'Berxwedana Kobanê berdewam dike'
Berxwedana Kobanê bû hêviya gelên cîhanê, di nava xwe de bi hezaran serpêhatî û çîrokên cuda dihewîne. Semîre Ehmed a xwediyê yek ji wan çîrokan e, dibêje ku berxwedana wan hê jî berdewam dike û ew ê dev ji axa xwe bernedin.
DÎREN ENGÎZEK
Kobanê- Bi pêla serhildana ku di sala 2011’an de li Sûriyeyê dest pê kir re, gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê, dest bi avakirina pergala xwe kir. Pêla ku veguherî pêvajoyek mezin a şoreşê, bi mezinbûnê berdewam kir. Bi derxistina hikûmeta Şamê re Meclisa Gel a Kobanê dest bi rêvebirina bajêr kir. Navê Kobanê dê piştre bi berxwedaneke mezin li hemû cîhanê belav bibûya.
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrîşî hemû qadên şoreşê dikirin. Destpêkê di sala 2012’an de êrîşa koma bi navê Asifet Şîmal a li dijî gundê Qestel Cindo yê Efrînê hat valaderxistin. Di 11’ê Mijdara 2012’an de vê carê êrîşê Serêkaniyê kirin. Efrîn, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, bajarokên Tel Aran û Tel Hasil Naman û Ehraz ên Şehba û gundên Kurdan ên Bab û Cerablûsê jî di bin êrişan de man. Di sala 2013’an de jî bi heman awayî bi piştgiriya dewleta Tirk êrîşên hovane yên DAIŞ’ê berdewam kirin.
Berxwedana Kobanê dest pê kir
Berxwedana Kobanê ya ku di warê Şoreşa Rojava de şîpikek girîng e, di 15’ê Îlona 2014’an de bi êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê dest pê kir. Dema destpêke gel, jin û ciwanên Kurdistanê xwedî li vê berxwedanê derketin, li seranserê cîhanê gel piştgirî da û ji her derê jin û ciwan ji bo cihgirtina berxwedanê hatin. Piştî şerê 134 rojan, Kobanê hat rizgarkirin. Ji 15’ê Îlonê heta 26’ê Çileyê zêdetirî 600 şervanên YPG/YPJ’ê jiyana xwe ji dest dane.
Endama Kongra Star Semîre Ehmed a ku şerê Kobanê dît, tiştên di şer de jiyane û dîtine, wek şahidek berxwedanê vegot. Di êrîşên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî DAIŞ’ê tên kirin de, sê zarokên Semîre Ehmed jiyana xwe ji dest didin. Semîre Ehmed bi gotinên; “Min di sala 1995’an de tevgera azadiyê nas kir. Min Apociyan nas kir. Min wek jineke Kobanê xebata eniya şer û taxan meşand” tiştên li taxa Kaniya Kurdan a Kobanê jiyane vegot û da zanîn ku dewleta Sûriyeyê heta Şoreşa Rojava her dem îşkence li malbatên Kurd kiriye lê tevî vê yekê jî du jinan li wê derê xebat dane meşandin.
'DAIŞ'ê destpêkê êrîşî gundan kir'
Semîre Ehmed diyar kir ku heta sala 2012’an li Kaniya Kurdan xebatên eniya şer meşandine û wiha axivî:
“Piştî vê pêvajoyê destpêkê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) hat avakirin û piştre YPG û YPJ ava bûn. Saziyên me hatin vekirin. Zarokên min jî di nava YXK’ê de cih girtin. Keç û kurê min beşdarî tevgera leşkerî bûn. Me jî wek malbateke welatparêz tu carî pêşiya wan negirt. Li vir xebatên Yekitiya Star hebûn. Min jî li wir dest bi kar kir. Di sala 2014’an de DAIŞ’ê êrîş kir û şer dest pê kir. DAIŞ ji aliyê dewleta Tirk ve hat birêxistinkirin û êrîşên herêmên me kir. Mirov bi tirs hatin koçberkirin. Em li Kaniya Kurdan diman. Beriya bigihîjin bajarê Kobanê, êrîşî gundan kirin û keça min li vir şehîd ket. Navê wê Jîn bû. Me tevî 14 hevalên wê, cenazeyên wan nedît. Dema keça min şehîd ket, kurê min jî tevlî bû, du keçên min ên biçûk hebûn û me wan şand Bakurê Kurdistanê lê ez, hevjînê min û kurê min ê din ji vir derneketin.”
