Bandor û zirara pêvajoya coronayê li ser jinan zêde bû

Aktivîsta civakî Temara Hedad dibêje ku di dema qedexeya derketina derve de bandorên neyînî li ser jinan zêde bûne ji ber ku berpirsyariyeke jinan a civakî jixwe têra xwe hebû, bi taybetî jinên ku berpirsyariya malê li ser milên wan bû, di dema nexweşiya coronayê de bi roj û şev dixebitîn.

TEHRÎR BENÎ SAXIR
Ramallah- Aktivîsta civakî Temara Hedad dibêje ku gelek jin hene projeyên wan ên takekesî biçûk mîna dirûtin û karên destan hene ku rewşa wan a aborî baş dike lê qedexeya derketina derve bi awayekî neyînî bandorê li ser wan kiriye her wiha şîdeta nava malbatê jî zêde bûye.
Wekî aktîvîsteke civakî di dema pandemiyê de tu beşdariya jinan a jiyana civakî çawa dibînî?
Di dema vîrusa kovîd -19 de welatparêzî bi awayekî aşkere derket pêş, diyar bû ku roleke jinan a civakî û dilxwaziyê heye. Bi riya komên jinan ên dilxwaz, ji aliyê komîteya awarte û komîteya tenduristiyê ve karên civakî hatin kirin. Di çarçoveya mirovî û bihêzbûna takekesî de berpirsyariyeke jinan a civakî hebû her wiha di asta kar û rêvebirina malê de jî roleke wan hebû. Bi taybetî jinên ku berpirsyariya malê dikin, di dema nexweşiya coronayê de ew bi roj û şev li ser kar in. Tecrubeya jinan hewce ye ku were aktîfkirin da ku roleke wan a aktîv di rêvebirina aloziyên pêvajoyên mîna pandemiya coronayê de hebe.
Heta çi astê jinan zirar ji pandemiya coronayê dît, bi taybetî di aliyê aborî de?
Qedexeya derketina derve bi awayekî aşkere bandorê li aliyên aborî kir. Bi taybetî li wan malbatên ku derfetên kar bi dest nexistine, vê yekê bû sedem ku bê îstqrarbûn di jiyana wan de were avakirin. Ji ber ku piraniya karmendan îtîmada xwe didin ser firokgehên ku pê debara jiyana xwe dikin lê qedexeya derketina derve ji bo wan bû pirsgirêk û aloziyek bi xwe re anî. Vê rewşê bandor li jinên karmend kir û roj bi roj rewşa wan a aborê aloztir kir.
Gelo di dema coronayê de parastin û piştgirî ji jinan re hebû?
Ez bawar nakim ku parastina mafên wan hebe, bi taybetî karkerên jin ên li malan dixebitîn, bi hinceta ku jin ji ber qedexeya derketina derve naçin kar hin rêveberan ew ji karê wan derxistin û yên dernexistin jî ew bê fon hiştin.
Ji ber qedexeya derketine derve rewşên şîdeta nava malbatê li hundir digel nebûna parastina qanûnî zêde bû, ji ber vê em bi hewceyî yekitiyê ne da ku jinan biparêzin û parastina mafên wan ên şeriî û mirovî bikin.
Li gorî lêkolîna Komîteya Neteweyên Yekbûyê ya Jinan di sala 2020’an de aloziya ji ber nexweşiya coronayê bandorek mezin li ser jinên Filistînê kiriye û rêjeya şîdeta malbatî pê re zêde bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku komeleya cîhanî ya afirandin û zanistên mirovî jina aktivîst Temara Hedad ku di cîhanê de di warê mirovî, civakê, çandî û afirînerî de xwedan kesayetek bi bandor e xelat kir.
Aktivîsta civakî Temara Hedad kî ye?
Nivîskar û aktivîsta civakî û endama şaredariya EL-Bîre Temara Hedad 40 salî ye, rehên wê ji bajarê EL-Xelîl e wê beşa aborî û siyasetê li zanîngeha Urdunê xwendiye, li ser Filistînê lêkolîn li zanîngeha Malezyayê kiriye û li ser koçberan di akademiya koçberên Filistînê de lêkolîn kiriye. Pirtûka bi navê “Azadî nabe herî” nivîsandiye ku mijara dozên malbatan digre nav xwe.
Ew endama komîteya rêveber a gelek komeleyan û saziyên civakî, jîngerî û perwerdeyê ye her wiha endama tora erebî ya çand û ragihandinê ye.