Baraa Lafî li Xezayê pêşengiya boykotkirina kelûpelên Îsraîlê dike

Baraa lafî destnîşan dike ku wê bi tîma xwe ya ji 12 endaman pêk tê re, dîtine ku welatiyên li kolanê ji vê agahiyê ecêb mane, welatiyan piştrast kirine ku haya wan jê tunebû ku DYA duyemîn mezintirîn dewleta ku piştgiriyê dide artêşa Îsraîlê ye.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Niştecihên li Xeza û Bankariya Rojava bi rêjeyeke mezin îtîmada xwe didin ser kelûpelên Îsraîl. Bi gelemperî piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê wekî duyemîn mezintirîn împaratorê van berheman hat hesibandin lê piraniya Filistîniyan ev agahî nedizanîn ji ber ku Îsraîlê ji wan veşartibû. Ji ber vê Baraa dest bi hemleyê kir da ku daneyan vebîne û banga boykotkirina kelûpelan bike.
Baraa Lafî dibêje ku wê tîma hemleya boykotkirina kelûpelên Îsraîlê piştî şerê ku di sala 2014’an de li ser Xezayê qewimî saz kiriye. Wê bi riya hemleyê diyar kir ku kirîna wan berheman piştgiriya bûdceya artêşa Îsraîlê dike. Ew dewleta ku malên sivîlan bi ser serê wan de hildiweşîne û jin û zarokan dikuje. 
Ji sedî 70 welatî tevli hemleyê bûn
Baraa lafî destnîşan dike ku wê bi tîma xwe ya ji 12 endaman pêk tê re, dîtine ku welatiyên li kolanê ji vê agahiyê ecêb mane, welatiyan piştrast kirine ku haya wan jê tunebû ku ew duyemîn mezintirîn dewleta ku piştgiriyê dide artêşa Îsraîlê ye û wiha didomîne:
“Beriya şerê herî dawî li ser Xezayê min tu nerazîbûn ji aliyê gel ve nedît lê îro rêjeya tevlibûna wan gihîştiye ji sedî 70, jixwe ev yek jî vedigere rewşa tirsnak a ku Îsraîlê li ser sivîlan ferz kiribû. Dema ku min serdana  bazirganên mezin kir, min ji wan re hemeleya " ji sedî 16" şîrove kir ku ew jî hemleya nedayîna piştgiriya artêşa Îsraîlê bû. Her wiha min ji wan re diyar kir ku kelûpelên Îsraîlî xwediyê kodek yekgirtî ye ku ew jî hejmara wê "729" e.” 
Bi tecrubeya xwe dest bi hemleyê kir
Baraa Lafî da zanîn ku wê kar û xebat zêde kiriye da ku derbasî pêvajoyeke nû ya hemleyê bibe ku bijîşk Basim Neîm diravê ji bo lêçûnên wê hemleyê girtiye ser milên xwe û diyar dike ku bijîşk eleqeya çalakiyan nake û nêrîna xwe jî der barê tiştekî de nade, ew tenê dirav dide da ku di hemleyê de gavên nû werin avêtin wekî ku bi hevkariya Wezareta Ragihandinê re kongre li dar bixe da ku agahiyên xwe yên berê teqez bike.
Baraa Lafî got ku ew ji roja ji dayikbûna xwe ve li Swêdê dijiya, li wir fêr bû ku çawa hemleya boykotkirina kelûpelên Îsraîlî birêve bibe û wê tecrubeya xwe veguhest Xezayê û got: “Di destpêkê de min gelek zehmetî dîtin ji wan yek nepeydakirina berhemên herêmî yên alternatîf bû.” 
Li ser malperên tora civakî çalakiyan organîze dike
Ji ber rola mezin a malperên tora civakî, Baraa Lafî destnîşan dike ku wê bi gelek çalakvanan re li ser malperên tora civakî li hev kiriye da ku danişîneke rêxistinkirî her roja pêncşemê li dar bixin û got: "Ez îro kêfxweş im ji ber ku şopînerên malpera boykotkirina kelûpelên Îsraîlê zêde bûne.”
Baraa Lafî bi bişirîneke serbilind wiha dawî li axaftina xwe anî; "Dema ku min bihîst zarokek ji hevalê xwe re dibêje kartona şîr peşve vegerîne, ji ber ku ew hilberînek Îsraîlê ye, wê demê min hîs kir ku xebata bi rêxistinkirî ya malbatê heya zanîngeh, wezaret û kolanan bandora xwe nîşan daye.”