Çiyayê Kizwanan bi deşt, newal, gelî û kaniyên xwe tê naskirin
Ayîşa Xidir, kaniyên avê yên di encama qelişîna erdê de der bûne wekî mûcîzeyek pênase dike û avê ji wan dikşîne mala xwe. Her wiha pezê xwe bi wan av dide ji gîhayên dora kaniyê beşta malan çêdike, ji me re behsa kaniyên ku dîroka wan digihîje hezaran salan jê vedixwin kir û got ku ji bo kanî qirêj nebe, ew her dem derdora wê paqij dike.
SORGUL ŞÊXO
Hesekê-Çiyayê Kizwanan xwedî girîngiyeke erdîngarî û xwezayî ye her wiha yek ji girîngtirîn taybetmendiyên erdî li Kantona Hesekê tê hesibandin. Çiyayê Kizwanan başûrê rojavayê bajarê Hesekê bi 35 km. û bakur rojavayê Çiyayê Şengalê dikeve. Çiyayê Kizwanan bi Çiyayê Şengalê re her roj hev ronî dikin û rojbaşê didin hev. Çiyayê Kizwanan ji rêzedeşt, newal û geliyan pêk tê. Her wiha çiya di dirêjahiya 920-350 de ye. Deştên wê yên bakurî gelekî asê ne. Xwezayeke wê ya pir bedew heye di biharê de û vebûna kulîlkan û kaniyên avê, dilê mirovan mest dike. Erda Çiyayê Kizwanan erdekî kilsî ye û bêtirî wê ji keviran pêk tê. Ev yek dihêle ku çandinî li wir zêde bi pêş nekeve. Keleha Sukera ji gelê herêma Cizîrê re mîrateyek e ku di biharê de ji wan re dibe cihê geştiyariyê. Bi taybetî li deverên dîrokî gel kom dibe, yek ji wan deveran jî Keleha Sukera û Mexlûca ye.
Nebatên herî girîng ên ku li çiya çêdibin, belav dibin û dibin dermanê nexweşiyan ev in: Kurmik, tuyê çolê, qebar, beybûn, nehneha çolê, xitmiya, tolik û gihayê çûkên kovî wekî kew û hermel şîn dibe. Her wiha lawirên kovî ango çolê jî ev in: Gur, pezkovî, kewar, kûçik, kêrgû û rovî ne her wiha beraz jî lê dijîn. Bêtir xelkên ku li çiya dijîn ji êla Begara ne. Paşê qebîleyên din bi rengekî pir hindik lê dijîn wekî cibûr, şerabî û neyîm ên din jî li gundan malbatên ji êlên tevlihev lê dijîn. Tê zanîn berê, di derketina şer û pevçûnên di navbera êlan de jinan radiwestandin. Dema ku êrîş ji êlekê ji êla din re çêdibû, jinan mudaxele dikir û di orta meydanê de kirasê xwe diçiqadin, ev yek dihişt ku şer bi temamî raweste. Ji ber ku jin di dîrokê de di rawestandina rijandina xwînê de gelekî bi rol û misyon tevdigeriyan û ew nîşaneya aştiyê bûn.
Di sala 2007'an de jêdera kaniyên avê Ên El-Xera zuha bû lê di sala 2017'an de û piştî derbasbûna 10 salan, di encama barana dijwar de, ji nû ve der bû. Li rojhilatê çiya gelek kaniyên ava şêrîn ên navdar li derveyî ya Ên El-Xera, hene, mînak: Mexlûca, Elaca û Xezna. Kaniya Mexlûca pir kûr e û ava wê jî pir zêde ye ger bi rengekî baş were bikaranîn dikare 140 gundên Çiyayê Kizwanan bi av bike.
Li rojavayî çiyê jî kaniyên wekî kaniya Um El-Seric heye, ku di binê erdê de maye û şikeft li kêleka wê hene. Her wiha kaniya Sefra û Neice ango Çavê Miyê hene ku hîn jî hindik avê didin devera li ber lingên bakur rojavayî çiya. Şêniyên çiya, bi van kaniyên avê debara xwe dikin. Vê avê, di xwarin, vexwarin û şûştinê de jî bi kar tînin, ev yek li kêleka ku pezê xwe jî jê av didin.
Her wiha ji girîngtirîn giha jî li çiya şîn dibe û ji dermanan re tê bikaranîn û gelek nexweş derman kirine, bi kizwanan. Dermanê gelek nexweşiyan e û gelek rengên wê hene. Her wiha ji bo qehwê jî tê bikaranîn û wekî benîştê kizwanan jî tê cûtin.
Lê bi derbasbûna çeteyên DAIŞ'ê ji Çiyayê Kizwanan re, gelek deverên dîrokî, şikeft hilweşandin û zirar gihandin şûnwarên wê, ji girîngitirîn van deveran jî Keleha Sukra bû. Keleha Sukera kiribûn girtîgeh û di heman wextê de jî hemû kesên ku serjê dikirin li serê kelehê erdekî çargoşe kolandibûn û dixistin hundirê wê.
