Însiyatîfa Jin a li Qahîreyê li dijî cihêkariyê têdikoşe

Koordînatora Însyatîfa Jin Sarah Kahla bal kişand ser pirsgirêk û cihêkariya ku jinên li gundan dijîn pê re rû bi rû dimînin û teqez kir ku ew ji bo guhertina rewşa jinên li gundan kar dikin û li dijî cihêkariyê têdikoşin.

ASMAA FATHI

Qahîre – Jinên li gundên Qahîreyê dijîn, di gelek aliyan de rastî cihêkariyê tên. Jinên ku mafê wan ê biryargirtinê der barê jiyana wan de ji destên wan tê girtin û di bin ferzkirinên mêr û civakê de tên hiştin, dema ku rastî tundiyê tên dîsa ji ber ferzkirinên civakî nikarin doza hevberdanê vekin.

Ji bo guhertina rewşa cihêkariya li ser mafên jinan komek jinên ciwan bi hemû enerjiya xwe kar kirin ji bo kodên civakî yên li dijî jinan bişkînin li parêzgeha Buhayra ya Qahîreyê Însiyatîfa Jin ava kirin. Koordînatora Însiyatîfa Jin a di her warî de piştgiriyê dide jinan Sara Kahla der barê cihêkariya ku jin pê re rû bi rû dimînin, li hemberî vê asta têkoşîna însiyatîfê de bersiva pirsên me da.

*Rûxmê ku di nav civakê de pirsgirêkek giştî û girîng e li ser pirsgirêkên jinên li gundan dijîn nayê rawestandin. Gelo hûn dikarin behsa Însiyatîfa Jin, sedemên avakirina însiyatîfê û kar û xebatên xwe bikin?

Em komeke jinên ciwan ên li gundewaran dijîn, piştî şoreşa Çileyê me dest bi kar kir, hêviya me rewşeke bê tundûtujî, cihêkarî ku dengê jina gundî bilind bibe avabikin. v wiha me çîrokên jinên gundi tomar û belge kirin. Gelek astengî pêş însyatîfê rûdidin ji ber ku civaka me li ser bingeha çewsandina nasname û mafên jinê avabûye bêyî hesab ji vîna jinê azad re bikin, lewra her daxwazek ji bo guhertinê red dikin weke hemleyên reşkirina jinan.

Lê ev hemû astengê bê bandorin ji ber ku em li pêş firkrên azadiya jinê sînordar dike rawestîne, ji bo me bû hêza kar dijî qalibên mafên jinê dixetmîne. Bi nirîna min femenîst guhertinê di rewşa gund û warê giştî de çêdikin ji ber ku ew bi zimanê jinan û kirîz û metirsiyên jinan dizanin, di hemleyan de me wêneya jinê diyar kir û nexşeyek ji rasteqînê avakir daku aktîf bandor bike. Femenîst beşdarî amadekirina zagonan bûn ji bo guhertinek rast di civakê de çêbibe bi zagonan sînorên hemwelatiyan diyar dibe.

*Tê dîtin ku bi taybetî jî jinên li gundan dijîn di gelek aliyan de rastî cihêkariyê tên. Li hemberî vê yekê xebatên we di çi astê de ne?

Me Însiyatîfa Jin ava kir ji bo li dengê jinan guhdarî bikin, bi taybetî jinên bêdeng li hemberî binpêkirinên mafên xwe mane û çareyên cidî ji êşên wan nava malbatên wan de bibînin. Hemleyên me jî gele kin, weke hemleya “Mama bin kavilan de” ku bi bihaneya dayikbûnê jinan ji mafan bêpar dikin, me derfet da wan jinan ku biaxvin û hemû êşên xwe yên ducaniyê bi taybetî ducaniya bi zorê li pey hev vebêjin.

Her wiha em girîngiyê didin beşdariya mêran û çawa dikarin alîkariya jinan bikin, gelek pêşniyarên me hebûn mafên jinan teqez dikin weke diyarkirina dema ducaniya baş li gorî jinan e. Di hemleyê de rola mêr di rawestandina ducaniyê de tunebû hemû bar li ser milên jinan bû.

Beşek keda me ber bi pirsgirêka xwendina jinan di civaka gundewar de bû ku azadiya wan nîn e beşên xwendina xwe hilbijêrin û ne jî dikarin derbikevin derveyî gund. Di encamê de beşek mezin ji keçan di temenê biçûk de didin zewicandin û berpirsyariya malbatê zû dikeve ser milên wan.

*Xebatên ku hûn hewl didin bimeşînin ji aliyê jinan ve çawa tê pêşwazîkirin ango ji bo çalakiyên we bersiva jinan çawa bû?

Mekanîzmayên bersivdayîn û nirxandinê li her cihî cuda ne, aktîfbûna jinan bi însiyatîfê re bo mînak di daxwaznameyên ciwanan bi me re kar bikin de diyar bû, her wiha bersiva civakê jî erênî bû ji ber ku tiştên em pêşkêş dikin pêdiviyên civakî ne ku di bingeh de armanca me guhertina rewşa jina gundîye. Bersiva jinan di parvekirina çîrokên xwe bi me re ye di hemû hemleyan de, ev jî nîşan dide çiqas jin dixwazin êşa li ser pişta xwe vebêjin ku azadiya wan sînordarkirî.

Mijara herî zêde asteng ji jina gundî re karê taybet bê berambere, gelek jin di berhemên şîr û çandiniyê de bi zorê kar dikin weke barekî ji barên malê dîtir. Di hemleya `Mama bin kavilan de` me dît ku jinên ducanî dikevin metirsiya mirinê ji ber karan diçin cihên dûr li trênan jî siwar dibin ji bo karê malê bê beramber berhemên şîr difroşin û zarokan xwedî dikin. Li gel xwedîkirina jinê malbata hevjînê xwe û xizmeta hemû endamên malbata wî dike bêyî guh bidin tendrûstiya wê eger kar neke gefên zewaca bi jineke din lê dixwin. Bi zorê jî gelek caran li peyhev bê navber ducanî dibe.

Jin di serî beşên zirar ji kareset û krîzên Misirê û hemû cîhanê dibîne, jinên li gundan jî bi guhertinên avhewayê bandor bûye ji ber ku ew berpirsên hemû warên jiyanî ne, weke xwarin û vexwarinê û hwd.

Binesaziya gundan gelekî lawaz e ger em bi bajaran re hevrû bikin, pêdiviyên sereke jî nîn in, dema keşehewa tê guhertin barên li ser milên jinan zêdetir dibe. Em dikarin bibêjin ku di warê çandiniyê de hemû zirarê dibînin û jinên karker jî rastî gelek metirsiyan tên ji ber ku karê wan bê beramber e ew nikarin xwe derman jî bikin.

Piştî ku Misirê mêvandariya Kongreya Avhewayê ya Navdewletî di sala 2022’an de kir, lêkolîneke me hebû me pêşkêşî biryardarên siyasetên Misirê kir der barê beşdarbûna jinan de li çareyan û xurtkirina wan di derbaskirina encamên guhertinên avhewayê di karê wan taybet û giştî de xebitîn.