Şêniyên Gozeliyê xwestin êrîşên dagirkeriyê yên li dijî wan werin rawestandin
Helîma Ewad a ku ji gundê Gozeliyê yê rojavayî navçeya Til Temirê der barê êrîşên ku pê re rû bi rû dimînin de, nêrîna xwe anî ziman û daxwaz ji hemû gel û dewletan kir ku demildest pirsgirêka dagirkeriya tirk li dijî wan çareser bikin.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê- Li hember êrîşên dewleta tirk a dagirker ku li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, her kes ji zarokan heya mezinan di nava berxwedanê de ne. Sivîlên ku rastî êrîşan tên, li gorî rihê komînal tevdigerin û bi berpirsyariya li hemberî hev dijîn. Gundê Gozeliyê ku ev du sal û 8 meh in di nava êrîşan de ye, sivîl li hemberî zehmetiyên ku dijîn, alternatîfan ava dikin tenê ji bo ku li ser axa xwe bimînin û ji dagirkeriya tirk re teqez bikin ku ew xwediyên vê axê ne û wê heya dawî jî li ber xwe bidin. Ji ber ku nikarin xwe bigihîjînin navçeya Til Temirê û nan ji firnê bikirin, nanê xwe li tenûre dixin. Her wiha ji xwe re baxçeyên zebzeyan çêkirine. Di heman wextê de ew axa ku dagirkeran topbaran kiriye, pembo û baxçe lê çandine û bi vê gavê jî ji dagirker û çeteyan re dibêjin ku çiqasî axa wan topbaran bikin, ew ê dîsa wê biçînin û wê axa wan her dem şîn be. Her wiha sivîlên ku malên wan ji ber topbarana dagirkeran hilweşiyane daxwaz dikin ku ev êrîş werin rawestandin. Heya kesên astendgar jî zirarê dibînin û zarok ji xwendina xwe bêpar mane.
Ji bo ku em bêtir rewşa sivîlan bizanibin, nêrîn û helwestên wan li hember dagirkeriya tirk hîn bibin me serdana gund kir û nêrîna wan pirsî.
"Tevgereke me dibe sedem ku topên dagirkeran bi ser me de bibarin"
Helîma Ewad ji gundê Gozeliyê ye, tayên porê wê yên spî hemû jî keda ku ewqas sal in di xwedîkirina zarokan de, avakirina mal û çandiniyê de kiriye, rewş û zehmetiyên ku pê re rû bi rû dimînin wiha anî ziman: "Ma em ê berê xwe bidin ku? Em û zarokên xwe berê xwe didin ku top û obîs bi ser me de dibarin, ma em çi bikin ji derdê dagirkeran, em giliyê xwe ji kê re bikin? Heta di vê rewşê de jî rêxistinên alîkariyê, guh nadin me. Dagirkeran jiyana me serûbinê hev kir, ew in ên ku bûn sedem em îro di vê rewşê de bijîn. Her der ji bo me bûye xeter, em li gund tevgerekê bikin, dibin hedefa topbaranê."
"Pêşeroja zarokan di xeterê de ye"
Helîma Ewad got ku carna dema ku nû dest bi xwarinê dikin top tên li nava gund dikevin û wiha pêl da gotinên xwe: "Ma kî naxwaze dagirkerên ku mala me xirab kirin, dûr bikevin da ku em vegerin jiyana xwe ya normal. Carna em nû xwarinê datînin ber xwe ji bo ku bixwin, topbaran dest pê dike. Ma em ê di vê rewşê de çawa bijîn û bimeşin. Çima mafê me winda ye. Pêşeroja zarokan jî winda dibe, ma di nava van topan de zarok dikarin bixwînin? Em nikarin zarokên xwe bişînin Til Temirê jî ji bo ku bixwînin, ji ber mesafeyek bi dirêjahiya 16 km. navberê de heye."
"Di dema topbaranê de keça xwe ya astengdar didim pişta xwe baz didim cihekî bi ewle"
Helîma Ewad got ku dema topbaran çêdibe û piştî wê de ew kesê ji rêxistinan nabînin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Ne dema ku topbaran çêdibe û ne jî piştî wê, me kesek nedîtiye ku hatiye li me pirsî ye û negotiye ku em rastî çi hatine, zirar çiqasî li me û malên me bûye. Daxwaza her kesê/î ew e ku dagirker ji axa me derkevin û em vegerin bi rehetî û aram bijîn. bidawîbûna şer daxwaza hemûyan e. Keça min astengdar e û nikare bimeşe, dema topbaran çêdibe ez wê li pişta xwe dikim heya ku wê digihîjînim cihekî bi ewle. Ma qey em ne mirov in? çima nahêlin ku em birihetî li ser axa xwe bijîn."
"Di nava şer de îcar şerê bi nexweşiyê re derket holê"
Helîma Ewad da xuyakirin ku tevî şerê li ser wan, şerê nexweşiyê jî heye û wiha domand: "Di encama topbaranê de, biçûk û mezin kal û pîr hemû jî bi nexweşiyan re rû bi rû mane. Ji ber ku cîranê min ji ber topbaranê mala wî hilweşiya, nexweş ket û niha li erdê ye. Em nizanin êdî çi bikin, şer û dagirkerî ji aliyekî ve û şerê bi nexweşiyê re li aliyekî din."
Helîma Ewad a ku gelek êş ji dagirkeran dîtiye daxwaz ji dewletan dike ku pirsgirêk û şerê heyî bi awayekî demildest çareser bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji dewletan dixwazin ev şerê ku em pê re rû bi rû dimînin, bi awayekî lezgîn çareser bikin û em heya dawiya emrê xwe di bin topbaranê de nemînin. Me çi kiriye û çi li cem me heye heya ku ewqas me û gundê me didin ber topan? Me şerê tu kesê nekiriye, em tenê dixwazin di siya mala xwe de bimînin û li ser axa xwe bijîn."