Bêrîtan Kaya ya 12 salî: Ez hestiyên kalikê xwe dixwazim

Dema ku Xizmên Windayan û ÎHD'a li Amedê di hefteya 672'emîn de aqûbeta Mehmet Ozdemîr dipirsî, Bêrîtan Kaya di nameya xwe ya ji bo kalê xwe nivîsand de wiha bang kir: “Ez Dixwazim goreke bapîrê min jî hebe. Em hestiyên xwe ji we dixwazin. Ji bapîrê xwe û hevalên wî re bibêjim hestî, çiqas êşê bide min jî lê dîsa dixwazim.”

 
Amed - Xizmên windayan û endamên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê, ji bo aqûbeta kesên di cînayetên kiryar nediyar de hatin qetilkirin, di binçavan de hatin windakirin û kiryaran bipirsin careke din hatin cem hev.
Xizmên windayan ên ji bo lêgerîna edaletê 672 hefte ye bi dirûşma "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" dîsa li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê hatin cem hev, ev car aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê 41 salî ku piştî di 26'ê Kanûna 1997'an de li navenda Amedê ji aliyê kesên bi cil û bergên sivîl û radyo di destê wan de bi zorê hatin binçavkirin û heta niha agahî jê nayê girtin pirsîn.
 Bal hat kişandin ser rewşa girtiyên nexweş 
Dest pêke Sekreterê Şaxa ÎHD'ê Ferhat Berkpinar têkildarî girtiyên nexweş ên li girtîgehan daxuyanî da. Ferhat Berkpinar, anî ziman ku îro li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafan bi awayekî herî giran tê jiyîn, daneyên raporên salane yên Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê parve kir û diyar kir ku di meha dawî de 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane.
Ferhat Berkpinar, diyar kir ku yek ji wan girtiyê 82 salî û bi nexweşiya giran Mehmet Emîn Ozkan ê 25 sal in di girtîgehê de ye gelek nexweşiyên wî yên kronîk heye û ji ber derbas kirina krîza dil jiyana wî di xeteriyê de ye û diyar kir ku ew nikare pêwîstiyên xwe pêk binin. Ferhat Berkpinar bi bîr xist ku der barê Mehmet Emîn Ozkan ê ku ji ber rewşa tenduristiyê ji bo taloqkirina ceza serî li dozgeriyê da, tevî hemû pirsgirêkên tenduristiyê rapor hat dayîn ku dikare di girtîgehê de bimîne.
Banga çavdêrî û qontrolkirina lezgîn 
Ferhat Berkpinar diyar kir ku ji aliyê raya giştî ve tê zanîn ku rewşa tenduristiyê ya Hevseroka berê ya HDP'ê Aysel Tugluk a ji sala 2016'an ve li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê girtî ye, ne baş dibe. Ferhat Berkpinar, diyar kir ku di doza Mehmet Emîn Ozkan û Aysel Tûglûk de bi sedan girtiyên nexweş nikarin bi tena serê xwe bijîn û nexweşiyên wan di bin şert û mercên girtîgehê de nayên dermankirin û wiha got: "Divê înfaz ji bo hemû girtiyên nexweş bê taloqkirin. Pêwîste Wezareta Dadê li ser girtiyên nexweş û mehkûmên bi taybetî yên li ber mirinê ne, lêkolîneke pir lezgîn bike.” Her wiha bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê û binpêkirinên giran ên mafan ên li hundir, bi lezgîn çavdêrî û kontrolê bikin.
Ferhat Berkpinar ê Taybet Înan a li Silopiyayê di dema qedexeyên derketina derve de hat qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma bi bîr anî û got: “Cenazeyê Taybet Înan 7 rojan li erdê mabû. Ev di heman demê de tê wê maneyê ku rûmet û wîcdanê însan 7 rojan li wê kuçeyê hat hiştin.”
 
