Şaca El-Ramî: Min di nava şer de her dem dinivîsî

Di dema ku çeteyên DAIŞ’ê di sala 2014'an de parêzgehên rojavayê Iraqê xistibûn bin kontrola xwe û raghiandibûn ku berê wan li paytexta Iraq Bexdayê ye; di şerên li dijî DAIŞ’ê de jinan roleke pir mezin lîst û di heman demê de hebûna jinan a di çapemeniyê de her ku çû berbiçav bû.

 
XOFARAN EL-RADÎ
Bexda- Di sala 2014'an de DAIŞ’ê gelek deverên Iraqê xistibûn bin kontrola xwe lê dûre li dîjî çeteyan operasyon hatin lidarxistin. Der barê vê mijarê de ajansa me bi nûçegihana şer Saca El-Lamî ya 28 salî re axivî.
Saja El-Lamî destpêkê di medyaya civakî de xebat dida meşandin. Wê demê ew nûçegihaneke ajanseke herêmî bû. Her wiha dema operasyonên paqijkirina erdê ji DAIŞ’ê, wê jî wekî nûçegihan dişopand. Li ser vê yekê saja El-lamî dibêje: "Ez rojên xwe yên ku min bi şervanan re derbas kir wek rojên bi min malbata xwe re dihesibînim. Dema ku şervanan plana xwe ya rizgarkirina cihekî çêdikir, min jî xwe û alavên xwe yên ragihandinê amade dikir û min ji malbata xwe re telefon dikir û ji bo wan dinivîsand. Min ew nivîs radestî kesekî li navendê dikir min ji wan re digot ‘dema ku ez  şehîd bikevim çenteyê min vekin û nivîsên min bidin malbatê.’ Dema ku em ji şer vedigeriyan pir kêfxweş dibûn me çîrokên malbatên xwe û bîranînên xwe bi hev re parve dikir. Em wek malbatekê bûn êdî."
“Têkiliyên şervanan bi hev re gelek rast û baş bûn”
Der barê jiyana şervanan de Saca El-Lamî dibêje: "Hin endamên hêzên ewlehiyê bi navê Hêzdar banî li min dikirin. Me hemûyan bi hev re xwarin amade dikir û bi kêfxweşî bi hev re dixwar. Şervan bi hev re di nava têkiliyên hevaltiyeke rast de bûn û wek malbatekê bûn." 
Der barê eleqeya ku wê bi rojnamevanên din ên operesyonên şer dişopandin ve girêdide Saca El-Lamî wiha dibêje: "Aktîfbûna nûçegihanan, aktîfbûneke pîşeyî bi min re ava kir. Ew bibûn hêz ji min re. Min bi wan re hêz û israr didît. Her wiha eleqeya min bi nûçegihanên din ên qenalên xwecihî û Erebî re xurt bû."
Saca El-Lamî li ser armanca xwe ya bingehîn a derbasbûna warê ragihandina şer de dibêje:  “Armanca min şerê bi dijmin re bû. Min wek nûçegihaneke şer a meydanî di operesyonên Samara de dest pê kir û beşdarî operasyonên rizgarkirina Selah El-Dîn, Enbar û Mûsilê bûm heya ku gihîştim sînorên Sûriyeyê." 
"Min şer şopand heya ku li Felûca birîndar bûm, tevî wê yekê min dev ji karê xwe bernda"
Saca El-Lamî li ser astengiyên ku pê re rû bi rû maye wiha dibêje: "Malbata min daxwaz û fikra min a ji bo xebatên çapemenî û ragihandinê red kir. Ew gelekî ji ewlehiya jiyana min ditirsiyan û wan her bi navgîniya qenalên televîzyonê kontrola DAIŞ’ê ya li ser parêzgehên Rojava dişopand lê wan dît ku ez pir bi israr im ji ber vê wan daxwaza min pejirand û gera min ji Samarayê dest pê kir."
Der barê tirs û vegera wê ji biryara berdewamkirina şopandina operasyonên leşkerî de Saca El-Lamî got ku berovajî vê yekê dema ku wê nûçeya şehadeta nûçegihaneke şer dibihîst, hêz û israra wê zêdetir dibû, zêdetir dixwest bi erkê xwe yê pîşeyî û niştimanî rabe. 
Hêjayî gotinê ye ku şerê Mûsilê bû şerê herî dawî yê rizgarkirinê. Bi wê yekê re çeteyên DAIŞ’ê ji Iraqê hatin derxistin. Di Kanûna 2017’an de hêzên Iraqê kontrola xwe ya li ser tevahî sînor ragihandin. Di şerê ku qewimî de gelek kes birîndar bûn û hatin revandin her wiha binesaziya hêrêmê û bajaran jî zirarên mezin dît.