"Aloziya ji ber qutkirina ava Firatê berdewam dike"

Cîgira Encudamena Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir têkildarî qutkirina ava Firatê ji aliyê dewleta tirk ve nirxandin kir. Emîne wiha got: "Ev 10 meh in ku dewleta tirk bi rehetî para me ya ava Firatê kêm kiriye. Lê hevpeymaneke fermî hatiye îmzekirin divê berpirsyarên hevpeymanê xwedî li erka xwe derkevin."

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk ji 27`ê Çileyê ve siyaseta qutkirina ava Firatê li ser axa Sûriyeyê berdewam dike. Ev 10 meh in ku niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava aloziyeke mirovî de dijîn. Dewleta tirk hevpeymana ji bo parvekirina ava Firatê ya fermî binpê dike, li şûna ku di saniyeyê de 500 mk. berde, kêmtirî 200 mk. berdide. 
"Dewleta tirk di her derfetê de êrîş dike"
Cîgira Encûmena Meclida Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir axaftina xwe bi nirxandina êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û got: "Ji rûdana aloziya Sûriyeyê û heta roja îro dewleta tirk bi hemû rêbazan êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û hemû derfetan bi kar tîne. Yek ji van rêbazên ku tevahî nirxên mirovahiyê binpê dike, qutkirina ava Firatê ye. Li rex vê şêwazê, dewleta tirk di warê leşkerî de êrîşên gelek dijwar pêk tîne ku di encamê de bi dehan komkujî çêdibin. Her wiha rêbazên şerê taybet jî tên bikaranîn. Lê qutkirina ava Firatê di asta mirovî de bandorê çêdike, wekî tê zanîn jî çavkaniya jiyana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava çemê Firatê ye."
"Ji hemû aliyên jiyanê ve zirar çêbûye"
Emîneyê di domandina axaftina xwe de zirarên ji ber kêmbûna pileya ava Firatê ava çêbûne bi lêv kir û got: "Qutkirina ava Firatê aloziyeke ber bi çav ava kiriye. Di encama kêmbûna avê de em naçar man ku saetên elektrîkê kêm bikin û pergalek jê re ava bikin. Di aliyê din de zeviyên li peravên çemê Firatê zuha bûne û berhem ji wan nayên girtin. Ji ber vê cotkaran ziyanên gelek mezin jiyan. Her wiha beşa kedîkirina lawiran ku xwe dispêre beşa çandiniyê jî lewaziyê dijî. Di asta yekemîn de jî kêmbûn û qirêjiya ava vexwarinê ye. Ji ber ku av di astekê de rawestiyaye û nayê guhertin, ev yek dibe sedema qirêjbûn û çêbûna nexweşiyên cur be cur di hundirê avê de. Her wiha hinek dever para xwe ya vexwarina avê nabînin." 
"Em bi van polîtîkayan tune nabin"
Emîne Bekir dirêjî da axaftina xwe û wiha berdewam kir: "Hevpeyamana parvekirina ava çemê Firatê ya di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de li cem Neteweyên Yekbûyî hatiye qeydkirin. Li gorî bendên hevpeymanê divê di saniyeyê de 500 metre kûp derbasî axa Sûriyeyê bibe lê ev zêdetirî 10 mehan e ku 100-200 mk. tê berdan. Av hebûneke gerdûnî û mirovî ye, ji ber wê yek ji xetên sor e. Lê em dibînin ku dewleta tirk bi rehetiyeke mezin ev hevpeymana mirovî binpê dike. Em baş dizanin ku dewleta tirk dixwaze bi van kiryaran Rêveberiya Xweser tengav bike, gelê herêmê li hemberî me tehrîk bike û teşwîqî koçberiyê bike. Ji lewre em di wê baweriyê de ne ku gelê me di zanebûna polîtîkeyên dewleta tirk de ye. Lê em dixwazin bibêjin ku dewlet hemû rêbazên êrîşan bi kar tîne lê wê tu carî ev civak tune nebe ji ber ku em xwedî vîn, bawerî, pergal, hêz û maf in."
"Divê êdî ev alozî were bidawîkirin"
Cîgira encûmena Rêveber ya herêma Firatê Emîne Bekir di dawiya axaftina xwe de banga rêxistinên navnatewî kir ku xwedî li erka xwe derkevin û got: "Dema ku di asta giştî de hevpeymanên girîng tê îmze kirin, divê aliyên berpirsyar piratîka hevpeymanê bişopînin. Lê mixabin ku weke diyar dibe ew hevpeyman tenê li ser kaxezan dimînin. Em bi hêvî ne ku êdî zexteke navnetewî li ser dewleta tirk were çêkirin û encamên piratîk bibînin. Me yê li ser milê xwe kir, me bi dehan raporên fermî, belge û daxuyanî ji aliyê berpirsyar e şand. Lê weke ku me anî ziman me tu helwestên ber bi çav nedît. Li ser vê bingehê banga me ewe ku êdî ev alozî ji aliyê sazî û rêxistinên navnetweî yên erkdar û berpirsyar were çareser kirin ku gel û zarokên vê herêmê ji mafê xwe yê rewa bê par nemînin."