Behiya Murad: Divê jin destûr nedin “ofîsa bêexlaqî û bêrûmetiyê”

Rêveberiya Mala Jin a Kantona Qamişloyê Behiya Murad der barê ofîsa pirjiniyê ya li Ezazê de got ku bi riya van ofîsan dixwazin jinan îstîsmar bikin û wan ji bo kêfa xwe bi kar bînin û di encamê de civakê ber bi xerabiyê ve bibin. Behiya bang li jinan kir ku teslîmî van kiryaran nebin û yekitiya xwe mezin bikin.

Rêveberiya Mala Jin a Kantona Qamişloyê Behiya Murad der barê ofîsa pirjiniyê ya li Ezazê de got ku bi riya van ofîsan dixwazin jinan îstîsmar bikin û wan ji bo kêfa xwe bi kar bînin û di encamê de civakê ber bi xerabiyê ve bibin. Behiya  bang li jinan kir ku teslîmî van kiryaran nebin û yekitiya xwe mezin bikin.
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Ji destpêka dagirkirina dewleta tirk û çeteyên opozîsyonê yên bi ser navê wê ji hin herêmên Sûriyeyê, kiryarên herî qirêj û dijmirovî li ser pêkhateyên wan herêman pêk tînin çi kuştin, binçavkirin, talankirina û wêrankirina milk û malên sivîlan û dûrxistina wan ji mafên wan ên herî bingehîn, bi taybetî kiryar û sûcên der heqê jinan ku ji roja dagirkirina wan ve li wan herêman pêk tên. Di dema dawî de li navçeya Ezazê ya dagirkirî ya girêdayî bajarê Helebê yê Rojhilatê Sûriyeyê, ofîseke pirjiniyê vekirine da ku rewşa wan îstîsmar bikin. Girêdayî mijarê, Rêveberiya Mala Jin a Kantona Qamişloyê Behiya Mûrad nirxandin kir.
“Ji bo jinan bi kar bînin tiştên wiha dikin”
Behiya kiryarên opozîsyona Sûriyeyê ya girîdayî dewleta tirk anî ziman ku ji jinan sûd werdigrin û wan ji bo kêfa xwe bi kar tînin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Çeteyên opozîsyona Sûriyeyê yên girêdayî dewleta tirk, di herêmên dagirkerî de gelek kiryarên qirêj li ser pêkhateyan pêk tînin, bi taybetî li ser jinan. Li gorî berjewendiyên xwe her tiştî dimeşînin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyan, mafên jin, zilam û zarokan di wan herêman tune ne. Her wiha ji xwe re jinan wekî hedef digrin dest ku ew tenê şeref û namûs e û divê vê şerefê biparêzin. Şeref ji bo me axa me ye, ya herî pîroz ew e. Jixwe artêşa me jinan li ser esasê wê serî hilda û parastina axa xwe dike, têkoşîna me û parastina me ji ax, jin û paşê jî ji civaka me re ye. Di dema dawî de, opozîsyona Sûriyeyê ofîseke pirjiniyê vekiriye da ku rê li ber zilaman vebe bi du jin, sê û çaran re jî bizewicin. Mêjiyê çeteyan tenê li ser tiştên cinsî û bêexlaqî ye, ji bo vê yekê ji jinan sûd digrin û wan ji bo kêfa xwe bi kar tînin. Mala Jinê ji bo parastina mafên jinan hat avakirin û li gorî kar û xebatên ku em di mala jinan de didin meşandin û di şoreşa Rojava de di hemû salên wê de li Rojavayê Kurdistanê jinek qebûl nake. Em ofîseke bi vî rengî dibînin û ya ku rêveberiya wê jî dike jinek e. Em matmayî dimînin û li gorî hestên jinan em di wê baweriyê de ne ku ev jin di bin zexteke mezin de ye û di bin gefên wan çeteyan de ev yek qebûl kiriye her wiha ev yek tê wateya ku ev jin ne bi îradeya xwe rêveberiya vê ofîsê dike.”
