“Beşa zabiteyê bingehê çareserkirina pirsgirêkên ku li bazaran de rû didin e”

Endamên jin ên ku di beşa zabîteyê ya Şaredariya Gel a li Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cihê xwe digrin hezkirin û girîngiya vî karî anîn ziman.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Şaredariyên Gel di sala 2015’an de hatin avakirin û dest bi çavdêriya hemû xebatên xizmetguzariyê kirin. Şaredariyên Gel ku di bin banê Rêveberiya Xweser de bi awayekî qanûnî û madî kar dikirin niha jî weke bingeha sîstema xweseriya demokratîk a li Rojava ne, bi gavên li pey hev mekanîzmaya rejîma Baasê ji holê rakir û sîstemeke alternatîf ava kir. Di nav beşên xizmet û birêxistinkirina civak û bazaran ku şaredarî di nav xwe de dihewîne, beşa zabiteyê heye. Beşa zabiteyê jî weke beşeke xizmetê ye ku bi riya dewriye û nuqteyên xwe yên di nava bazaran de pirsgirêkan çareser dikin da ku tevlihevî di nava gel de çênebe. Ji bo ku em bêtir û ji nêz ve vî beşî nas bikin, endamên beşa zabiteyê ya Şaredariya Gel a li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re axivîn.

Erk rol sîstem û armanca avakirina beşa zabîtê di şaredariyan de çi ye?

Endama zabiteyê ya Şaredariya Gel a li Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Raperîn Xelîl Hesen Îbrahîm qala erk, rol, sîstem û armanca avakirina zabiteyê kir û wiha dest bi axaftinê kir: “Di sala 2014’an de dema ku Rêveberiya Xweser bi rengekî fermî hat îlankirin, di heman wextê de beşa zabiteyê jî di şaredariyan de hat avakirin. Jinan roleke xwe ya sereke û girîng di tevahî karên şaredariyan de da meşandin, çi ewlehî û çi jî rêxistinkirina gel. Armanca sereke ji avakirina beşa zabiteyê ew bû ku mekanîzmayên parastinê ji bo civakê ava bikin, bazaran birêxistin bikin û nehêlin ku pirsgirêk di nav gel de çêbibin ku kesên bixwazin xirabiyan û tevliheviyê çêbikin, beşek an jî aliyek hebe wan hişyar bike.”

Rêbazên ku zabite bi kar tînin li dijî binpêkerên qanûnê ne

Raperîn Xelîl Hesen Îbrahîm bal kişand ser rêbazên ku zabite bi kar tînin ji bo cezakirina binpêkerên qanûnê û wiha pêde çû: “Di navbera endaman de koordînasyoneke xurt heye, rojane li hev dicivin pirsgirêk, zehmetî, rêbazên çareseriyê û xebata ku tê meşandin bi hev re parve dikin. Her wiha dewriyatên hevpar di navbera jin û mêr de tên çêkirin da ku kar bi rengekî serkeftîtir were meşandin. Zabite xetek ji dikandaran re diyar kiriye, dema ku dikandarek wê xetê derbas dike û zagonên şaredariyê binpêk dik  wê demê em hişyariyeke devkî jê re dişînin. Ger hişyariya devkî neyê girtin, wê hingê hişyariyeke nivîskî tê şandin. Eger piştî van hemû gavan, wê demê dibe sûcekî fermî û li gorî sûcê xwe li gorî qanûnê tê cezakirin.”

“Koordînasyoneke xurt di navbera endamên zabiteyê de tê çêkirin, ji bo ku xizmeta gel bikin”

Raperîn Xelîl Hesen Îbrahîm da zanîn ku koordînasyoneke xurt di navbera endamên zabiteyê de tê avakirin ji bo ku bi rengekî serkeftî karê xwe derbas bikin û xizmeta gelê xwe bikin û wiha bi dawî kir: “Li bazarê bendên me yên kontrolê hene, bi riya van nuqteyan em bazarê birêxistin dikin da ku milet bimîne di aramiyekê de û tevlihevî çênebe. Karê me ji saet 8 sibehê dest pê dike di saet 2’yê nîvroyê de bi dawî dibe. Buroyên me yên zabiteyê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, di nav buroya me ya Qamişloyê de jî 65 endamên jin û mêr cihê xwe digrin û kar didin meşandin. Em dikarin bêjin ku erka zabiteyê ya herî mezin çareserkirina pirsgirêkên ku di nava bazaran de rû didin e. Pirê caran jin dibin sedema çaresekirina hin pirsgirêkên ku mêr nikarin wan çareser bikin. Ev yek jî diyar dike ku çiqas jin di hemû hêlên jiyanê ve xwedî erk û roleke girîng in.”

 “Hezkirina min a ji karê zabiteyê re, hemû zehmetiyan telafî dike”

Her wiha Endama zabiteyê ya Şaredariya Gel a Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehabad Yaqûb ku ev 9 sal in cihê xwe di nava zabiteyê de digre, wiha hezkirina xwe ji vî karî re tîne ziman: “Ev nêzî 9 salan e ku ez cihê xwe di beşa zabiteyê de digrim, gelek kêfa min ji karê rêxistikirinê re re tê. Bi riya vî karî, mirov hîs dike ku barekî girantir û karekî baştir tê xwestin ji bo ku em xebateke bi nirx ji civaka xwe re bikin. Tevî zehmetî û westandina em tê re derbas dibin di demên cejnan de, dîsa jî em hewl didin van xalên zirav derbas bikin û hezkirina min ji vî karî re bi dawî nabe.”