Şahiya serê Gulanê

Li Farqîna Amedê roja 14’ê gulanê roja geşt û seyîranê ye, her sal vê rojê welatî derdikevin nava xwezayê û cejna hatina meha gulanê pîroz dikin.

DÎLAN AYDİN

Amed - Wekî ku tê zanîn gelek rojên diyar û taybet hene, di nava civak û gelan de xwedî wateyên cuda ne. Her çendî bi serdema kapîtalîzmê re bandora wan kêm bibe jî; li hin herêman gel xwedî li wan rojan derdikeve, ji bîr nake û nahêle ji bîr bibin. Erdnîgariya Mezopotamyayê xwedî hîmeke qewî ye di vê mijarê de ku tu carî ji aliyê bîr û bawerî ve bi tevahî radestî pergala heyî nebûye.

Yek ji wan jî şahiya serê Gulanê ye. Li gorî salnameya mîladî 14, li gorî ya rûmî 1’ê Gulanê li herêma Farqîna Amedê gel ji navçe û gundên derdorê berê xwe didin çol û beyaran û roja destpêka meha Gulanê bi geşt û seyranê derbas dikin. Tê gotin ku ev roj ji dema Merwaniyan ve bi vî rengî tê pêşwazîkirin, kesên ku derdikevin derve, berê xwe didin cihên siya daran hebe û dûre jî çi gor û goristan hebin diçin serdana wan. Ew roj siya her dar û kaniyek dibe cihê geşta bi hezaran kesî, hem bêhna xwe pê derdixin hem jî kevneşopî çanda xwe didomînin.  

Emîne Pîrozxan ku bi xwe ji Farqînê ye, behsa wê rojê kir û diyar kir ku her sal wê rojê gel ji nava Farqînê û ji gundên derdorê berê xwe dida nava bax û bexçeyan û wiha got: “Di zarokatiya xwe de gelek caran em diçûn Kaniya Navîn. Piştî kêf û seyranê me sûreya fatihe dixwend dua dikir. Wê rojê her kesê cilên xwe yên xweş li xwe dikirin. Xwe dixemilandin. Zarok, ciwan, keçên nûgihîştî kêf dikirin û dîlan digirtin. Wê demê kesên ku diziyê bikin li Farqîna me tunebûn, bajarê me bi ewle bû. Loma jî her kesê bê tirs berê xwe dida geşt û seyranê lewre dizanibûn ku tiştek bi malên wan nabe. Ger diz hebûna jî ne ji nava Farqînê bûn, kesên ji derve û derdorê bûn.”  

Emîne wan rojan bi hezkirin û kêfxweşî bi bîr tîne û dibêje ku herî dawî di 1989’an de wê serê Gulanê bi geşt û seyranê derbas kiriye.