Çîroka serfiraziyê ya Leyla Qasimî ya ku tarîtî veguhert ronahiyê

Leyla Qasimî ya ku di encama qezayeke trafîkê de çavên xwe winda kir, bi alîkariya teknolojiyê û bi îradeya xwe ya xurt astengiyên civakî derbas kir.

NEZÎHE BOSEÎDÎ

Tûnis – Gotina “kêmendam ne tenê fîzîkî ye, ji bo derûnî” jî derbasda re. Leyla Qasimî, çalakvaneke civaka sivîl û endama Komeleya “Îbsar”, piştî windakirina çavên xwe vê têgehê bi awayekî zelal û şênber nîşan da. Wê ne tenê şert û mercên xwe red kir, di heman demê de dîtinê ji nû ve pênase kir û destnîşan kir ku aramiya hundirîn û razîbûn dikare bigihîje astên ku ji bo kesên bedena wan saxlem e lê xwedî biryardariyek kêm in, tiştên negihîştî bin.

Ezmûna windakirina dîtinê û destpêka nû

Leyla Qasimî ezmûna xwe ya dîtinê wiha vegot: "Di sala 2003'yan de min xwendina xwe berdewam dikir û jiyana min wekî jinek normal bû. Piştre min qezayeke trafîkê derbas kir. Piştî demeke dirêj a dermankirinê û gelek emeliyatan ku heta sala 2010'an domiyan, çavên min bi tevahî êdî nedîtin. Ji bo min jiyana nû dest pê kir, ji berê cudatir bû, min hewl da hemû hest û hêmanên li dora xwe bikar bînim da ku fêrî rewşa xwe ya nû bibim."

Leyla Qasimî wiha berdewam kir: “17 salî de çavên min êdî nedîtin. Êşeke mezin e ji bo keçeke di wî temenî de. Tevî şokê, min biryar da vê dijwariyê derbas bikim; min perwerdeya xwe berdewam kir heta karekî ji xwe re dît. Îro bi riya vîdyoyên xwe, ez armanc dikim îsbat bikim ku jiyan tevî kêmasiyên xwe jî xweş e û erênîbûn, biryardarî û berdewamî ji bo  derbaskirina astengiyan girîng in.”

Di destpêka ku xwe bêhêvî û xemgîn hîs kiriye de, bi pirsên wekî "Ev çawa hat serê min? Çima? Çima bi taybetî ez?" re têkoşiyaye. Leyla got ku wê her dem meraq dikir ka ew ê çawa li malê bimîne lê di demek kurt de xwe îqna kiriye, heta îradeya wê hebe, kêmasiya dîtinê ne dawiya dinyayê ye. Ji ber vê yekê wê biryar daye ji wê tarîtiyê derkeve û jiyanê bi awayekî nû bijî.

Jiyana rojane û serxwebûn

Ez niha di Rêveberiya Tenduristiya Herêmî de dixebitim û endama Encumena Pêşxistina Herêmî me. Di demên dawî de, li ser medyaya dîjîtal bandora min zêde bû, afrînereke naverokê me. Ez jiyana normal dijîm; her sibeh şiyar dibim, taştiya xwe amade dikim, cilên xwe li xwe dikim û bêyî tu alîkarî diçim ser kar.”

Dema ku Leyla behsa hûrguliyên nedîtina çavên xwe dikir, wiha got: “Li kolanê wesayîdek li min da û ez bi ser serê xwe de ketim erdê. Ketinê enfeksiyonên korneayê çêkir û rewşa min xirabtir bû ji ber ku tansiyona çavê min heye. Ez bi salan çûm bijîjk û emeliyat bûm, heta ku di 24 saliya xwe de bi çavên min bi tevahî nedîtin."

Astengiya dijwar û stereotîpên civakî

Gelek kes nedîtina çavan bi girêdana tevahî ya bi yên din ve gire didin, nemaze dema ku dor tê ser jinan û berpirsiyariyên tevlihev ên mal, kar û hwd. Lê Leyla Qasimî vê stereotîpê dişkîne. Ew piştrast dike ku jinên kêmendam ên çavên wan nabînin, çi ji jidayikbûnê ve be çi paşê be, îsbat kirine ku bi tevahî dikarin jiyana xwe birêve bibin.

