Bajarokê Baxozê bi hevgirtina gel vedigere jiyana xwe ya normal

Heveroka Meclisa Baxozê Madelîn Ebd El- Rahman da diyarkirin ku piştî rizgarbûna bajarokê Baxozê jin gihîştin azadiya xwe û di hemû aliyan de bûne xwedî biryar.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazorê -Bajarokê Baxozê dema ket destên çeteyên DAIŞ’ê yên herî zêde êş kişandin jin bûn. Piştî ku bajarokê Baxozê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hat rizgarkirin jinan nefesek kişand û dest bi afirandina jiyana azad kirin. Heveroka Meclisa Baxozê Madelîn Ebd El- Rahman der barê rewşa jinan a piştî rizgarkirina Baxozê de ji ajansa me re axivî û got: “Rola jinan li vê derê bi cih bûye û dikarin di warên cuda de bixebitin jiyana xwe wekî piştî rizgariyê nûbûyî bi nav dikin her wiha jiyana beriya rizgariyê ne weke jiyana piştî rizgariyê ye ji ber ku îro di biryarên çarenûsî de jî nêrîna xwe dide. Kesayeta xwe û hizra xwe bi pêş dixin û wekheviya zayendî heta asteke mezin pêk hatiye mêr nikarin di biryaran de bi tenê bin lê bi sîstema serokatiyê ya hevbeş biryar bi hev re didin. Ev tişta ku piştî rizgarkirinê diqewimî pêngaveke di warê mafên jinan de rola wan di pêşengiya civakê de heye.”

 “Bi piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk me herêm ji nû ve ava kir” 

Madelîn Ebd El- Rahman  da zanîn ku avakirin ne tenê madî ye û wiha got: “Piştî rizgarkirinê avakirina jiyana mirovane dest pê kir her wiha pêvajoya ji nû ve avakirina bajarokê Baxozê bi hewldanên xwecihî yên xelkê herêmê û bi piştevaniya Rêveberiya Xweser bi qonaxên gav bi gav bû lê yekem tiştê ku li ser hat xebitandin, avakirina kes û kesayetiyê bû. Çeteyên DAIŞ’ê mîrateyeke giran a wêranî û talanê li dû xwe hiştin û di encama şerên dijwar de piraniya avahiyên Baxozê wêran bûn. Xebatên jinûveavakirinê rastî astengî û zehmetiyên mezin hatin lê bi ruhekî berpirsyarî û hevkariyê bi hev re me derbas kir.”

Madelîn Ebd El- Rahman bi bîr xist ku piştî rizgarkirinê Komîteya Xizmetguzariyan bi hevkariya çend rêxistinan dest bi kar kir ji bo rakirina 48 hezar metrekup kavil û ji sedî 75 bermahiyên şer û wiha domand: “Karê Şaredariya Gel li bajarokê Baxozê hat aktîfkirin da ku dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyên xwe ji xelkê re bike, li gel asfaltkirina riya giştî ya bajêr ku dirêjahiya wê zêdeyî 8 km. ye. Vejandina yekem kargeha avê ya Baxozê, çêkirina toreyên avê û rêjeyek baş ji toreyên kanalîzasyonê û firina paşvekişandinê hat vekirin. Tevî zehmetiyên ku em tê de bûn ji ber fikra îdolojiya tundrew a çeteyên DAIŞ'ê tişt ji bo me bi wate li hemberî hemû windahiyan îro em di raman û îfadeya xwe de azad in.”

“Daxwaza gel a aktîfkirina komînan hebû ji bo belavkirina rêgezên neteweya demokratîk”

Madelîn Ebd El- Rahman qonaxa yekem a vegera Baxozê wiha anî ziman: “Dema ku gel dest bi vegera bajar kir, Meclisa Xwecihî ya Baxozê hat avakirin. Gel daxwaz kir ku hejmara herî mezin a komînan were aktîfkirin da ku prensîbên neteweya demokratîk belav bikin. Her wiha têkiliyên rasterast bi wan re ji bo bilindkirina hişyariyê û gudarîkirina daxwazên wan, 18 komîn hatin avakirin û li ser taxên bajarokê Baxozê hatin dabeşkirin, ev yek ji pêngavên herî girîng ên encamên li herêma rizgarkirî hatibûn dîtin bûn. Bajarokê Baxozê bi saya hevgirtina Hêzên Sûriyeya Demokratîk re, bi ewle bû. Vê rizgariyê serkeftinek mezin bi dest xist û riya ronahiyê ji gelên têkoşer ên ku hesreta azadiyê dikişandin re vekir. Berdewamiya krîza Sûriyeyê encama nebûna projeya demokratîk e û me daxwaza pejirandina wê kir.”

“Di dema şerê Baxozê de jin rastî gelek êş û zehmetiyan hatin”

Fatima El-Selame yek ji Jinên Baxozê ye da diyarkirin ku di dema dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de herî zêde jinan êş kişandine û wiha got: “Me wekî jin gelek êş kişand çeteyan qanûnên xwe yên hişk pêk anîn, cil û berg û derketina ji malê, me neçar kirin ku ser û rûyê xwe bi tevahî veşêrin tenê çavên me ji derve man. Di nava pênc salan de em jiyana normal nejiyan di dema şeran de jî koçberên kampê bûn û çeteyên DAIŞ'ê me wekî mertalên zindî bi kar dianîn. Destûr nedan me ku em derkevin û xwe li Hêzên Sûriyeya Demokratîk bigrin lê piştî rêzgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ'ê bi destên Hêzên Sûriyeya Domkratîk jiyan ji bo jinan ji berê gelek xweştir bûye.”