Semîre Ehmed bi gotinên; "Tiştên ku mirov bi çavên xwe dibîne cuda dibe", di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Li welatê we şer heye, min dizanibû ku divê em li ser axa xwe bimînin. Gelek kes koçber bûn lê hinek ji wan li vir li Til Şeîrê man. Li wir kon vedan. Li vir hejmarek zêde sivîl şehîd ketin. Top, hawan û gule avêtin wan lê ev neçûn. Em weke tevgera jinan her dem li gel wan bûn.”
'Gotinên Erdogan di qirika wî de man’
Semîre Ehmed, diyar kir ku di dema şer de herî zêde ji moralê şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi bandor bûye û wiha got:
“Dema êrîşî dijmin dikin, bi dengên tilîlî, dirûşm û moralek bilind êrîş dikirin. Di navbera me û DAIŞ’ê de du tax hebûn. Ji herêma Kaniya Kurdan dest bi êrîşê kirin, heta herêma Ş. Serhed lê nikaribûn ji wir pêşve biçin. Beşek pir kêm a Kobanê di destên me de ma. Bi saya zarokên vê gelî ev der ma. Di vê navberê de Erdogan got “Kobanê ha ket ha dê bikeve.” Lê ev gotin di qirika wî de ma. Rêbertî seferberî îlan kir. Li her derê mirov rabûn ser piyan. Ji ber vê yekê bi hezaran mirov hatin Kobanê.”
Çar jin biryarek digrin
Semîre Ehmed, diyar kir ku gelek kesên hatin Kobanê ji ber ku herêmê nas nekirine zû jiyana xwe ji dest dan û wiha axivî: “Keçek bi navê Kader (Kader Yerlîkaya) hebû. Keçek ji Stenbolê bû, qet Kobanê nizanibû. Lê ji televîzyonê dibîne. Dewleta Tirk ew li ser sînor şehîd xist. Cenazeyê wê anîn li vir. Qet nizanibû Kobanê ku der e, nikaribû were Kobanê. Me ev heval dît.”
Semîre Ehmed, da zanîn ku piştî vê bûyerê weke 4 jin biryarek girtine û wiha got: “Bi rastî me biryar da em bimînin. Em ji tiştekî netirsiyan, zarokên ku me li pey xwe hiştin nedifikirîn. Ciwanên ku li vir şer dikirin zarokên me bûn. Wan hemû tişt hiştin û hatin, em dayikên wan bûn, em ê çawa dev ji wan berdana û biçûna. Me xwarin çêdikir û alîkariya birîndaran dikir.” Her wiha da zanîn ku di pêvajoya li vir mane de, bi birîndaran re eleqeder bûne û şervanên jiyana xwe ji dest dane jî defin kirine.
Semîre Ehmed: Ez herî zêde ji Diyar bi bandor bûm
Semîre Ehmed, diyar kir ku di şer de bûne şahidên gelek bûyeran û wiha got: “Hevalek hebû navê wî Diyar bû, yekane zarokê malê bû. Ew jî bi seferberiyê hat. Ez herî zêde jê bi bandor bûm. Gazî me kirin û gotin birîndar bûye û hewl didin wî derxin. Ez çûm li kêleka wî sekinîm, pehsa dayika xwe dikir. Min got 'Ez dayika te me' û min wî hembêz kir. Giriya. Piştre şehîd ket. Destmala wî li gel min e. Li gel eşyayên zarokên min ên şehîd e. Mîna parçeyek min bû. Piştî şer dayika wî hat serdana me û min ji wê re jî vegot.”
