"Şerê taybet jin û ciwanan hedef digire"

Hevseroka Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Zulêxa El-Îbrahîm diyar kir ku şerê taybet siyaseteke sîstematîk e û wiha berdewam kir: "Ev şer ji aliyê welatên dijminahiya welatiyên ser vê axê dikin ve tê meşandin û armanca wê şikestin û helwişîna civakê ye. Bi sepandina vî şerî li ser sitûnên herî girîng ên avakirina civakê û projeya neteweya demokratîk, ango jin û komên ciwana ne."

SÎBÎLYA ÎBRARHÎM
Minbic - Dijminê projeya neteweya demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê taybete ku bi armanca xistina projeyê û kontrola xwe li ser civakê bi her cureyî şerê taybet dimeşînin. Têkildarî mijarê Seroka Meclîsa bajar a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Zulêxa Îbrahîm ji ajansa me re axivî û wiha got: "Gelek aliyên dijmin hene ku hewl didin li heremê bi rêya şerê taybet ê li dijî projeya neteweya demokratîk hedefên xwe pêk bînin. Bi taybet piştî ku ev proje bi ser ket û jiyanî bû hewlên belavkirina wê zide bûne."
Der barê rêbazên rejîma Sûriyê ya desthilatdar de Zulêxa wiha got: "Rejîma Sûriyê bi rêyên curbicur hewl dide ku tirs û aloziyê di nava civaka me de çêbike. Bi riya servîsên istixbaratî,  belavkirina madeyên hişber, medyayên alîgir ên ku dem bi dem nûçeyên derew belav dikin, belavkirina çeteyên terorîst û çêkirina nakokiyan di navbera eşîrên herêmê de nakokiyan çêdikin. Van hemûyan bi mebesta ku bi van şeran pêkhateyan ji hev biqetînin, wan qels bikin û îradeya wan a xurt bişkînin dikin." 
“Di herêmên dagirkirî de rêbazên şerê taybet cuda dimeşînin”
 Zulêxa anî ziman ku Tirkiye hewl dide şerê taybet li Sûriyê bi giştî û taybetî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li herêmên ku dagir kiriye yên weke Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Cerablûs pêş dixe û wiha pê de çû: "Tirkiye ajan û îstîxbarat belav kiriye. Medyaya Tirkiyê di afirandina teror û tirsê li gel belavkirina nûçeyên sexte de rol dilîze. Ji bilî şerê psîkolojîk, yek ji wan şerên herî xeternak e ku li pêşberî civaka me dide meşandin. Her wiha Şerê aborî, civakî û leşkerî yê ku Tirkiye dimeşîne hemû li ser bingeha şerê taybet xwe bihêz dike."
“Herî zêde jin û ciwanan hedef digire” 
Zulêxa diyar kir ku şerê taybet siyaseteke sîstematîk e û wiha berdewam kir: "Ji aliyê welatên dijmin ve tê meşandin û armanca wê şikestin û helweşîna civakê ye. Bi sepandina vî şerî li ser stûnên herî girîng ên avakirina civakê û avakirina projeya neteweya demokratîk, ango jin û komên ciwanan dimeşînin."
Li ser rêyên rûbirûbûna şerê taybet ê ku bi her aliyên xwe ve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didin meşandin ji bo şiknandina projeya neteweya demokratîk bikar tînin, Zulêxa wiha anî ziman: "Divê civak û ferd xwedan hêzeke derûnî û rewşenbîrî be ku bikaribe li hemberî şerê taybet ê li herêmê rû bi rû bimîne. Ji bo em bikarin vî rêbazê lewazkirina pergala xwe vala derxînin divê em ji aliyê siyasî û rêxistinî de xwedî hişmendiyeke têr be, ji bo ku bigihêje îradeyeke demokratîk a azad û bikaribe li ber xwe bide û li hember hemû hêzên dijminiya gelê li ser vê axê dikin yek dest bin.”