Bêrîtan nameya ji bo kalikê xwe nivîsand xwend
Piştî Ferhat Berkpinar, neviya Mehmet Ozdemîr ê winda Bêrîtan Kaya ya 12 salî nameya ku nivîsandibû xwend. Rêzên ku Bêrîtan Kaya ji bo kalikê xwe û têkoşîna windakirinê nivîsandiye wiha ye: “Di destpêkê de ez destê wan dayikên me ku têkoşîna bila winda bên dîtin û faîl werin darzindin li gel germ, serma, baran û heriyê dane destpêkirin maçî dikim. Ev çîrok ne ya kalikê min bi tenê ye. Ev çîroka hemû bav û kalên me yên ku bûne qûrbanên cînayetên kiryar nediyar e. Çîroka me, derdê me, serpêhatiyên me hevpar in. Lê em ê dest ji hilgirtina çîrokên xwe, derdê xwe bernedin. Ez bapîrê xwe dixwazim, ez hevrêyên kalikê xwe dixwazim. Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya ji bo dîtina mirî û saxên windayan bernedin. Mîna her kesî, daxwazên min hene. Dixwazim goreke bapîrê min jî hebe. Em hestiyên xwe ji we dixwazin. Ez dixwazim ji bapîrê xwe û hevalên wî re bibêjim hestî, çiqas êşê bide min jî lê dîsa dixwazim. Ez rojên ku ez li ser gora kalikê xwe rûnim û biaxivim dixwazim. Bêguman ew roj dê werin. Gelek dayikên me ji nav me barkirin û têkoşîna wan edaletê neçû serî. Ez destên we maçî dikim dayikên hêja. Bila cihên we bihişt be. Li cihê ku wan hişt em ê bidomînin. Em ê ti carî dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernedin. Windabûna di girtîgehê de sûcê mirovahiyê ye. Em ê dev ji daxwaza ku kiryar bi me re rûbirû bimînin û bên darizandin, paşve neavêjin."
Zextan neçarî koçberiyê kir
Yek ji parêzerên Şaxa ÎHD'ê Jiyan Ormanli çîroka windakirina Mehmet Ozdemîr parve kir. Jiyan Ormanli, da zanîn ku Mehmet Ozdemîrê ku di sala 1954'an de li gundê Arakî (Kiyî) yê Licê ya Amedê ji dayik bûye, zewicî ye û 7 zarokên wî hene. Jiyan Ormanli, diyar kir ku gundê Arakî yê ku malbat lê dijiyan, her tim ji aliyê hêzên dewletê ve rastî êrîşan tê. Malbata Ozdemîr ji ber van zextan neçar ma koçî navenda bajarê Amedê bike û piştî demekê gundên wan ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin û valakirin. Her wiha Jiyan Ormanli da zanîn ku Ozdemîr roja 26’ê kanûna 1997’an li Amedê dema diçe qaweyê cem hevalê xwe du kesên cilên sivîl li wan û çek di destê wan de wî ji qaweyê direvînin û dibin û ji wê rojê ve agahî jê nehatiye girtin. 
Ji doza ku der barê wî de hatibû vekirin, hat berdan
Jiyan Ormanli, anî ziman ku Mehmet Ozdemîr ê ku beriya windakirina bi zorê gelek caran hate binçavkirin û rastî îşkenceya giran hat, di 5'ê Tebaxa 1997'an de careke din bi ser mala wî de girt û piştî 4 rojan di binçavkirinê de ma hat berdan. di sala 1998'an de ji vê dozê beraet kir. Diyar kir ku Mehmet Ozdemîrê ku bi hinceta "alîkarî û piştgirîkirina rêxistina terorê" dihat darizandin, di sala 1998’an de ji vê dozê beraat bû.
AÎHM’ê biryara binpêkirine da
Jiyan Ormanli bal kişand ser doza ji bo Ozdemîr hatiye vekirin û got Miduriyeta Polîsan ewilî binçavkirina wî qebûl kiriye û pişt re jî red kiriye. tevî hemû hewldanên malbatê û doza hat vekirin jî tu agahî nehat wergirtin û ji ber li Tirkiyê doz hat redkirin malbatê di sala 1999’an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê daye û di 8’ê çileya 2008’an de derbarê dozê de biryara binpêkirinê daye. 
Piştî daxuyaniyê çalakiya vê hefteyê ji bo Mehmet Ozdemîr ê ku di bin çavan de hat windakirin, ji bo kesên ku di bin çavan de hatin windakirin û windahiyên kiryar nediyar çalakiya deqeyek rûniştinê bi dawî bû.