Di şer de jiyan berdewam dike
Semîre Ehmed, behsa rewşa malbatên ku di dema şer de li ser sînor disekiniyan jî kir û tiştên jiyane bi vegotina vê bûyerê parve kir: “Rojek gazî min kirin û gotin jinek ducanî di biwelide, ne bijîşk heye ne jî pirîk. Ji bo bibim alîkar gazî min kirin. Ez jî nizanibûm, çûm, qaseyek traktorê wek xanî bi kar dianîn. Hewa pir serma bû. Min digot biçin cem hevalên YPJ’ê nabe, ew nizanin. Ez li hemû dayikên ku min nas dikirin yek bi yek geriyam, min yekê dît û anî. Em dayikên din ji bo pêşî li sermayê bigrin li dora wê sekinîn. Dayikek jî pirîktî kir. Zarokek keç çêbû. Gotin em navê wê çi deynin, dayika keçikê got ‘bila navê hevalek şehîd be.’ Gotin keça Semîre nû şehîd bû, bila navê wê Jîn be. Navê zaroka keç a ku di vê şerê de dayîk bû, kirin Jîn. Sala borî min wê dît, zarokek keç a zerik bû, mezin bûbû. Min dayika wê nas nekir, lê wê yekser min nas kir."
Her wiha Semîre Ehmed, diyar kir ku ji Rêveberiya Xweser mêr jî bi wan re mane û hevjînê wê jî tevlî şer bûye. Semîre Ehmed got: “Hevalên YPJ’ê ji min re digotin ger dayikên mîna we hebin Kobanê nakeve. Divê em heqê wan nexwin, 8 hevalên xort jî li gel me bûn. Wan jî bi me re xwarin çêdikirin. Alîkariya birîndaran dikirin. Êvaran nobed digirtin. Gotin, hevalên jin li vir dimînin, vê demê em jî bimînin, gotin em ê jî li cem şervanan bimînin."
'Kobanê bi saya wan şervanan li ser lingan ma’
Semîre Ehmed, anî ziman ku Kobanê bi saya wan şervanan li ser lingan maye û wiha got: “Ji ber ku ew ji mirinê netirsiyan. Em ketin malek, hevalek şehîd ketibû. Beriya ku şehîd bikeve, bi xwîna xwe li ser dîwar wiha nivîsîbû ‘Ez deyndarê Kobanê me.’ Canê û rihê xwe da bû lê hê jî digot ez deyndar im. Di berxwedana Kobanê de zarokên me şehîd ketin, em ji vir dernakevin, tu hêz nikare me ji vir derbixe.”
'Gelê Bakurê Kurdistanê gelek alîkariya me kir'
Semîre Ehmed, bal kişand ku gelê Bakurê Kurdistanê 4, 5 meh li ser sînor nobetê girtine û gelek alîkarî dane û wiha axivî: “Gelê Bakur guh neda baran û berfê. Di tevahiya berxwedana Kobanê de ew jî bi me re bûn. Gelê Kobanê yê derbasî bakur bû hembêz kirin. Em gelek spasiya we dikin. Çi pêwîstiyên me hebûn, ji me re dişandin. Em nikaribûn şehîdên xwe rabikin, me şand Bakurê Kurdistanê û şehîdên me jî wan defin kirin.”
'Em ê dev ji axa xwe bernedin’
Semîre Ehmed, herî dawî destnku îşan kir Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hê jî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve di bin gefan de ye û wiha axivî: “Her roj top û hawanan diavêjin sînorên me û avê qut dikin. Li sînor gelê me qetil dikin. Îsal gelek kes ji ber êrîşan şehîd bûn. Dewleta Tirk alîkariya DAIŞ’ê dike, destpêke wan derxistin pêşiya me û niha jî rasterast êrîşê me dikin. Em di ferqa vê xeteriyê de ne. Berxwedana Kobanê berdewam dike, bi dawî nabe. Em ê weke şêniyên Kobanê, jin û bi taybetî jî dayik her dem li ser lingan bin. Em ê dev jî ax û warê xwe bernedin.”