Şervanên Ermen: Zilma ku li dapîr û bapîrên me kirin em ji bîr nakin!

Şervanên jin ên Tabûra Ş. Nobar Ozaniyan a Ermenan behsa komkujiya ku sedsala 20'an kirin û gotin ku Ermenî neqediyane, hene û ew ê hebin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê- Gelê Ermenî wekî hemû neteweyên ku li Rojhilata Navîn dijîn, di komkujî û qirkirinan re derbas bûye. Dewleta Osmanî ya ku di sala 24'ê Nîsana 1915'an de li dijî Ermeniyan komkujî pêk anî, di encamê de zêdetirî milyon û nîvek Ermeniyan jiyana xwe ji dest dan. Li dijî polîtîkayên qirkirinê piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê Ermeniyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, dest bi rêxistinbûyîna xwe kirin meclisên rêvebirinê û hêzeke xwe ya leşkerî ava kirin. Têkildarî salvegera 107'an a komkujiya ermeniyan Şervanên Tabûra Ş. Nobar Ozaniyan a Ermenan ku di sala 2019'an de hatiye avakirin, axivîn.

"Osmaniyan wisa kirin ku dayik goştê zarokên mirî bipijînin û bidin zarokên xwe yên din"

Zabêl Hoseyan di destpêka axaftina xwe de behsa armancên komkujiyê û çawaniya pêkanîna wê kir û wiha got: "Osmaniyan di destpêka komkujiyê de kesên xwendekar, rewşenbîr û zana qetil kirin, paşê komkujî berfireh kirin heya ku zêdetirî milyon û nîvek ermenî hatin qetilkirin ku ev yek jî di salekê de neqediya, çend sal domiya. Armanc bi komkujiyê têkbirina hêza Ermenan, zanebûn û jîrbûna wan bû. Bêguman li kêleka Osmaniyan gelek dewlet hebûn ku di qirkirina me de hevkar bûn. Piştî ku gemiyên Ermenan ber bi Sûriyeyê ve tên, beşek li ser rê ji ber tîbûn û birçîbûnê dimrin, paşê malbat wan zarokan digrin û xwedî dikin. Beşek ji zarokan dibin misliman di navbera Kurd û Ereban de mezin dibin û çanda wan digrin. Bêguman Ermenan gelek êş kişandin, ji ber ku di dema komkujiyê de osmaniyan wan wekî qafîleyan koçber kirin. Ev yek gihîşt asteke wisa ku bûn sedem zarokên dimiriyan, dayikên wan goştê wan dipijandin û didan zarokên xwe yên din. Her wiha dema ku ji meşa zêde lingên zarokan birîndar dibûn û xwînê jê diavêt, Osmaniyan nela ku dixistin lingê hespan, li lingê wan zarokan girê didan. Her wiha zarokên keç ên ku nû diwelidîn ji xwe re dibirin û kur jî li dêrê serjê dikirin. Komkujiya Ermeniyan a ku ji Tirkiyeyê dest pê kir heya Dêra Zorê jî berdewam kir."

"Zilma ku li dapîr û bapîrên me kirin em ji bîr nakin! Ji bo wê îro em hene"

Zabêl Hoseyan behsa pêvajoya rêxistinbûyîna gelê Ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha domand: "Piştî ku ew zarok mezin dibin, ji dayik û bavê xwe hîn dibin ku eslê wan Ermenî ye ji lewre dikevin pey rastiyê heya ku fam dikin. Piştî Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dar ket, ciwanên ku dizanibûn ew Ermen in xwe kom kirin û Tabûrek bi navê Ş.Nobar Ozaniyan ava kirin jixwe piştre jin jî tevlê bûn. Îro wekî neviyên Ermeniyên ku di komkujiyê de hatine qetilkirin, ji nû ve bi şoreşa Rojava re xwe birêxistin dikin da ku careke din komkujî dubare nebin û gelê me êşa sed sal berê nekşîne. Osmaniyan me qir kir lê me ji nû ve xwe ava û mezin kir, em çand û zimanê xwe fêr dibin û bi pêş ve dibin. Ew zilma ku li dapîr û bapîrên me kirin em ji bîr nakin! Ji bo qirkirineke wisa dubare nebe em îro hene û em ê hebin."

"Ev êrîş dibin sedem ku em xwe birêxistin bikin û mezin bikin"

Yêrîvan Ozaniyan a ku di sala 2022'an de tevli tabûrê bûye wiha sedema tevlibûn û armanca xwe tîne ziman: "Bavê min Ermen e, der barê komkujiyê de her tişt ji me re qal dikir ku çi qawimiye. Piştre min bihîst ku tabûrek heye ku Ermenan hemû tîne cem hev û kombûyînekê çêdike, ji lewre min biryara tevlibûna tabûrê da. Di hundirê malê de em bi Ermenî nediaxivîn, tenê dapîra min dizanîbû lê em piştî ku hatin tabûrê êdî li vir em perwerdeya zimanê dayikê dibînin. Li hemberî qirkirina ku Osmaniyan li ser me pêk anîn di vî temenî de me hilgirtibe çekê jî kêm e divê ku em tiştekî mezintir bikin. Ermen, Aşûr, Suryan, Kurd, Ereb û hemû netewêeyn ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, rastî êrîşên dewleta tirk a dagirker tên. Yekitiya van neteweyan bersiveke herî xurt û şeqameke li rûyê dijmin dikeve ji lewre ew jî li hember yekitiya me êrîşên xwe zêde dike. Em jî her ku diçe zêde dibin û jin bêtir berê xwe didin Tabûrê."

"Yêrîvan navê paytexta welatê Ermenan e"

Yêrîvan Ozaniyan bal kişand ser wateya navê xwe û ev tişt got: "Yêrîvan navê paytexta welatê Ermanan e ji lewra min navê xwe ji paytexta welatê xwe girtiye û paşnavê min jî ji paşnavê Ş.Nobar hatiye ku her kes gazî min bike welatê xwe hîs bike û paşnavê min jî da ku ji bîr nekin çima û kê ev tabûr ava kiriye. Ez di tabûra Ermenan de me, birayên min jî di Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê de cih digrin, her du hêz jî yek in ji ber ku armanca me yek û hevpar e, dema ku dijminên me li me dibin yek divê ku em jî yek bin û hev temam bikin."

"Ne xwişk, ew rêhevala min e"

Guhar Kaybekaya jî dibêje ku ew û xwişka xwe piştî hîn dibin eslê wan Ermen e berê xwe didin tabûra Ş.Nobar û wekî rêhevalên hev di rêwîtiya ber bi azadiyê ve dimeşin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Piştî ku ez ji hevalên xwe hîn bûm ku eslê min Ermen e, tevli tabûrê bûm, piştî 6 rojan çûm min xwişka xwe jî anî. Em bi hev re di tabûrê de wekî şervan û rêhevalên hev cih digrin. Em derdorê pê nahesînin ku em xwişkên hev in, her wekî heval nêzî hev dibin û rêzê ji hev re digrin. Ya ku herî zêde me kêfxweş dike ew e ku dema jineke Ermen nû tevli tabûrê dibe, dîroka xwe nas dike û dikeve pey rastiyê ye. Di heman wextê de jî kombûyîna me, dilê min şad dike. Ji bûyî wê jî îro êrîşên ku li ser neteweyan tên kirin, çarenûsa hemûyan jî pê ve girêdayî ye. Em ê rê nedin gelê me bikeve xeterê û armanca dagirkeran pêk were."