Andaleb Adwan bi xebatên xwe yên salan e berpirsyariyên girîng bi cih tîne

Civaka Fîlîstînê bi gelek modelên femînîst dewlemend e ku di damezrandina saziyên wê yên sereke de bû bingeh û tevî astengiyên Îsraîlê û pirsgirêkên ku di encama rewşa siyasî de derketin jî erka pêşvebirinê girt ser milên xwe. Mînaka herî diyar jî Andaleb Adwan e.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Femînîst, aktîvîsta mafên mirovan û medyayê û rêvebera Navenda Ragihandina Civakî Andaleb Adwan di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa me re behsa girîngtirîn qonaxên jiyana xwe û tiştên ku wê di wan salan de pêşkêşî civaka Filistînê kiribûn kir. Wê got ku dibistana amadeyî li Xwzayê qedandiye û piştî temamkirina 18 salan ji bo xwendina li Koleja El-Asriya, dîplomaya perwerdeya Îngilîzî çûye Kenara Rojava. Paşê lîsansa xwe li Zanîngeha Vekirî ya El-Quds qedand û çû zanîngeha Birezitê û bawernameya masterê di beşa Jin, Hiqûq û Pêşketinê de wergirt 
Lê xwendin ne ewqas hêsan bû, Andaleb Adwan amaje bi wê yekê dike ku di dema xwendina xwe ya masterê de, "dagirkeriya Israîlê" nehiştiye ew di derbasgeha "Erez" a di navbera Kenara Rojava û Xezayê re derbas bibe û wê hewl daye bi zanîngehê re têkiliyê deyne da ku tiştên mayî biqedîne lê zanîngehê red kir û daxwaza beşdarbûna wê kir ku di çaryeka dawî ya xwendinê de ew ji wê bawernameyê bêpar ma
 Paşê Andaleb Adwan xwendina xwe ya masterê li zanîngeha El-Ezher li Xezayê diqedîne, wê pisporiya lêkolînên Rojhilata Navîn kir berî ku beşdarî avakirina navendên sereke yên jinan bibe ku di warê nivîsandina lêkolînên zanistî de xizmeta jinên Filistînî û derçûyên zanîngehê kir.
Muxtara biçûk
Andaleb Adwan di biçûkatiya xwe de, ji ber ku keça muxtar bû, taybetmendiyên serokatiyê ji bavê xwe girt. Ji ber ku di rûniştinên wî de bi wî re bû, li pirsgirêkên gundiyên koçber guhdarî dikir û hewl dida wan çareser bike. Ji ber vê ew ji hêla serdanvanan ve wekî muxtara biçûk hat binavkirin.
Keça gundê Berbera yê koçkirî bi bîr dixe ku bavê wê beriya koçkirina Filistîniyan ji bajar û gundên wan di sala 1948’an de endamê meclisa şaredariyê bû û xebata wî di dema serhildana gelêrî ya Filistînê û piştî pêvajoya koçkirinê di komkirina şêniyên bajêr de di Kampa Refahê  berdewam dikir.
 Nêrîna civakê ya cuda li ser jinan
Andaleb Adwan tîne ziman ku civaka Filistînê di wan rojan de ne di şiklê xwe yê îroyîn de bû, ji ber vê yekê jî li ser mijarên ku îro ji nû ve derketine, yên wekî destavêtin û tacîzê, nedihat bihîstin. Lê belê qadeke ewlehiyê hebû ku azadiya tevgerê dida jinan. Wê amaje kir ku malbatên kampê di têkilî û rêzgirtina xwe ji jin û keçan re hevdengtir in û kombûna jin û mêran li yek cihî, mîna dawetan, ne krîzek e ku civak li ser nîqaşê bike.
