Şer pevçûn û krîza aborî rewşa xwendekarên zanîngehê girantir dike

Yemen ji ber şer û pevçûnên bi salan e didomin wêran bûye. Zoriyên ku xwendekarên zanîngehê yên jin dikşînin êdî ne tenê bi perwerdeyê ve sînordar e, çûnhatina zanîngehê bûye rêwîtiyek bi zextên aborî, civakî û psîkolojîk dagirtî.

Yemen — Ji ber tevlîheviya pevçûn, hilweşîna aborî û zextên civakî xwendekarên jin ên Yemenî bi rewşên dijwartir re rû bi rû dimînin. Ev yek şopandina perwerdeya zanîngehê dike têkoşîneke rojane ya ji bo jiyanê, nemaze ji bo xwendekarên ji deverên gundewarî yên ku barê xanî û jiyana li derveyî welat digrin.

Xwendekarên li Yemenê, çi li zanîngehên dewletê bin çi li yên taybet, ji ber hilweşîna aborî, lêçûnên jiyanê yên zêde û bandorên şer, bi zexteke zêde re rû bi rû ne. Perwerdeya zanîngehê ku berê xewnek bû ji bo gelek jinên ciwan, niha bûye têkoşîna rojane ya ji bo jiyanê.

Cudahiya di navbera gund û bajaran de

Li gorî Stratejiya Perwerdeya Bilind a Neteweyî ya Yemenê, di belavkirina navbera bazarên perwerdeyê de newekheviyeke zêde heye. ji %75’ê xwendekaran zanîngehên dewletê dixwînin tenê ji %25 dikarin zanîngehên taybet bixwînin.

Lê belê rêjeya perwerdeyê li gorî zayend û herêmê cuda ye. Hejmara xwendekarên jin ên ku li zanîngehan qeydkirî ne ji %26 pêk tê. Ev nîşan dide ku ji bo jinên Yemenî li gorî mêran derfetên temamkirina xwendina zanîngehê pir kêm e.

Cudahî ji hêla erdnîgarî ve mezintir e, kesên ku li bajaran dijîn, gihîştina wan a perwerdeya zanîngehê heft qat zêdetir e ji yên ku li deverên gundan dijîn.
 

 

Bandora şer û hilweşîna aborî

Bandorên şer û hilweşîna aborî ne tenê bi newekheviya gund û bajaran an jî zayendî ve sînordar e, di tevahiya pergala perwerdeyê de bûye sedema hilweşîna demdirêj.

Li gorî amarên fermî, di du salên dawî de, hejmara serlêdanan li hinek beşên zanîngehên sereke yên Yemenê, bi taybetî Zanîngeha Sanayê, heta ji % 80 kêm bûye.

Ev kêmbûn nîşan dide ku bi taybetî xwendekarên jin nikarin bixwînin û her sal xewnên bi hezaran keçên ciwan ên Yemenî vediguhere xeyalek. Malbat ji ber bilindbûna biha, kêmkirina mûçeyan û pevçûnên berdewam, zehmetiyê dikşînin, nikarin lêçûnên perwerdeyê yên herî bingehîn jî bidin.

Mealî Ehmed, xwendekarek Beşa Medyayê ye li Zanîngeha Wêjeyê ya Taîzê, dibêje ku keçên Yemenî di salên dawî de du qat zêdetir bar hilgirtine ser milên xwe û gelek ji wan tevî berpirsyariyên malbatê perwerdeya xwe didomînin.

Kêmbûna nirxê pere û zêdebûna enflasyonê

Bi kêmbûna nirxê pereyê herêmî û zêdebûna enflasyonê re, lêçûnên perwerde, veguhestin û xanî hem ji bo xwendekaran, hem jî ji bo malbatên wan bûye barekî giran. Wekî din êdî ferqek girîng a lêçûnê di navbera zanîngehên dewlet û taybet de tune ye.

Xwendekarên ji deverên gundan bi pirsgirêkên tevlihevtir re rû bi rû dimînin, ji lêçûna xanî û jiyana li derveyî bajêr bigre heta zexta psîkolojîk û hestên bêewlehiyê rastî gelek zoriyan tên.

Der heqê vê mijarê de xwandekara bi navê Mealî Ehmed dibêje ku ji bo xwendekarên ji deverên gundan tên, zehmetî mezintir e. Ew hem di warê xanî de hem jî di warê darayî de zehmetiyên cidî dikşînin.”

Keçeke ciwan a di navbera perwerde û jiyanê de maye

Li gorî xwendekar Vaad el-Kurî, ji ber pevçûnan gelek keçên ciwan neçar mane, berpirsyariyên ji derveyê rolên xwe yên kevneşopî zêdetir bigrin ser milên xwe. Hinek xwendekar êdî tenê bi xwendin an jî karên malê razî nabin; neçar in ji bo debara malbatên xwe bixebitin.

Hewldana hevsengkirina perwerde, kar û berpirsyariyên malê, tevî hewldanên birêvebirina demê, zexteke fizîkî û psîkolojîk a domdar li ser keçên ciwan dike.

Vaad el-Kurî der barê veguhestinê de, dibêje: “Ji bo gihîştina zanîngehê divê em bêhtir pere bidin, nemaze ji ber qerebalixiya trafîka li Taîzê.”
 

 

Keçên ciwan bi astengiyên civakî re rû bi rû dimînin

Ji bilî zehmetiyên aborî, keçên ciwan ên zanîngehê dixwînin bi astengiyên civakî re jî rû bi rû dimînin ku ji ber nêrînên civakê yên der barê perwerdeya jinan de.

Xwendekara Bara'a al-Wacba jî balê dikşîne ser nêrîna civakê ya li ser keçên ku zanîngehê dixwînin û dibêje: “Li gorî demên berê pir guheriye. Berê ev yek normal dihat hesibandin lê niha têgihîştinek cuda derketiye holê.”

Hinek malbatan xwendina keçan wekî ‘vekirîbûneke zêde’ yan bandora Rojavayî dibînin. Ev yek zexteke psîkolojîk a zêde li ser keçan û malbatên wan çêdike, nemaze di nava derdorên muhafezekar de.

Dîtina cih û xaniyan jî yek ji mezintirîn pirsgirêkên xwendekarên ji deverên gundewar e. Malbat her  diçe dudilî dibin ku keçên xwe ji bo perwerdeyê bişînin bajêr.

Tevî van hemû zehmetiyan, bi hezaran keçên Yemenî bi biryardarî riya xwe ya ber bi perwerdeyê ve didomînin. Armanca wan ew e ku mafê xwe yê perwerdeyê biparêzin û pêşerojeke çêtir ava bikin. Lê belê ev têkoşîn di welatekî ku nakokî û krîzên aborî û civakî kûrtir dibin de her diçe dijwartir dibe.