtûkan difroşim kesên ku dê wan bixwînin. Şewitandina zanînê windahiyek e ku ne kêmtir ji windakirina malên me êşdar e. Min hîs kir ku ev pirtûk jî mîna me ji şer xilas bûne, ji ber vê mafê min tunebû ku ez bihêlim ew bişewitin."

Projeyek biçûk ji bo hînbûna zanînê vekir

Nêvîn quncikek nerm li kêleka komên dar û kartonê ku ew berhev dike veqetand, pirtûkan li gorî mezinahî û mijarê rêz kir û wan nîşanî kesên ku dixwazin bixwînin bi bihayên sembolîk nîşan da.

Armanca Nêvînê ne qezenc bû, lê gihandina pirtûkan ji bo kesên ku hewcedarê wan in. Pir caran, ciwan an zarok bêyî pereyan dihatin ba wê û ew dihişt ku pirtûkek deyn bikin û piştî ku wê qedandin vegerînin. Bi ken, dibêje: “Ez naxwazim ku kes ji xwendinê bêpar bimîne ji ber ku ew nikare pirtûkek bikire. Dema ku ez dibînim kesek vedigere û ji min re dibêje ku wan xwendina pirtûkek qedandiye, ez hîs dikim ku hewldanên min ne vala ne.”

'Rê neda kesekî ku min ji fêrbûnê bêpar bihêle'

Her çend şert û merc rê li ber temamkirina lîseyê negirt jî, hewesa wê ya ji bo fêrbûnê qet kêm nebû. Nêvîn bi rêya telefon û televîzyonê berdewam kir ku bi xwe îngilîzî hîn bike, bi baweriya ku fêrbûn ji derece û şeran derbas dibe. Nêvîn El-Xarablî dibêje: “Ez ji maseyeke dibistanê bêpar mam, lê min nehişt ku kes min ji fêrbûnê bêpar bike.”

Şer malbat perîşan kiriye

Berî 7'ê Cotmeha 2023'an, Nêvîn El-Xarablî li kargehek dirûnê dixebitî, cil û bergan di torbeyên plastîk de pak dikir. Bi dahata xwe ya nerm, ew bêyî ku ji kesî alîkariyê bixwaze, dikarîbû xercên lîseya keça xwe bide û pêdiviyên malbata xwe peyda bike.

Îro, malbat di konekî de dijî ku pêdiviyên herî bingehîn tê de nînin. Her ku Nêvîn li kurê xwe yê herî biçûk ê 5 salî dinhêre, ku perwerdehiya wî hê bi rêkûpêk dest pê nekiriye, dilê wê diêşe. Nêvîn got: “Min xeyal dikir ku wî bibînim ku çenteyê xwe yê dibistanê hildigre, ne ku perçeyên dar bi min re hilgire. Ez ditirsim ku zarokatiya wî di nav vê konê de mezin bibe berî ku ew qet bizanibe dibistan çi ye.”

Tenê malekê me biparêze daxwaz dikim

Nêvîn wiha dawî li axaftina xwe tîne: “Ez jiyanek luks naxwazim; ez tenê malek dixwazim ku em lê bimînin, perwerdehiyek ji bo zarokên min û karek ku rûmeta me biparêze.”