Behiya got: “Ev mantiqeke şaş a li dijî nirxên herî bingehîn ên mirovane ye. Divê rûmeta jinan û rola wan di jiyana giştî de were parastin û bihêzkirina wan bi rewşa wan a malbatî û rola ji wan re hatiye diyarkirin ve neyê girêdan. Her wiha gere zewaca jinan bi îradeya wan û azadî be yan wekî din nabe. Kesên ku xema jinebiyên şehîdan dikin, ji bo parastin û bihêzkirina wan di warê zanistî, aborî, û qanûnî de bila hewl bidin, li şûna wan îstîsmar dikin. Çima heta vê rojê saziyeke jinan ava nekirine? Ger ku xwe berpirsyarên van jinan bibînin, bila saziyan ji wan re ava bikin û wan di hemû beşên jiyanî de bi pêş bixin. Me bi hezaran şehîd dan û jinebiyên şehîdên me jî hene lê em têdikoşin da ku bikaribin xwedî li wan derkevin. Di heman demê de jî zarokên şehîdan di sîstema me ya Rêveberiya Xweser de pîroz in û cihê xwe di dibistanan de digrin û xwedîderketin li wan heye. Tu caran Rêveberiya Xweser, jinebiyên şehîdan îhmal nekiriye û nehiştiye ku bikevin rewşeke wiha zor ku neçar bibin bizewicin.”
“Ev ofîs dê bandorek xiratir li ser jinên herêmên dagirkirî bike”
Behiya destnîşan kir ku ev ofîs bandoreke neyînî li ser hişmendî û pêşketina jinên wan herêmên dagirkerî dike û wiha berdewam kir: “Ev ofîs, civakê bi aliyê xerabiyê ve dibe. Ev ofîsên bi vî rengî, bandoreke neyînî li ser hişmendî û pêşketina jinên herêmên dagirkerî dikin û mafên wan naparêzin. Jinên wan herêman êşê dikşînin lê hîn desthiltdariya zilam tê meşandin, bi taybetî ku piraniya wan ji pêkhateyên Ereb in û li cem wan hinekî asêtir e û ji bo vê yekê nikarin serî rakin. Em wekî mala jin dibêjin ku pêwîst e êdî jinên Ezazê serî rakin û xwe bi rêxistin bikin her wiha hewl bidin xwe bigihîjînin cihekî da ku alîkarî bidin bigrin û yektiya xwe ava bikin. Hê tu kes negihîştye wan jinan ji bo wan perwerde bike. Ji ber ku xwe dîtine nedîtine, çeteyên teror û dewleta tirk ên hov li derdora xwe dîtine û em di wê baweriyê de ne ku ew ji vê rewşa xwe nerazî û bêzar in.”
Behiya bang li jinên Ezazê kir ku van kiryarên li ser xwe qebûl nekin û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e em wekî tevgera jinan, bi riya ragihandinê, dengê xwe bigihîjînin van jinan û em ji wan re dibêjin ku bila li ser xwe qebûl nekin û li hemberî van kiryarên qirêj bisekinin. Şoreşa me ya Rojava, şoreşa azadiya jinan e. Jin cihê xwe di hemû sazî û dezgehan de digrin û ji her kesê re îsbat kirin ku yên pêşeng in û civakê bi rê ve dibin jin in. Her wiha li Rojavayê Kurdistanê dezgeh, sazî û rêxistinên taybet bi jinan hene, mînaka wê ya herî pîroz jî, artêşa me ya jin Yekîneyên Parastina Jin e. Jinên wan herêmên di bin destên dewleta tirk û çeteyên opozîsyonê de, di dojehê de dijîn. Yek jî civakê bi aliyê xirabûn û felaketê ve dibin û di encamê de civakeke ne durist û li ser esasê zayendperestiyê derdikeve holê. Dibe ku em nikaribin xwe bigihîjînin van jinan ji ber ku ew di herêmên dagirkerî de ne lê em hewl didin bi riya ragihandin û Medyaya Civakî û daxuyaniyan ku em xwe bigihîjînin wan alîkarî û hişyariyê dibin wan, ji ber ku ev kiryar û proje yên hişmendî û fikrên zilam in. Ji bo ku têgihîştina jin ji ve projeyê razî ne biafirînin, jinan di van ofîsan de didin xebitandin lê divê her kes bizanibe ku her tişt di bin zext û zoriyê de tê kirin.”