Îşkenceyên li pişt girtîgehên Îsraîlê û şahidiyên tirsandinê
Tiştên ku Yusra Ebu El-Xayr û du neviyên wê, piştî di dema êrîşên bejahî li dijî rojhilatê bajarê Xeza de hatin binçavkirin jiyan kirine, pêvajoya bi tirs û îşkence ya sê mehan li girtîgehên Îsraîlê raxist ber çavan.
NEXEM KERACÊ
Xeza – Yusra Ebu El-Xayr a 70 salî û rêwitiya koçberiyê ya ji ber ji êrîşên li dijî rojhilatê bajarê Xeza birevin bi rê ketine, nizanîbû ku dê li gel neviyên xwe Sucad û Tuka di girtîgehên Îsraîlê de bi dawî bibe. Malbat piştî dorpêç, birçîbûn û tirsa ku bi rojan dom kirî, 5 rojan tî û birçî asê man. Piştre hêzên Îsraîlê bi ser cihê ku ew lê bi cih bûne de girtin, hevjînê Yusra li ber çavê wê hate kuştin û sê jin binçav kirin. Ev bûyer tenê beşek ji binpêkirinên ku jinên Filistînî yên girtî ku li girtîgehên Îsraîlê dibînin, radixe ber çavan.
‘Rastî lêdan û tadeyiyê hatin’
Yusra Ebu El-Xayr ji ber girtina bi mehan dom kir, bi gopalê xwe bi zorê dimeşe. Yusra diyar kir ku rêz li extiyarbûna wê negirtine û wiha got: “Ji nedîtî ve hatin ku ez jinek extiyar im û bi zorê dimeşim. Em bi tundî dehf didan, bi me de diqêriyan, mîna ku em ne mirov bin.” Yusra ragihand ku piştî ku leşkeran bi ser malê de girtine, nehiştiye ku neviyên wê bi tenê bibin û wiha domand: “Min bi awayek aşkera ji leşkeran re got, ez wan bi tenê nahêlim. An emê hemû biçin, an emê hemû li vir bimînin.”
Yusra da zanîn ku ji dema destpêkê ya binçavkirinê ve pêvajoya îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk destpê kiriye û wan kêliyan wiha vegot: “Bi awayek çavgirtî em bi saetan birin, piştre gihandin kampek binçavkirinê ya Îsraîlê. Li vê derê rastî lêdan, lêgerîna tazî, her tim gefên mirinê û ji şertên herî bingehîn ên giran ê girtinê hatim.”
Her roj rastî şerê psîkolojîk hatin
Sucan Ebu El-xayr a 20 salî, tişta ku herî zêde di bîra wê de mayî ji lêdanê zêdetir her roj şerê psîkolojîk ê rast tê ye û got: “Bi saetan çavê me girêdayî ma. Di rê de me qêrîn û dijun dibihist. Em û yên li gel me hatin girtin hertim lê didan. Bi taybet hedef dikin ku tirsê di hundirê me de bi cih bikin.”
Sucan Ebu El-Xayr bi dengê ku dilerizî wiha dom kir: “Di lêpirsînekê de ji min re gotin xwişka te Tuqa înfaz kirine. Wek ku ruhê min ji bedenê min derketî min hîs kir. Piştî rojan min zanî li gel wê li heman girtîgehê têm girtin. Ji bo me bi awayek psîkolojîk hilweşînin derew û tirsandinê bi kar dianîn.”
Li gorî îfadeyên jinan, binpêkirin bi gefan sînordar nebû, li navendên binçavkirinê, pêkanînên biçûkxistin û bi tirs dihatin bikaranîn. Sucan diyar kir ku leşker hertim gefa mirinê li girtiyan dixwarin û wiha got: “Çîrokên derbarê ku hinek lêpirsînên derbarê girtiyên jin ên Filistînê de vegotin. Jinên ku rastî tecawîzê hatine û hewl didin tirs û hilweşîna psîkolojîk ava bikin.”
Sucan her wiha îro bûyerek cûda ku ji hişê wê derneketiye tîne ziman û da zanîn ku ferq kiriye ku hêzên Îsraîlê dermanê wek bandora madeyên hişbir didin girtiyan û wiha got: “Piştî tedawiyê me jinên girtî bi awayek ji hişê xwe çûyîn û ne hevseng didît, weke ku ne li ser hişê xwe bin. Nexweşî û lewaziyên wan bi awayek bê rehm bikar dianîn.”