Di encama teqînên ku di çiya de çêdibûn, gelek jêderên avê miçiqîn û ber bi rêyeke din ve çûn. Lê îsal jî wekî her sal ji ber kêmbûna baranê, ava kaniyan jî kêm bûye. Lê her çiqasî kêm be jî ji jinan re dibe alîkar ku ava sahrîcan nekirin û gelek caran jî zehmet dibe ku sahrîc xwe bighînin malên wan, ji ber ku herêmeke çiyayî ye.
Ji bo ku em bêtir sûda van kaniyan li ser gelê herêmê nas bikin, me berê xwe da Kaniya Xera û li wir bi dayikek bi navê Ayîşa Xidir a 54 salî re axivîn. Dema ku dihat avê ji kaniyê bibe em pê re axivîn her wiha me xwest nêrîna wê bi xwendevanên xwe yên hêja re parve bikin.
“Dîroka vê kaniyê, dîrokeke kevnar e”
Ayîşa bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: "Çandinî li gundê me pir kêm e, kesê çandinî nedikir. Ji ber ku erda çiyê kilsî ye û bêtir kevir in ji lewra ji bo çandiniyê nedibû. Berê xêr û bereket pir bû ger ku di malekê de 2 pez hebûna debara xwe pê dikirin. Ev kaniya ku niha em li ber in, berê bi qasî 2-3 metreyan dirêj bû û me bi tasan av jê dikişand. Li derdora mala me tenê 4 kanî hebûn ku av ji wan bi şev û roj diherikî lê niha ji ber guhertina hewayê zuha bûn. Ji bo vexwarin, serşûştin û cilşûştinê her wiha ji bo pez jî me ava xwe ji kaniyê dibir. Ji ber ku ava wê şêrîn e, ji hemû zindiyan re dibe. Demekê baş kanî zuha bûn, nêzî 10 salan ma lê paşê di 2017'an de dîsa ew kanî ji nû ve der bûn lê vegeriya û av, ji nava zinaran derket. Ev bi xwe mûcîzeyek e. Ev zêdetirî 40 sal in li gund dijîm lê ji berê ve jî ev kanî hene, dîrokeke wan a pir kevin heye."
“Em û kanî bi hev re diherikîn”
Ayîşa da zanîn ku kanî jêrî mala wê dikevin her ku vala dibin ber bi kaniyê ve tê û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Şansê min baş e ku kanî nêzî mala min e. Bi vî awayî pir hêsan dibe her ku dilê min bixwaze werim ser kaniyê û avê bibim. Ger ku dûr be jî ez ê biçim, ji ber ku kêliyek li kêleka van kaniyan, hemû enerjiya nebaş dibe. Ruxmî ku av kêm e jî em bi hêviya vegera rojên berê dijîn dema ku ava kaniyan zêde dibû û di nava newalan re derbas dibe. Ev kanî bûne şahidên gelek bûyerên bi êş û dilşadî yên ku em tê re derbas bûne. Em di vê jiyanê de bi hev re diherikîn, ew di rêya xwe de dimeşiya û me jî emrê xwe diborand."
“Bi ava kaniyê, giha şîn dibin û ji bo beşta malan tê bikaranîn”
Ayîşa behsa gihayên ku li derdora kaniyê şîn dibin kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Nehneh li derdora kaniyê şîn dibû ku bi qasî bejna mirovan dirêj dibû. Ji ber ku av her diherike, gelek rengê gihayan li dora wê şîn dibin. Berê ji ber ku av pir zêde bû û giha pir dirêj dibû me kom dikir û pê beşta ser xaniyan çêdikir. Lê niha ji ber ku kin e û zêde dernakeve, em nikarin wê bi kar bînin. Ji ber ku em û pez jê vedixwin, ez her dora kaniyê paqij dikim. Rêwiyên rêyên dûr jî tên, ew jî jê vedixwin û pezê xwe jî tînin ser."
“Krîza avê bandorê li me nake, ji ber ku alternatîfa me heye”
Ayîşa wiha behsa krîza avê ya ku beriya demekê çêbû kir: "Bi qutkirina ava Elok re krîza avê rû da û li herêmê ava şor nedihat vexwarin, ji lewre ya me ne xem bû ji ber ku kanî hebûn. Ava wê şêrîn sar û her dem tê vexwarin. Ya girîng ew e ku em pê tîna xwe bişkînin. Ava zelal û paqij e, bi dehê salan e em jê vedixwin lê carekê jî em pê nexweş neketine. Pirsgirêka wê ew e ku hinek kêm diherike, yanî ji derveyî wê tu pirsgirêkên wê yê din tune ne. Li vê newalê, bi dehan kanî hebûn lê bi demê re zuha bûn."
“Çiyayê Kizwanan bi kaniyên xwe tê naskirin”
Ayîşa bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Çiyayê Kizwanan bi deşt, newal û ya herî girîng bi kaniyên avê tê naskirin. Ya herî ku nayê jibîrkirin jî ew e ku darên li dora kaniyan û li ser rêya wê şîn û mezin dibûn. Em bi hesreta rojên berê dijîn û di xeyalên xwe de rojên xweştir diafirînin."