Arzo Temo: Pêwîst e jin kiryarên tundî û zordariyê ji xwe re nekin qeder û li dijî wê têbikoşin

Endama Ofîsa Zagonî ya Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya ser Jin Arzo Temo têkildarî tundiya li ser jinan ji aliyê zîhniyeta serwer ve tê meşandin, nirxandin kir û da zanîn ku tundî kiryarekî dûrî exlaqê mirovahiyê ye û pêwîst e sînorên hişk jê re bên dayin her wiha divê jin maf û zagonên der barê parastina mafên xwe de bêtir bigihîjin û zordariyê ji xwe re nekin qeder.

 
EBÎR MUHEMED
Qamişlo- Di tevahî cîhanê de qeyranên aborî, siyasî, civakî, çandî, leşkerî û dîrokî tên qewimandin. Di van tevliheviyan de hêzên hegemonîk di nav pêşbirka pêşxistina desthilatdariyê de ne. Ev hêz azadiya jinan û vîna wan ji bo jiyana demokratîk weke xetereke li ser desthilatdariya xwe dibînin. Di heman demê de weke eniyeke dijber jinan digrin dest û jinan li hember pêşxistina berjewendiyên xwe wekî astengî dibînin. Rojane jin tên revandin, qetilkirin, tecawizkirin û kiryarên dijmirovî li ser wan tên meşandin, di nav de jî hemû rengên tundiyê digrin nav xwe. Li hemberî van hemû kiryaran jî vîneke xurt a jinan di hemû qadên jiyanê de li ber xwe dide û têkoşîneke mezin dide meşandin. Têkildarî mijarê Endama Ofîsa Zagonî ya Rêxistina Sara ya li dijî Tundiya li ser Jinan Arzo Temo nirxandin kir.
Îstatîstîkên tundiya li ser jinan ên di sala 2021’ê de hatine belgekirin 
Arzo îstatîstîkên tundiyê yên di sala 2021’ê de li dijî jinan hatine belgekirin eşkere kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Tundî kiryareke dûrî exlaqê mirovahiyê ye û li dijî mirovan tê kirin, piraniya wê jî li dijî jinan tê meşandin ku di encamê de ew mirov zirarên  bedenî, derûnî û jiyanî dikşînin. Tundî gelek reng û şêwazên wê hene mînak tundiya canî weke gef û lêdanê, tundiya derûnî, aborî û gotinî ku weke heqaretê li dijî wê/î mirovî tê bikaranîn. Di heman demê de zewaca di temenê diçûk de ku piraniya wê di roja îro de di nava civakê de tê kirin yek ji şêwazên herî qirêj ê tundiyê ye. Îstatîstîkên tundiya li ser jinan ên di sala 2021’ê de ku ji aliyê saziyên Rêxistina Sara ve li Hesekê, Kobanê û Qamişlo -Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine belgekirin wiha ne: Qetilkirina jinan 31 bûyer, tecawiza li dijî jinan 11 bûyer, pirzewacî 33 bûyer, lêdan û îşkence 6 bûyer, tacîzkirin 7 bûyer, xwekuştin 18 bûyer û hewldanên xwekuştinê 12 bûyer bûn. Îstatîstîkên belgekirinê bi çavkaniya me hatine tesbîtkirin û niha jî em hin ji wan dozan jî dişopînin.”
 “Jinan tundî ji xwe re kiriye qeder”
Arzo got ku hişmendiya zilamê desthilatdar rê li ber tundiyê vedike û hin jinan jî tundî kirine qedera xwe û wiha domand: “Tundî ne tenê li Rojhilata Navîn tê meşandin, tundî di cîhanê de bi giştî heye lê heta mirov bikaribe rê li pêşiya tundiyê bigre, ev mijar demdirêj dibe. Em dikarin bibêjin ji sedî 40 nisbeta tundiya wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye. Hişmendiya zilam a paşverû rê li ber bûyerên bi vî rengî derkevin, heta vê rojê desthilatdariya mêrsalarî heye her wiha li jinan dinêrin ku tenê ji bo xwedîkirina zarokan û paqijiya malê ye û çavkaniya adet û kevneşopiyên kevin li ser civakê serdest e. Ev çavkanî bi hezaran salan e hatiye meşandin û bandorê li jinan kiriye. Mijara tundiyê, mijareke bi hezaran salan e her wiha tundî bûye mîna çandek di nav civakê de lê mixabin jin vê tundiyê ji xwe re kirine qeder, qîma xwe pê anîne.