‘Min ne di zanî dê sê meh di nava mirovan de ev qas tirsê bihêle’
Tuka Ebu El-Xayr a 17 salî, diyar kir ku tiştên ku li girtîgehê jiyan kirine, hesta wê ya baweriyê bi temamî tune kiriye, piştî hatiye berdan her şev bi tirsê şiyar dibe û wiha got: “Min nizanibû ku dê sê meh di nava mirovan de ev qas tirsê bihêle. Ez difikirîm ku dema vegerim ezê ji bîr bikim, lê girtîgeh di hundirê min de maye.”
Tuka yek ji şevên herî giran wiha tîne ziman: “Nîvê şevê ji nişka ve ketin hucreyê. Ez û xwişka xwe em li gel dapîra xwe radizan. Kefiyên me beyî destûrekê ji serê me kirin. Me nezanî çi qewimiye. Me tirs û biçûkxistinek mezin hîs kir. Ma sûcê min çi bû? Divê ez li dibistana xwe bûma, ne di hucereyek tije tirs û heqaret de bûma.”
Leşker bê cûdahî tadeyî dikir
Li gorî şahidiya sê jinan, hêzên Îsraîlê di dema lêpirsînê de muameleya xirab bê cûdahiya di navbera extiyar û jinên ciwan de dikirin. Gotinên heqaret û biçûkxistinê bûye parçeyek hertim a muamelaya rojane. Serma, xwarina kêm û kêmaniya xizmetên tenduristiyê de di nava şertên ku jiyan dikirin de bû. Yusra rojên xwe yên dawî bi bîr anî û wiha vegot: “Betaniyên tije toz dan me. Hema bêje em bê nefes man, lê belê ji bo ji sermayê biparêzin ti alternatîfek din ji bo me tuneye.”
Çîroka Yusra û neviyên wê, parçeyek ji rastiya girtiyên ku jinên Filistînî li girtîgehên Îsraîlê dijî nîşan dide. Raporên mafên mirovan, nîşan dide ku êrîşên fîzîkî- psîkolojîk û îhmala tibî, birçîhiştin û îşkence, li dijî jinên girtî zêde bûye.
Li gorî daneyên saziyên girtiyên Filistînê, di sala 2026’an de hejmara girtiyên jin ên Filistînê li girtîgehên Îsraîlê gihîştiye nêzî 86’an. Di nava vana de girtinên îdarî, zarok û girtiyên jin ên nexweş hene. Raporên din jî diyar dikin ku di mehên dawî de hejmar gihîştiye nêzî 90’an û jin bi awayek sîstematîk rastî birçîhiştin, lêgerîna tazî, bêparhiştina ji tadawiyê û zextên psîkolojîk tên.
Girtî di şertên giran de tên girtin
Saziyên mafên mirovan ên Filistînî, piştrast kirin ku piranî girtiyên jin di girtîgeha ‘Damon’ de di bin şertên giran de tên ragirtin. Hate îfadekirin ku bi taybetî piştî destpêkiria şerê li Xezayê, şahidiyên derbarê îzolasyon, îhmala tibî, muameleya xirab û rêbazên psîkolojîk de zêde bûne.
Her çend Yusra Ebu El-Xeyr û neviyê xwe hatibin berdan jî, şopên girtina wan hê her roj wan dişopîne. Yusra dema demek bêdeng li neviyên xwe dinhêre wiha dibêje: “Em ji girtîgehê derketin, lê belê girtîgeh ji hundirê me derneket.” Sucan diyar dike ku îro tiştê herî tê de zorî dikşîne, hewldana vegera jiyana normal e û got: “Hinek caran ez hîs dikim ku hê ez di hucreyê de me. Weke ku her kêlî leşker bikevin hundir.” Tukaya ku diviyabû bi dibistan û xeyalên xwe yên biçûk re eleqeder be, êdî di nava kabûs û tirsê de dijî. Ji ber ezmûna wê ya binçavkirinê, birînek kûr ku bi salan ji ruhê wê neyê jêbirin, hiştiye.