Bêrîvan ji ber qedexekirina zozanan her roj 3 saet rê diçin!
Bêrîvanên ku zozanên wan hatine qedexekirin her roj 3 saet di riyên berqef, bi xwelî û xirabe de diçin û tên. Bêrîvan, pereyê ku ji şîrê pez qezenc dikin jî li traktora ku pê diçin û tên xerc dikin û dixwazin edexeya li ser zozanê wan were rakirin.
Colemêrg – Colemêrga ku her roja diçe hejmara baregehên leşkerî û qereqolan zêde dibe, hema bibêje bûye wekî girtîgeha servekirî. Bi hinceta “ewlehiyê” gelek herêmên bajar hatine ‘qedexekirin.’ Ên ku ji vê qedexeyê zirara zêde dibînin jî jinên bêrîvan in. Bêrîvanên ku her sal diçin zozanan û bi şîrê pezên xwe penîr çêdikin ji ber qedexeyê neçar dimînin di riyên dûr û dirêj de biçin bên. Jinên bêrîvan ên ku diçin herêmên nehatine qedexekirin tenê dikarin pezên xwe bidoşin, nahêlin wekî berê konên xwe vegirin û li zozanan bimînin. Bêrîvanên li Colemêrgê her roj di riyên ku 3 saet didomin de diçin û tên.
Her roj di riyên bi xeter de diçin û tên
Bêrîvanên ku ji gundê Xirvatê yê Geverê diçin zozanan, di saetên sibehê de neçar dimînin di riyên berqef û bi xwelî û xubar û xirabe de derbas bibin ji bo bigihîjin zozanê Meydana Belek. Jinên bêrîvan, di tevahiya dema rêwîtiyê de ji bo xwe ji xweliyê biparêzin neçar dimînin çavên xwe jî bipêçin û ji ber xweliyê gelek caran nexweş dikevin.
‘Pereyê ku em ji şîr qezenc dikin hemû li riya ku em her roj diçin û tên diçe’
Jinên bêrîvan diyar dikin ku berê diçûn li zozanan konên xwe vedigirtin û çend mehan diman lê niha qereqol destûr nade wan. Bêrîvana bi navê Nihayet Zeydan diyar dike ku pereyê qezenc dikin hemû li traktora ku pê diçin û tên xerc dikin û wiha dibêje:
“Her roj em sibehê radibin, di riya bi xwelî û xubar de derbas dibin tên vê derê. Em dibêjin em li vir bimînin, konan vegirin lê leşker destûr nadin me. Em nizanin çima destûr nadin. Çend saetên bi hatin û çûyînê derbas dibin. Ger bihiştana em li zozanan bimînin em ê bimana, me çi wext bixwesta pezên xwe bidota. Pereyê ku em li traktora em pê diçin û tên xerc dikin, ji pereyê ku em ji şîr kar dikin zêdetir e! Ger em li zozanê xwe bûna hewceyê çûnhatin û xerckirina ewqas pere nedikir.”
‘Bila qedexeyê rakin bihêlin em biçin zozanê xwe’
Nihayet Zeydan xwest qedexeya li ser zozanan were rakirin û got: “Nahêlin em mala xwe bînin vê derê. Bila dest ji qedexeyan berdin, em werin zozanên xwe. Qereqola li gund destûr nade. Ji bo riya 3 saetan em neçar dimînin ewqas pere xerc bikin û jixwe ji ber riya bi xwelî gelek kes ji me nexweş ketin.”
‘Em nexweş ketin’
Ayşe Unat jî bal kişand ser mexdûriyeta ku dijîn û wiha axivî: “Ger em li zozanên xwe bimana gelek baştir dibû. Hem rê pir bi xwelî û xubar e hem jî pereyê em didin zêde ye. Şîrê pez jî wekî berê tune ye. Pereyê ku em ji şîr qezenc dikin jî hemû li rê diçe. Ger em li vir bûna dê pereyê me di cêba me de bimana. Hem pere di cêba me de tune ye, hem jî em nexweş ketine.”
‘Ev rê me gelek diwestîne’
Gulcan Çetînkaya jî da zanîn ku ew di saetên sibehê yên zû de tên zozanan, piştî ku taştiya xwe dixwin pezên xwe didoşin û wiha got: “Ev rê pir me aciz dike. Her roj 3 saetên me di rê de derbas dibin. Em hemû ji ber vê rê û xweliyê nexweş ketin. Riya ku em tê de tên hem berqef e, hem bi xwelî û xubar e hem jî dûr e.”
Gulcan Çetînkaya diyar kir ku ew dixwazin li zozanan bimînin û wiha got: “Ger li vê derê konên me hebûna em bimana me ewqas zehmetî nedikişand. Bi hinceta qedexeyê tenê dihêlin em werin pezên xwe bidoşin û biçin ev yek jî karê me gelek zehmet dike.”