Arîc El-Seafîn bi çavekî li nezelaliya tablo û pêşerojê dinêre
Di nava xwelî û windahiyên şer de, hunermenda Filistînî Arîc El-Seafîn wekî şahida trajediyeke dualî ye. Tevî windakirina çavekî xwe û tabloyan, xwe dispêre çirûska dawî ya ronahiyê. Ew bi hêvî ye ku tedawî bibe û aramiya jiyanê ji nû ve bi dest bixe.
tedawî bibe û aramiya jiyanê ji nû ve bi dest bixe.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Hunermenda Filistînî Arîc El-Seafîn dema ji ber êrîşên Îsraîlê direviya, neçar ma ji mala xwe ya li herêma Bureyc a li navenda Zîvala Xezayê, derbikeve û koçber bibe çavek xwe winda kir. Lê belê, windakirina çavê wê ne îradeya wê û ne jî hêza wê ya çêkirina wêneyan kêm kir. Îro, tevî zoriyên pirsgirêkên tenduristiya wê û nebûna malzemeyan, hewl dide bi riya hunerê xwe îfade bike.
Beriya 7’ê Cotmeha 2023’an, Arîc El-Seafîn odeya xwe bi rengê kesk boyax kiribû, bi baldarî tabloyên ku xweza, jin, jiyana rojane û mijarên curbecur nîşan didan bi dîwaran ve daliqandibû. Arîc El-Seafîn diyar dike ku di Kanûna 2023’an de, amadekarî dikir ku saziyên medyayê vexwîne pêşangeha xwe ya yekem a takekesî ku dê zêdetirî 15 berhemên xwe nîşan bida lê belê bi destpêkirina şer re, ev xeyal pêk nehatiye û wiha got: “Rojek beriya hilweşandinê, bi xemgînî min li tabloyên xwe mêze dikir, wekî ku min pêşbînî dikir ka dê çi were serê wan. Min gelek wêne kişandin bi baldarî min deriyê odeyê girt. Wekî ku ez xezîneyek gelek girîng diparêzim bû. Roja din, mala cîranê me rastî êrîşê hat û odeya min zirarek mezin dît. Piştî çend rojan malbat neçar man ji malên xwe derkevin. Di dema revê de topek Îsraîlê li ser riya me ket birayek min jiyana xwe ji dest da, ez jî bi giranî birîndar bûm.”
‘Dixwazim jiyana normal bijîm’
Arîc El-Seafîn wiha behsa pêvajoya derbaskirina emelyatê kir: “Di mejiyê min de herikîna xwîna hundirîn a bê kontrol çêbûye û ji bo kontrolkirina xwînê, bijîşk neçar man beşek ji rûviyê zirav bigrin û çavê min ê rastê derxin. Ji bo parastina dîtina rû perçeyek plastîk xistin qulika çavê min. Çavê min ê çepê saxlem e, ez dixwazim ji helwestên biçûkxistinê yên ku dema derdikevim bi wan re rû bi rû dimînim birevim û jiyana aram û normal bijîn.”
Arîc El-Seafîn dide zanîn ku tabloyên wê şewitîne, çavê wê vemirî ye, telefona wê ya ku wêneyên berhemên wî yên berê yên nehatine weşandin tê de bûn êdî nayê bikaranîn. Tevî van hemûyan jî wê dest ji wênesaziyê berneda û didomîne. Her wiha dibêje ku ji bo wê, wênesazî riya herî bihêz e ji bo îfadekirina kêfxweşî, xemgînî, hêrs û hemû hestên ku dijiya û stargehek bûye.
Hewl dide beşa winda bi xeyala xwe tijî bike
Arîc El-Seafîn, niha tenê nîvê dîmen dibîne, hewl dide beşa winda bi xeyala xwe tijî bike. Ew bi perçeyên rijiyê yên ji darên şewitî ku ji bo çêkirina xwarinê hatine şewitandin digre û xêz dike. Vê carê, ew hêvî dike ku ji encamê razî be lê gelek caran tiştê ku dixwaze bi dest naxe. Neçarbûna dubare û dubarekirina ceribandinê wê dixe nava depresyoneke kûr.
Wêneyên wê, hesreta du çavên saxlem ên li pêşeroja dûr dinêrin nîşan didin. Ew hewl dide careke din bikaribe çîroka şer biteyîsîne.
Kesên li dordorê pir caran êşa wê kêm dibînin
Yek ji tiştên ku wê herî zêde aciz dike, serêşa giran a ku ew dema ku li ronahiya zêde dinêre yan jî demek dirêj li ser tabloyek dixebite, dikşîne ye. Kesên li derdora wê gelek caran êşa wê kêm dibînin û dibêjin; “Çavê te hat derxistin, tu çawa hê jî êşê dikşînî?” Ji ber vê yekê, ew gelek caran tercîh dike ku bêdeng bimîne û hestên xwe parve neke; lê pêwîstiya wê bi axaftin û têgihîştinê heye.
Mîna gelek hunermendên jin li Xezayê, ew jî bi pirsgirêkên mezin ên nedîtina malzemeyan re rû bi rû ye. Ji ber ku kanvas ji bo wênesaziyê tune ye, wê dîwarê odeya xwe ya razanê veguherandiye kanvasek mezin û wêneyên xwe yên dawî li wir kom kiriye.
Li şûna boyaxên rengîn, ew rijiya ku ji darên şewitandî dimîne bi kar tine, kilê, veguherandiye amûreke xêzkirinê. Niha, ew tenê bi rengê reş dixebite ji ber ku rastiya dijwar a jiyana wê tîne bîra wê.
Dixwaze li derveyî welat tedawî bibe
Arîc El-Seafîn ku perwerdeya xizmetên civakê dibîne, çêkirina wêne weke jêhatiyek taybet dihesiband û bi riya qursên curbecur û pratîka berdewam bi pêş xistibû. Lê belê bi şer re, ew neçar ma heşt mehan di konan de bijî, şahidiya mirina du xwişk û birayên xwe bike û çavek xwe winda bike. Arîc El-Seafîn dibêje ku her tiştê wê ji wê rojê ve dîtiye ne zelal bûye û naxwaze pêşeroja wê jî bi heman rengî nediyar û bi mij be.
Yekane daxwaza wê ji cîhanê ew e ku tedawiyê li derveyî welat bibîne. Ew hêvî dike ku destûr bê dayîn ji Xezayê derkeve, çavekî protez were danîn û hem dermankirina xwe ya fîzîkî hem jî ya psîkolojîk temam bike.
Arîc El-Seafîn bawer dike ku bi vî rengî, dikare mîna jinên ciwan ên nifşê xwe jiyana normal bijî, dîsa wêne çêbike û berhemên hunerî yên bi vîzyoneke hevseng û li gorî pîvanên xwe, bi kalîteyek têr, wekî berê çêbike.