Şerê Sûdanê û siyasetên tunekirinê yên li ser jinên xwedî pêwîstiyên taybet
Tevî zehmetiyên şer û koçberiyê, li Sûdanê jinên xwedî pêwîstiyên taybet bi astengiyên mezin ên aborî û civakî re rûbirû ne. Loma bal tê kişandin ku pêwîstiya lezgîn bi piştevaniya qanûnî û derûnî ji bo parastina mafên astengdaran heye.
AYA ÎBRAHÎM
Sûdan – Li Sûdanê û di siya pevçûnên berdewam de, komên herî bê parastin û pirsgirêkên aloz re rûbirû dimînin jinên xwedî pêwîstiyê taybetin. Di vê çarçoveyê de, rayedara ji “Tora Jinên Astengdar” a li eyaleta El-Xadarîf Tehanî Huseyîn, mijara rastiya jinên xwedî pêwîstiyên taybet di nava pêlên pevçûn û koçberiyê de nîqaş kir. Her wiha zêdebûna tund a rêjeyên astengdariyê, digel nebûna îstatîstîkên fermî, dûrketina civakî ya xerabtir û astengiyên fînansekirina burokratîk eşkere kir ku hêza wan a aborî asteng dike.
Astengiyên di qeydkirina daneyan de û bandora pevçûnan
Tehanî rave kir ku berdewamiya pevçûnê bûye sedema zêdebûna rêjeyên astengdariyê. Her wiha destnîşan kir ku pirsgirêkên ewlehiyê, şert û mercên heyî yên li welat hemû hewldanên şopandin û hejmartina rast a hejmara kesên bandordar asteng kirine.
Tehanî anî ziman ku divê her kes li gorî astengdarî û hewcedariyên xwe yên taybet piştgirî bigre û karûbarên guncaw li gorî wan hebe û wiha pêde çû: “Nebûna daneyên rast û hejmareke berfireh a kesên astengdar di nav pirsgirêkên sereke yên heyî de ye, nemaze bi koçberiyê re. Hejmarên tomarkirî rewşa rastîn nîşan nadin. Dîsa nebûna tesîs û mercên baş di stargehan de ji bo kesên astengdar, rê li ber gihîştina wan a van xizmetan digre.”
Cudakarî tecrîd û nêrînên civakî yên li Sûdanê
Tehanî Huseyîn rexne li nêrînên civakî yên li hemberî kesên xwedî pêwîstiyên taybet kir û wan wekî “stîgma” bi nav kir, wiha bilêv kir: “Gelek pratîkên şokker di nava hinek civakên girtî yên li herêma me de hene ez wan eşkere dikim. Hinek ji wan di odeyên cuda de tên tecrîdkirin, di dema bûyer û serdanan de di tevgerên wan de sînordar dimînin.”
Her wiha bal kişand ser marjînalîzekirina wan di nava malbatê de, dûrxistina ji biryardayîn û paşguhkirina hewcedariyên wan ên taybet ji ber kevneşopiyan. Tehanî peyamek ji civakê re şand û got: “Astengdarî ne hilbijartinek e û ger derfet ji bo tevlîbûnê û temînata mafên wan werin dayîn, ev kes dê di nava civakê de hilberîner bin.”
Tehanî bang li malbat, civak û dewletê kir ku wekî beşek yekgirtî ya armancên tevlîbûnê hewcedariyên wan bi cih bînin.
Qanûn û siyaseta parastina mafên astengdaran
Tehanî pêdiviya herî berbiçav ji bo kesên xwedî pêwîstiyên taybet wiha tîne ziman: “Temînata mafên wan di asta qanûnî û polîtîkayê de ye. Li Sûdanê Peymana Navneteweyî ya li ser Mafên Kesên Astengdar hatiye îmzekirin. Ji bo vê yekê jî Sûdan mecbûr e wê bi cih bîne. Her wiha di nava bendên wê de mafê perwerde, kar û tevgerê heye.”
Tehanî gotinên xwe wiha domand: “Bi armanca destnîşankirina mirovên astengdar û mîsogerkirina mafên wan divê bi riya hewldanên Tora Hevgirtî bi hevkariya Wezareta Xizmetên Civakî û Geşepêdanê, Buroya Navendî ya Îstatîstîkê û Encûmena Nifûsê, anketek civakî ya berfireh amade bike.”
Encam û pêdiviyên lezgîn
Tahanî di dawiyê de wiha anî ziman: “Her çendî me hinek destkeftiyan di warê bihêzkirina aborî de bi dest xistibe jî tevlîheviya form û polîtîkayên fînansekirinê astengiyeke girîng çêdike. Vê yekê hişt ku tor forumên bi saziyên fînansekirinê re organîze bike da ku proseduran hêsan bike. Pêwîstiya lezgîn a kesên xwedî pêwîstiyên taybet bi piştevaniya derûnî heye li hemberî stîgmatîzasyonê û divê pêşî li binpêkirinan were girtin. Her wiha divê ku xalên peymana navneteweyî di hemû saziyan de werin pêkanîn.”