ÎSÎG: Di navbera 18 mehan de hezar û 209 karkeran ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dane

Li gorî rapora ÎSÎG di navbera 11’ê Adara 2020’an û 20’ê Îlona 2021’an de amadekirine di nava 18 mehan de hezar û 209 karkeran ji ber vîrosa coronayê jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlhiya Kar (ÎSÎG), derbarê vîrûsa koronayê ku 18 mehan li pey xwe hişt û karkerên ku di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane raporek amade kir. Li gorî raporê di navbera 11'ê adara 2020'an û 20'ê îlona 2021'an de ango di nav 18 mehan de herî kêm hezar 209 karker bi vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dane.