Bêrîvan Hesen: Rizgarbûna herêmên dagirkirî bi yekrêziya Kurdan pêkan e

Endama meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Buroya Têkiliyên Derve ya herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Hesen bal kişand ser rewşa herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de û got: "Em tenê dikarin bi riya avakirina yekrêziya Kurdan herêmên xwe rizgar bikin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk ji dema dagirkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkanî her wiha Ezaz, Bab û Cerablûsê kiryarên herî hov bi riya çeteyên xwe pêk tîne. Her wiha ji guhertina demografî ber bi ferzkirina çand û zimanê tirkî li niştecihên herêmê, bicihkirina malbatên çeteyan li şûna şêniyên herêman ên resen û avakirina baregehên leşkerî. Dewleta tirk dixwaze xwe li herêmên dagirkirî ye mayînde bike û hewl dide ku bike berçeyek ji axa Tirkiyeyê. Der barê rewşa herêmên dagirkirî de, Endama Meclisa Giştî ya  Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Rêveberiya Buroya Têkiliyên Derve ya herêma Firatê Bêrîvan Hesen nêrîn û nirxandinên xwe ji ajansa me re anî ziman.
"Dewleta tirk kiryarên herî hov û dermirovî pêk tine"
Bêrîvanê di destpêkê de bi van gotina behsa kiryarên ku di hundirê herêmên dagirkirî de pêk tê kir: "Rewşa ku Sûriye tê re derbas dibe metirsiyê li ser gelê herêmê ava dike. Bi taybetî jî rewşa gelên li herêmên dagirkirî Bab, Ezaz, Cerablus, Efrîn, Serêkanî û Girê Spî ji hemû deveran xetertir e. Li Efrînê berxwedaniyeke mezin li hember dagirkeriyê hat kirin lê dewleta tirk çekên herî giran, balafirên şer û çete bi kar anî. Di wê demê de bajarê Guta yê li Şamê di rojevê de bû, ji ber vê me dît ku rejîma Baasê û dewleta tirk Efrînê bi Gutayê re guhertin. Rejîma Baasê bi wê kirinê rola xwe ya di dagirkirina axa Sûriyeyê de lîst. Kiryarên ku li Efrîn, Serêkanî û Girê Spî tên kirin, li derveyî pîvanên exlaqî, mirovî û yên cîhanî ku ji bo şer hatine pejirandin in. Jin, mêr, ciwan û zarokan îşkence dikin. Her wiha li ber çavên tevahî rêxistinên mafên mirovan û cîhanê jin bi kiryarên herî derexlaqî re bi tecawiz, revandin û îşkeceyê re rû bi rû dimînin."
"Dewletên navneteweyî û rejîma Baasê di lihevkirinan de hevpar in"
Bêrîvanê di domandina axaftina xwe de bêdengiya rejîma Baasê û civaka navneteweyî wiha nirxand: "Dema ku mirov bêdengiya civaka navneteweyî û rejîma Baasê dibîne, em dikevin gumanan. Rejîma Sûriyeyê çawa dikare dagirkeriya dewleta tirk ji axa Sûriyeyê re bipejirîne û bê bertek bimîne. Çawa dikarin qebûl bikin dewleta tirk ziman, çand û nasnameya xwe li şûna zimanê zikmakî yên neteweyên li herêmê bi kar bîne. Dewleta tirk herêmên dagirkirî bi alên xwe xemilandine û li dibistanan materyalên tirkî bi kar tîne. Dewleta tirk dixwaze hukiumdarî û desthilatdariya Osmaniyan careke din li Rojhilata Navîn zindî bike. Bêdengiya dewletên navneteweyî jî diyar dike ku di navbera wan de lihevkirinek heye. Ew dewlet wê rê nedin ku dewleta tirk xwe li tevahî cîhanê bi hêz bike lê ew dewleta tirk weke kaxeza bicihanîna berjewendiyên xwe bi kar tînin.
"Çareserî di yekrêziya Kurdan de ye"
Bêrîvan Hesen bal kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdan û wiha dirêjî da gotina xwe: "Divê ku em weke Kurd nebin qurbaniyên vê pêvajoyê, ji ber vê divê em dever, destkeftî, hebûn û nasnameya xwe di hundirê Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn de biparêzin. Li ser vê bingehê çarenûsa me Kurdan di vê pêvajoya dîrokî de, di xeterê de ye. Ji lewre pêwîstiya me bi yekrêzî û yekitiya Kurdan heye ku em bikaribin xwe ji siyaseta navneteweyî û dijmin biparêzin. Divê em di bizanibin ku tevahî hêzên hegomonîk li ser qedera gelê Kurd bûne yek. Em tenê dikarin bi riya yekrêziya Kurdan herêmên xwe yên dagirkirî rizgar bikin û statuya xwe biparêzin."
"Em destkeftiyên xwe biparêzin"
Endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Bêrîvan Hesen bi banga avakirina yekitiya Kurdan  dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku em destkeftiyên xwe biparêzin, pêwîstiya me bi gelek gavan heye. Di destpêkê de divê ku em weke Kurd kombûna xwe li derdora herêmên dagirkirî bi hêz bikin û deverên xwe rizgar bikin. Her wiha yekitiya gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêza me ye ku em bikaribin ji bo pêşeroja Sûriyeyê rola xwe di avakirina destûreke demokrat û azad ku tevahî pêkhate xwe di nav de bibînin, bilîzin."