Awat 36 sal in li benda vegera hevjînê xwe ye
Di operasyonên bi navê ‘Enfal’ ku di sala 1983’yan de ji aliyê rejîma Baasê ve li dijî Kurdan hatin destpêkirin û heta 1988’an domiyan de bi hezaran kes winda bûn. Di enfala deşta Koyê de jî 73 jin 300 zarok hatin qetilkirin.
ŞIYA KOYÎ
Koyê- Beriya 36 salan di sala 1983’yan de rejîma Baasê bi biryara rasterast a Sedam Hisên di bin rêveberiya Elî Hesen Mecîd de enfala li dijî gelê Başûrê Kurdistanê bi heşt qonaxan hat destpêkirin û heta sala 1988’an berdewam kir. Armanca rejîma Baasê bi enfalê tunekirina gelê Kurd bû. Ji ber wê di heşt qonaxan de 182 hezar welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û winda bûn. 4500 gund hatin şewitandin û xirakirin.
Tenê li gundê Kilêse yê li navçeya Aştî ya ser bi bajarokê Koyê yê girêdayî parêzgeha Hewlêrê, 103 welatî hatin qetilkirin. Di nava qonaxa çarem a Enfalê de li sînorê Koyê ku sê rojan berdewam kir, zêdetirî 900 kes hatin qetilkirin.
Tevî derbasbûna 36 salan di ser Enfalê de û 20 sal zêdetir bi ser hilweşîna rejîma Beesê re jî heta niha cenazeyên tu kesên ji bajarokê Koyê nehatine vegerandin.
‘Bi gotinan ew roj nayên vegotin’
Awat Xeniye ku ji enfalê rizgar bûye dayika sê zarokan bû, di dema enfalê de keça wê ya bi navê Întîzar di zikê wê de bû, hevjînê wê winda bû, wiha behsa enfalê kir: “Niha 36 sal derbas bûne û Întîzar hê jî li benda bavê xwe ye. Bi xwe zewiciye û dayika sê zarokan e lê belê bavê wê venegeriya. Şev bû gotin rejîma Baasê û çeteyên Koyê jî li gel bûn, êrîşî deşta Koyê kirin. Sê keçên min hebûn, ez ducanî bûm. Hevjînê min û birayê xwe herdu nikaribûn bikevin Koyê, wan em li keran siwar kirin, nîvê şevê ber bi Koyê ve bi rê ketin. Hinek bi ling diçûn, wê şevê rê gelek nexweş bû. Min nû zaroka xwe anibû û sê zarokên min û xesûya min, em di rê de gelek westiyan, her kêliyek ji bo me gelek zehmet bû, qîrîna zarokên min ji birçiyan û tînan qut nedibû. Ez çawa behs bikim nikarim weke pêwîst behsa wan zehmetiyên ku me dît bikim. Heta bû roj em gihîştin nava Koyê.”
‘Gundên me ji aliyê leşkeran ve hate talankirin’
Awat Xenî diyar kir ku gundê wan ji aliyê rejîma Baasê ve hatiye talankirin û wiha got: “Piştî gundê me ji aliyê çeteyan ve hat talankirin, tiştek nema. Hevjînê min û birayê xwe hatin Koyê, li malekê bûn û xwe vedişartin heta roja enfala Koyê. Barq Hacî Huntey dirinde û Elî Hesen Mecîdê kîmyewî di nava helîkopterê de li ser esmanên Koyê digeriyan. Dengek bilind ji helîkopterê dihat digot ‘bila kes dernekeve derve.’ Hevjînê min û birayê xwe li gel mêrên gund, xizm û kesên din 17 mêr bûn. Hemûyan biryar dan biçin mala misteşar, gotin ger biçin hûn ê bi selamet bin. Hevjînê min got; ‘em neçin’ birayê wî got; ‘em biçin baştir e.’ Bangewazî dihat kirin digotin ên ku biçin baregehan wê neyên girtin. Hemû bi hev re çûn mala musteşar û piştre li wê derê yên rizgar bûn gotin bi maşîneyên leşkerî hemû birine topzaweya Kerkûkê û ji wê rojê ve hevjînê min nehat dîtin. Min zarokên xwe bi zor û zehmetî mezin kirin. Heta niha ez û Întîzar em li bendê ne cenazeyê hevjînê min weke cenazeyên enfala Helebce û Çemçemal were dîtin. Ger cenazeyeyê hevjînê min were dîtin, ez ê nas bikim, heta niha jî di bîra min de ye kîjan cil û berg lê bûn.”
‘Enfala deşta Koyê sê rojan berdewam kir’
Rêvebera Karûbarên Şehîdên Enfalê ya bajarokê Koyê Tavge Heme Salih der barê operasyona di nava sînorê Koyê de wiha got: “Operasyona di nava sînorê Koyê de çar qonax bû, sê rojan heta 5,7 Gulana 1988’an berdewam kir. Êriş li ser her çar navçeyên Qelsîweke, Şuwan, Şêx Bizinî û Deşta Koyê bû. Sibeha 4’ê Gulana 1988’an hêzek mezin a leşker û çeteyan li baregehên Çemçamal û Akçeler, Şuwan, Pirdê, Teqteqe, Koyê û Kuştepeya navçeya azadkirî ya deşta Koyê û çend gundên Dûla Sûrdaşyan bi cih bûn lê belê hêzên rejîma Baasê rastî pêşîlêgirtina hêzên pêşmerge û gel hatin. Dijmin ziyanek mezin dît û bi dehan pêşmerge şehîd bûn. Her wiha 10 hezar kes hatin hatin windakirin û nêzî 7 hezar kes jî hatin qetilkirin. Li navenda bajarokê Koyê û gundên sînor li 69 cihan enfal çêbû. Li ser bûyerên enfalê yên li deşta Koyê tê gotin ku, 548 kesên ku hatine qetilkirin xwedî malbat bûn, ji wê hejmarê 73 jin û nêzî 300 zarokan û 224 mêr bûn. Çarenûsa yên din ne diyar e.”