Qonaxa damezrandinê
Hemû şert û mercên berê ji bo Andaleb Adwan kesayetek pêşeng a berpirsiyar afirand ku dixwest ji bo civata xwe guhertinek erênî çêbike. Ew di nav damezrînerên Navenda Karûbarên Jinan de li Xezayê bû û 17 salan li wir wek rêvebera bernameya medyayê xebitî. Her wiha wê Navenda Ragihandina Civakî ava kir ji ber ku ew pê hesiya civak hewce dike  pirsgirêkên civakî bibîne, beriya derketin û belavbûna malperên tora civakî.
Ji bilî veguhestina wê di çend postên din de di dema karê xwe de, dibêje ku ew endama rêveberiya Navenda El-Mizan ji bo Mafên Mirov, damezrînera hevbendiya yekrêzî û berpirsiyariyê, endama Yekitiya Nivîskarên Filistînî, rêvebera projeyê di  saziya CARE ya navdewletî de ji bo avakirin û xurtkirina şiyanên jinan, damezrînera kovara El-Ghaida ku bi dehan rojnamegerên jin tê de dixebitin bû. Di heman demê de li ser şopandina hemû pirsgirêkên jinên Filistînî radiweste. 
Andaleeb Adwan di berdewamiya axaftina xwe de got  ku wê festîvala salane ya jinan li dar xistiye ku heta niha jî berdewam dike lê bi şêweyekî din. Berê fîlm û şanoyên ku tê de behsa rastî û pirsgirêkên jinên Filistînî dihatin kirin dihat pêşandan. Wê  diyar kir ku ew ji hêla hin hunermendan ve di hundirê sê rojan de li pey hev, di nav hebûna mezin û pejirandina civatê de hatiye vejandin. 
Qereqolek nû
Di heman mijarî de Andaleeb Adwan destnîşan kir ku dema wê Navenda Ragihandinê ya Civakî ava kir, bal kişand ser ciwan û jinan û ji bo hilbirîna malzemeyên medyayê yên ku rastiya jinan vedihewînin û bi parvekirina zayendî re têkildar be, çi bi riya raporan, çêbike, fîlm, çîrokên nivîskî û wêne her di nav hewldanan de bû. Wê diyar kir ku ev bend bi berdewamî bang li rayedarên berpirsyar dikin ku zagonan bi pêş bixin, keçan ji zewaca di temenê biçûk de biparêzin û beşdariya wan di qada giştî û jiyana siyasî de zêde bikin
Ew destnîşan dike ku tevî atmosfera siyasî ya giştî û faktorên din ên ku pîvandina bandorê li ser xebata hemî saziyên di beşê de sînordar dikin, lê bi saya xebata berdewam, wê karibû bi riya guhertina raman û hişyariya ciwan û jinan ferq bike û wan bi riya  jêhatîbûn û zanîna zanistî û teorîk ku wan bi atolyeyên hişyariyê û bernameyên perwerdehiyê bi dest xistine hişyar bike
Ew diyar dike ku ev bername û atolyeyên rahênanê bi riya çend malper û rêbazan û bi riya girêdaneke elektronîk ji bo tomarkirinê tên ragihandin da ku hemû daxwazname werin lêkolînkirin û berçavkirin, jimareke diyar were derxistin. Wê da zanîn ku ev hejmar ji bo beşdarbûna hevpeyivînên kesane ji bo lêkolîna amadehiya wan û şiyana wan a sûdwergirtin û veguhestina ezmûnê ji civakê re, bi berçavgirtina dabeşbûna erdnîgarî li parêzgehên cuda û komên temenên cihêreng amade ye.
Hevgirtinên jinan ji bo pêşketina civakê
Andaleeb Adwan bi riya hevbendiyan ku gelek saziyên jinan digire nav xwe kar li ser dozên cihêreng dike, yek ji wan daxwaza pejirandina zagona parastina malbatê ji tundûtûjiyê û bilindkirina kotaya jinan di zagona hilbijartinan de li hemberî kêmkirina temenê ciwanan bo namzediyê di hilbijartinên Encumena Zagonsaz û Serokatiya Filistînê de li kenara Rojava û Xezayê ye.