Bexçê Zarokan cihê perwerda bingehîne

Jinên li Baxçê Zarokan ê ji aliyê Desteya Jin a Efrînê ve hatiye vekirin dixebitin anîn ziman ku ew tu ferq û cûdahî nakin navbera zarokan û wan fêrî bihevrebûn û hevaltiyê dikin.

ŞÊRÎN ELÎ

Şehba - Baxçê Zarokan li Wargeha Berxwedan û Serdemê ji aliyê Desteya Jin ve hatiye vekir. Li Baxçê Zarokên ku dayikên wan di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de kar dikin, li Baxçê Zarokan ji aliyê jinan ve tên perwerdekirin.

"Dayikên ku zarokên xwe li baxçeyê dihêlin ji me razî ne"

Fatima Elî ya 28 salî ji navçeya Bilbilê ya Efrînê ye û niha li kampên penaberan ên Şehbayê de dimîne û di baxçeya zarokên de dixebite got: "Dema ku min Baxçê Zarokan ê projeya Desteya Jin bihîst min xwest têde bixebitim. Divê em zarokên ku li vir dimînin weke zarokên xwe bihesibînin û baş li wan binêrin. Dayikên ku zarokên xwe li baxçe dihêlin ji me razî ne. Eger em kar nekin em nikarin jiyanek xweş bidomînin."

"Şert û mercên jiyanê li kantona Şehbayê gelek zehmet in"

Dayika du zarokan Cemîla Mihemed a 40 salî ji gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê ye û di Baxçê Zarokan de kar dike girêdayî karê xwe wiha got: "Projeya Desteya Jin a vekirina baxçê zarokan ji bo me û dayikên ku kar dikin gaveke pir baş e. Şert û mercên jiyanê li kantona Şehbayê gelek zehmet in. Heya niha jî dema ku serê sibehê çavên xwe vedikim bawer nakim ku em ji Efrînê koçber bûn e.”

“Em zarokan fêrî hevaltiyê dikin”

Hesna Henan a 35 salî ji gundê Hesendêra yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê ye di Baxçê Zarokan de dixebite jî da zanîn ku ew ferqê naxin navbera zarokan û wiha berdewam kir: “Di baxçe de em tu ferq û cûdahî nakin navbera zarokan. Ruhê hevaltiyê di navbera zarokan de tê dîtin. Em zarokan fêrî wekhevî û hevaltiyê dikin. Em hemû bi hev re dibin alîkar.”