“Êrîşên ser Xanesorê dewama fermanê bû”

Di çaremîn salvegera şerê Xanesorê yê ku di 3'ê Adara 2017'an de pêk hatibû de çend şervanên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Hevjîna yek ji wan şervanan Besê ji me re behsa serpêhatiya xwe û şerê qewimîbû kir.

VIYAN SEÎD
Şengal- Di 3’ê Adara 2017’an de PDK’ê êrîşî bajarokê Xanesorê yê girêdayî Şengalê kir. Di encama wê êrîşê de 10 şervanên YBŞ’ê zarokên gelê Êzidxanê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha îro salvegera çaremîn a şerê Xanesorê ye. Di vê salvegerê de em bûn mêvanê jina bi navê Besê ya ku ji gundê Zomanê ye û xwedî serpêhatiyeke bi êş e. Wê bi ferman û serpêhatiya xwe, gihîştiye wê qenaetê ku bi têkoşînê mirov dikare tola şehîdên xwe rake.
“Tenê rêya çiya ji bo me mabû”
Besê ya ji gundê Zomanê wiha qala bûyera 3’ê Adara 2017’an a li Xanesorê dike: "Ez hevjîna şehîd Çiya me. Di fermanê de tenê rêya çiya ji bo me mabû. Me xwest ku di çiyayên xwe de em xwe biparêzin. Gelek jinan zarokên xwe dihiştin û direviyan. Ev bûyer gelek bi me zor û zehmet bû lê bi saya hevalan em ji fermanê xilas bûn. Her wiha berê şer em li Serdeştê bûn lê bi alîkariya hevalan em vegeriyan gundên xwe.
“Dema em çûn Xanesorê”
Besê wiha lê zêde kir: "Dema em çûn Xanesorê, me dît ku kozikên xwe yên şer amade kirine, lê ne gel û ne jî şervanên YBŞ’ê nedixwestin şer çêbibe. Her wiha li hemberî ferman û êrîşên li ser jinan me gelek şehîd dane, ji ber vê yekê em xwe bê hêz nakin. Dema êrîş li ser Xanesorê dest pê kir, em li Serdeştê bûn, gel bi girseyî berê xwe da cihê bûyerê."
Besê behsa çûyîna xwe ya Xanêsorê dike û wiha dibêje: "Asayîş û hêza me rê ji bo me vekirin û bi vî awayî em çûn Xanesorê û Sinûne. Lê PDK'ê êrîşî hêzên ku rê li ber me vekiribûn kir, ji ber vê yekê hevalên me Çiya, Çeko û çend kesên din jî şehîd xistin. Her wiha hevalan nedixwestin ku şer derkeve tenê ji bo rê li ber me vekin hatibûn. Lewma di nêrîna me de tu cudahî di navbera Erdoxan û Berzanî de nîn e."
“Em komek jin berî wan çun me dît amadekariya şer dikin”
Besê got ku ev êrîş berdewamiya fermanê bû û wiha domand: "Di dema fermanê de, me neparastin û heta piştî fermanê jî êrîşî me kirin. Her wiha di encama êrîşê de 10 cangoriyên me şehîd ketin. Dema wan sengerên xwe çêdikirin, weke komeke jin me berê xwe da cihê wan, me dît ku ji bo şer xwe amade dikin. Armanca wan tenê ew bû ku dîsa Êzidiyan bixin bin bandora xwe."
“Haya wan ji DAIŞ'ê hebû”
Besê eşkere kir ku li Girzerikê haya Pêşmergeyan ji DAIŞ'ê hebû û wiha got: "Dema şer li Girzerikê çêbû, haya wan ji DAIŞ'ê hebû. Ji me re ew jî ferman e, ji ber ku tê de îxanet hebû, her wiha armanca wan ew bû ku careke din bi komkujiyan qira me bînin. Dixwestin bikevin çiya lê heval û hêza me ya YJŞ û YBŞ’ê sax bin bi saya wan îro em ji bo siberojê bi hêvî ne." 
Besê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev çaremîn salvegera şehîdan e. Ez hemû şehîdan bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim."