Aytan Silêmen di oxira Efrînê de 2 lawên xwe wenda kir

Dayika du zarokên xwe di berxwedana Serdemê de windakirî Aytan Silêmen got: “Li ser erdnîgariya Efrînê ya biçuk destanên qehremaniyê hatin nivîsîn.”

Heleb- Dayika Aytan Silêman a 47 salî ji gundê Dereqliya yê navçeya Şeraya Efrîn Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Zarokê xwe yê mezin Çekdar Emenos tevli Tevgera Azadiya Kurdistanê kir. Di dema tevlibûna kurê wê Çekdar de xwişk û birayên wî biçûk bûn û piştî neh salan ji tevlibûna Çekdar yekem car di sala 2018'an de derbasî Efrînê dibe. Dayika Aytan dema êrîşên ser Efrînê dest pê dike kurê xwe Demhat Efrîn dişîne çeperên şer ji bo bi hevalên xwe re Efrînê biparêze. Bi vî halî her du bira Çekdar û Demhat demek dirêj hev nabînin.
“Hemû hewildan ji bo parastina axa me bû”
Bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker re di 20’ê Çileya 2018’an de, dayikên Efrînê zarokên xwe dişînin çeperên şer. Bi vîneke xurt û bêyî ku li hestên dayiktiyê guhdar bikin xema wan tenê parastina axê ji dagirkeran bû. Dayika Aytan Silêman ku her du zarokên wê di berxwedana Serdemê de şehîd bûne ji me re axivî. 
Çekdar û Demhat cihê xwe di eniyên şer de digrin, di rojek de komên her du birayan di malakê de digihîjin hev. Li ser sifreya xwarinê şervanên her du koman pirsa hev digirin, her du birayan hevdu nas kir û ji nişkêve şer derdikeve û her komek diçe eniya xwe. Bi vî rengî bi hevdîtina yekem û dawî her du bira hev hembêz dikin. Di encama êrîşên giran de Çekdar di 28'ê Çileya 2018'an de li gundê Qude yê Racoyê û Demhat di 27'ê Çileya 2018'an li gundê Xelîl ê navçeya Şiyê şehîd dikevin.”
Rola dayikên Efrînî di şer de
Aytan di destpêka axaftina xwe de behsa şerê li ser Efrînê kir û wiha pêde çû: "Erdnîgariya Efrînê gelek biçûk bû lê destanên qehremaniyê lê hatin nivîsandin. Di şerê Efrînê de dayikan li kêleka şervanên xwe bûn, hin ji wan çek rakirin û derbasî mewziyên şer bûn, xwarin amade dikirin û parastina tax û gundên xwe dikirin. Her wiha şehîdên xwe jî bi tilîlî û moraleke xurt oxir dikirin. Beriya şer min cihê xwe di rêveberiya xeta Meydankê de digirt lê bi giranbûna êrîşan re gel berê xwe da navenda bajara Efrînê û wisa me dest bi şerê hebûnê kir."
Êşa şehadeta zarokên xwe veguherand têkoşînê
Tevî şehadeta her du zarokên wê Aytan êşa xwe vediguherîne têkoşîna li dijî dagirkeriyê û bi vî rihî tevli dibe. Têkildarî vê yekê Aytan wiha dibêjê: "Dema şehadeta her du zarokên min îlan kirin ez nabêjim hestên min ên dayiktiyê neherikîn ji ber pir bi êş bû lê min ev êşa xwe veguherand têkoşînê. Dema min ewqas dayikên şehîdan didîtin û li kêleka wê bêbextiya dewletan didît, kîna min li dijî dagirkeran bilind dibû. Min dest bi xebata piştgiriya dayik û hevjîinên şehîdan kir, di hemû merasîmên şehîdan de min cih girt. Kurê min Demhat bavê zarokekî bû, ji bo wê ez zarokên wî li ser exlaq û felsefeya jiyana rast mezin dikim, da ku bizanibin şerefa gelê Kurd welat û axa wan e ji bo parastina wê em dijîn."