Leyla bawer dike ku kesên ji dayikbûnê ve kor in, xwedî avantaja adaptebûnê ji temenê ciwan ve ne û wiha tîne ziman: “Kesên li dora min tenê alîkariya min dikin ez di medyaya dîjîtal de digerim da ku wêneyên ku ez nabînim zelal bikim. Ji bilî vê, ez roja xwe bi amadekirina taştiya xwe dest pê dikim. Dûre ez diçim karê xwe. Ez bi tevahî xwe dispêrim smartphoneya xwe ku bûye çavê min ê duyemîn. Ez wê bikar tînim da ku tişt û rengan nas bikim û ew rêbera min a sereke ye dema ku ez cil û bergan li xwe dikim.”

Tenêtî ne vebijarkek e. Înternet û teknolojiya nûjen ji bo kesên kêmendam ên dîtinê yên li çar aliyên cîhanê deriyên nû ji bo serxwebûnê vekirine. Leyla Qasimî piştrast dike ku teknolojiya îro tarîtiya rê ronî dike; riyan nexşe dike û rêwerzan bi rastî diyar dike. Wekî din, nûjeniyên şoreşger ên wekî çavikên jîr, saetên dîjîtal û qamîşên jîr derketine holê ku wan vediguherînin çavên teknolojîk ên azadiya tevgerê dibînin û peyda dikin.

Veguherandina teknolojiyê ji bo platforma guhertinê

Têkiliya Leyla Qasimî bi teknolojiyê re ne tenê bi hêsankirina jiyana wê ya rojane ve sînordar bû; wê bi afirandina naverokeke watedar ku mirovên kêmendam ên dîtinê îlham dide û wan teşwîq dike ku xwe biguherînin û berdewam bikin, teknolojiyê veguherand platformek ji bo guhertinê.

Leyla dibêje: “Motîvasyona min a sereke ji bo ketina vê dinyayê ew bû ku ez stereotîpên civakî hilweşînim; min dixwest her kes fêm bike ku em hemû mirovên pir asayî ne, dikarin bidin û bistînin, mîna her kesê.”

Berxwedan û sernavê “çêkera hêviyê”

Di destpêkê de, ez ji hinek şopînerên xwe rastî berxwedanê hatim û ji ber nebûna hişmendiya wan a li ser vê yekê ku tevgerên wiha çiqas zirardar in li hemberî mirovên kêmendam, rastî çewisandin û tinazan hatim. Tevî vê yekê, salek ji berdewamî û hewldanê dikaribû vê stereotîpê biguherîne. Ez dikaribûm raya giştî razî bikim ku nedîtina çavan, pirsgirêkek tenduristiyê ye dibe ku were serê her kesê û min ev serkeftin wekî çavkaniyeke enerjiya erênî tacîdar kir, sernavê 'Çêkerê Hêviyê' bi dest xist.

Peyama Leyla û xebatên civaka sivîl

Leyla vê peyamê dide şopîneran: “Ji xwe hez bikin ji ber ku yên li dora we dê ji we hez bikin. Qabiliyetên xwe û tiştên ku hûn dikarin bikin kifş bikin. Tiştekî di hundurê xwe de biafirînin ku dikare tiştan biguherîne, sibê hûn dikarin civakê biguherînin.”

Leyla Qasimî, weke endameke çalak a Komeleya Îbsar, tekez kir ku ew li ser mijarên medyayê û hişyariyê disekine. Da zanîn ku ji bo civakê rast agahdar bike. Her wiha komeleyê weke ‘malbata xwe ya duyemîn’ ku di derbaskirina astengiyan de piştgirî daye wê bi nav kir û wiha  bi dawî kir: “Ev gav ji bihêzkirina aborî jî girîngtir e. Gotina “Masiyek nede min, min fêrî girtina masiyan bike” tam jî vê rewşê vedibije.