"Şer encama desthilata mêr e”

Her şer bi xwe re talan, rizîn, ji rê derketin û kedxwariyê bi xwe re tîne. Nivîskar û wênevan Adîb Rana Soleîmanî ya ku li ser dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ve, berhemen xwe li ser şer û jinan avadike, wiha dibêje: "Şer encama hikûmeta serdest

MOJGAN KERMASHANİ

Navenda Nûçeyan Bi dagirkeriya Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ve rastiya şer a ku tu carî ji jiyana me dernekeve, careke din aliyê xwe yê tûj nîşan da. Di rastiyê de ev rastî demek dirêj e li pêşberî me disekne, ji ber ku şerê li Rojhilata Navîn bêyî ku bi dawî bibe bi sedsalan e bi dozên cuda berdewam dike. Rastiya ku şer di jiyana me de herî zelal datîne hole psîkolojiya bêîstîqrartî, nediyarbûn û bêpêşerojî ye. Helbet mêtingehkarî, qetlîamên sivîlan, tundiya dijî jinan, qetlîamên zarokan, tevlîkirina zarokan ya nava şer, koçberkirina sivîlan, guhertinên demografya, mirinên komî jî… Lîste dirêj dibe diçe. Ger hûn bazirganiya çekan nekin, qet feydeyê şer ji we ra nîne!

Li gorî statîstîkên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi sedan jinên Ukraynayî ji aliyê leşkerên Rûsî ve rastî destdirêjî hatin. Nivîskar û wêjevan Adîb Rana Soleîmanî diyardeya şer û jinan ku gelek caran di pirtûkên xwe de cih dide, di berhemên xwe de cudakariya zayendî û jinên ku li dijî desthilatdaran serî hildane jî vedibêje. Ji mîkrofonên me re behsa tundî û desthilatdariya mêran, ji nû ve hilberandina tundiyê û bandora we ya li ser avabûna şer vedibêje. Bêyî em gotinê hîn dirêj bikin, jî Adîb Rana Solemîmanî re bihêlin.

Şer di destê mêran de ye

Gotina "Şer berdewamkirina siyasetê ya bi amûrek din e” tîne bîra me û wiha dibêje: “Şer encama belavkirina xelet a şerên hêzê ye, ev jî tê wateya destwerdana her carê ku hêza aborî destê xwe diguherîne an jî xeteriya destbî kiriye. Esasê şeran aborî ye, ji ber ku civakek bi hezaran salan xwe dîsperê baviksalarî ye û ji bo xwe li ser piyan bigre pêwîstiya we bi aboriyê heye. Pêwîstiya we kedxwariyê re heye. Hêza siyasî û aborî di destê mêran de ye, şer encama hîkûmeta mêr e û heta ku li cîhanê wekheviya zayendî pêk neyê, wê cîhan bibe şahidê îstîsmar, tundiya li ser jinê, kuştinên namûsê û şer.

“Îstîsmara jinan weke xenîmeta şer tê dîtin”

Nivîskara ku bi bîr xist gelek şer û talanên li cîhanê, bi taybetî jî DAIŞ'ê di şer de, jinan weke "xenîmeta şer" dibîne, wiha got: “Hin ji van bûyeran di bin zexta hêzên dagirker de îşaret bi tecawiza plankirî ya sîstematîk dike, bi rastî de di qadên şer de îstîsmara zayendî ya jinan, şewazêk xenîmeteke şer e û yekemîn qurbaniyên şerên mirovan jin û zarok in."

Li cihê ku şer lê heye, hûcreyên kok ên mirovahiyê şewatê. Ji ber vê yekê her şer piştî xwe ji rê derketinek mezin tîne. Jin, mêr, civak, ciwan, kal û heta fetusek ji dayik nebûyî mexdûrên şer in. Bi rastî têgeha "jin" di gelek civakan de tê wateya wekheviya jiyanê û têgeha "mêr" bi mirinê re di heman wateyê de ye û ji ber ku avakerên hemû şeran mêr û feraseta mêr e.

“Em dikarin şerma raboriyê bi têkoşîneke hevpar ji holê rakin”

Nivîskar bi bîr xist ku dîroka nivîskî ya mirovahiyê bi şer û talanan re tijî ye û wiha dibêje: “Mixabin em li ser xirabeyên şerma dîrokê bilind dibin. Ango hildiweşin. Yê ku şer dide destpêkirin ne jin ne jî mêr e. Feraseta baviksalar ya mêr e. Û divê dawî li feraseta baviksalar ya mêr bê anîn. Ji bo jin û mêr bi hev re di civakê de bijîn, divê têkoşîna pêkanîna wekheviyê bi hevra bidin. Nexwe wê her cure zilm, şer û tundî, ne bi serê xwe, bi awayekî komî, cîhanê dagir bike. Divê ji bo berjewendiya mirovahiyê, em birînên mirovahiyê bi hev ve bipêçin.

Rana bi van gotinan peyama xwe ya dawî dide: “Ez bawer dikim ku em ê bi mîrateya ji kok,bav û kalên xwe girtiye rabin ser piyan û bilind bibin. Em dikarin şerma raboriyê bi têkoşîneke hevpar û bi ruhê têkoşînê ya kolektîf ji holê rakin.”