“Rêxistina Sara ji bo rizgarkirina jinan ji tundîyê hat avakirin”
Arzo destnîşan kir ku Rêxistina Sara ji bo rizgarkirin jinê ji tundiyê hat avakirin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Rêxistina Sara bi armanca rakirina tundiyê li ser jinan her wiha ji bo rizgarkirina jinan ji tundiyê di sala 2013’an de hat avakirin. Wekî Rêxistina Sara, mafê me heye ku em li dadgehan dozên tundiya li ser jinan bişopînin, çi tecawizkirin be û çi tundî be. Her wiha têkiliyên me bi Mala Jinê û Meclisa Edaletê ya Jinê re jî hene. Dema bûyereke tundî yan jî kuştin li ser jinan çêdibe, em wekî Rêxistina Sara dikarin dozê li dadgehê vekin her wiha em dikarin danişînên têkilîdarî dozê binêrin û lêkolîn bikin heta ku yên sûcdar cezayên herî giran derheqê wan de werê dayîn. Di heman demê de biryarên têklîdarî mijarê, ku ji hêla dadgehê ve têne derxistin, ger dijberî  biryarên dadmendiya civakê bin, em dikarin wê vegerênin û em danişînên wan hazirdibin û lêkolîn dikin heta doza wan bi dawî bibe.”
“Pêwîst e jin zagon û mafê xwe baş nas bikin”
Arzo diyar kir ku zagonên hatine dayîn ji hêla Rêveberiya xweser ve xizmeta jinan dikin û divê jin baş zagon û mafên xwe nas bikin û wiha pê de çû: “Di sala 2014'an de ji aliyê Rêveberiya Xweser ve ji bo mafên jinan zagon hatin danîn û biryarên ku hatine dayîn xizmeta jinan dikin. Zagonên ku parastina jinan dikin di hundirê destûra Rêveberiya Xweser de hene, di heman demê de koma herî xeternak di civakê de diparêze. Pêwîst e jin maf û zagonên xwe di hemû aliyan de nas bikin. Pêwîst e jin dijberî zilm û zordariyê bisekinin. Dema tundî li ser jinek çêbe divê berê xwe bide saziyên jinan mîna Mala Jin, Rêxistina Jin, Rêxistina Sara û her wiha Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, ev sazî hatine avakirin ji bo ku jin berê xwe bidin wan û êşa xwe bighînin wan da ku ew sazî bi wan re alîkar bin û wan ji tundiyê xilas bikin. Dema jin mafê xwe baş nas bike dê êdî nema zilmê qebûl bike.”
“Kampanyayên me ji bo rakirina tundiyê her dem berdewam dikin”
 Arzo da zanîn ku bûyerên qetîlkirina Îda û Aya ji bîra wan naçe û dê kampanyayan bidomînin û wiha bi dawî kir: “Bûyera her du zarokan di mejiyê me de ye, dema malbatên wan bi rengekî hov ew qetil kirin, bavê Îda meşrûiyet da bavê Aya ku keça xwe bikuje û ji bo şermezarkirina van kiryarên hov me bertekên xwe nîşan dan, daxuyanî hatin xwendin, di heman wextî de çalakî hatin lidarxistin û di bin dirûşma “dengê min bi dengê te re na ji kuştina jinan re” me kampanyayek li dar xist û me kir di plansaziya xwe de ku em her hefte, ji bo mijara tundî û qetilkirina jinan çalakiyan li dar bixin ji ber ku êdî tenê daxuyanî ne bes in divê em bihêlin deng vede. Rêxistina Sara bi gelek kampanyayan ve rabûye, me got heger em nikaribin tundiyê ji kokê rakin jî divê em bikaribin sînoran jê re deynin. Di sala 2019’an de me dest bi kampanyayek bi dirûşma “jin jiyan e jiyanê nekujin” kir. Armanca me ji vê yekê, bidestxistina wekheviya di navbera jin û mêr de bû. Her wiha ev kampanya berdewam dikin û di hundirê wan de semîner jî tên dayîn ji bo hişyarkirina jin û zilaman di hemû aliyan de.”