Çîroka Merwa û Fitême: Xebat û karsazî pêşiya pêşdaraziyên civakî digirin
Li Parêzgeha Sîdî Bozeyd a Tûnisê, jinên ku ji tundiya navmalî reviyane û bi stîgmaya berdanê re rûbirû man, dest ji têkoşînê bernedan. Merwa û Fitême bi projeyên xwe yên biçûk çerxa tundiyê şikênandin û nîşan dan ku berdan ne dawî ye, destpêka jiyaneke.
ÎXLAS EL-HEMRONÎ
Tûnis – Li deverên gundewarî yên Parêzgeha Sîdî Bozeyd, êşa hin jinan bi revîna wan ji tundiya navmalî bi dawî nabe. Ew xwe bi dijwariyek nû re rûbirû dibînin. Rûbirûbûna bi nêrînek civakî ku hê jî berdanê bi stîgmayê ve girêdide, ne ku wê wekî destpêka beşek nû bibîne digre dest. Li gel giranî û dijwariya zextên civakî û aborî, hin jinên ku ji aliyê hevjînên xwe ve hatine berdan tercîh kirine ku ezmûnên xwe yên bi êş veguherînin xalek destpêkê. Bi rêya projeyên biçûk û însiyatîfên takekesî ku wan hiştiye ku serxwebûna darayî û hestyarî bi dest bixin. Ew nîşan didin ku berdan ne dawiya rê ye, lê destpêka vegerandina rûmetê û avakirina pêşerojek cûda ye.
Projeyek biçûk deriyek hêviyê vedike
Li gundekî li navçeya Muitemediyet El-Reqab a Parêzgeha Sîdî Bozeyd, ji bo Merwa Cebllî berdana jinan ne dawiya çîrokek bi êş bû. Destpêka rêwîtiyek dirêj bû ku wê piştî salên tundî û zexta civakî ji bo xwe û sê zarokên xwe kir. Ji bo ku jiyana xwe vegerîne û pêşerojek aramtir ji bo xwe û sê zarokên xwe ava bike. Merwa Cebellî, zêdetirî pênc sal berê ji hevjînê xwe veqetiya. Merwa, got ku nêrîn û pêşdaraziyên civakî wekî jinek berdayî wê şopandiye û wiha domand: “Her kes li tevger û kiryarên min temaşe dikir û her cara ku ez ji bo lênêrîna zarokên xwe an lêgerîna derfetek kar derdiketim derve, min gelek şîrove dibihîst, heta ku min hîs kir ku peyva ‘berdayî’ li pêşiya navê min e.”
Wê rave kir ku nêrînên civakî yên li dora veqetîna wê, di destpêkê de hişt ku ew xwe îzole bike û ji rûbirûbûna bi yên din bitirse û wiha pê de çû: “Lê belê, bi demê re min fêm kir ku devjêberdan dê rastiyê neguherîne û divê ez bi xwe rêya xwe biafirînim. Ji ber vê yekê, min hilbijart ku dest bi projeyek nû ya di warê hunerên kevneşopî û şîraniyên malê de bikim.”
Bi demê re, xerîdarên wê berfireh bûne
Merwa ragihand ku bi hilberîna mîqdarên biçûk a ji mala xwe dest pê kiriye û pişt re beşdarî qursên perwerdehiyê bûye. Merwa da zanîn ku ev qurs ji wê re bûne alîkar da ku jêhatîyên xwe pêşve bibe û kalîteya hilberên xwe baştir bike. Bi demê re, xerîdarên wê berfireh bûne û got ku “Min dest pê kir ku ji derfetên cûrbecûr sûd werbigirim da ku karê xwe pêşve bibim.”
Merwa di berdewamiya nirxandinên xwe de piştrast dike ku projeya wê xalek werçerxê di jiyana wê de nîşan daye û baweriya wê bi xwe vegerandiye û hestek şiyan û serxwebûnê daye wê. Wiha bilêv kir: “Piştî ku ji darizandin û şîroveyên yên din tirsiyam, ez bêtir li ser pêşxistina karsaziya xwe sekinîm, piştî ku min serkeftina xwe îspat kir, rexneyên destpêkê yên ku ez pê re rûbirû dimam veguherî îfadeyên teqdîr û teşwîqê.”
‘Ne tenê rewşa min, zarokên min jî guherî’
Merwa anî ziman ku veguherîna wê ji jineke berdayî ya ku bi qelsî û astengiyên civakî re rûbirû maye ya bo jineke serbixwe û xwebawer, bandor li ser zarokên wê jî kiriye û encamên van hewldanên xwe wiha vegot: “Ne tenê rewşa min, zarokên min jî guherî. Ew ji bo jiyanê vekirîtir û bi coştir bûn. Ez teşwîq kirim ku projeya xwe bidomînim û bi destkeftiyên xwe serbilind bim. Têkiliya min bi wan re nêzîktir û germtir bûye, ji dema ku zextên psîkolojîk ên ku berê rê li ber min digirtin ku hestên xwe yên li hember wan diyar bikim, derbas kir.”
Merwa Ceballî bawer dike ku serxwebûna aborî faktora herî girîng bû di guhertina rêya jiyana wê de. Merwa got ku vê serxwebûnê hêz daye wê ku biryarên xwe bi azadî bide û hesta rûmet û baweriya wê vegerandiye. Ew tekez dike dema ku jin xwedî îrade bin û normên civakî yên ku pêşeroja wan diyar dikin red bikin ew dikarin zehmetiyan derbas bikin. Merwa Ceballî ezmûna xwe bi gotina “berdana jinan ne dawiya jiyana min bû; berovajî vê, ji bo min û zarokên min ew destpêka qonaxek ewletir û bi rûmettir bû. Nexasim, piştî ku min karîbû çerxa tundiyê bişkînim û êşa xwe veguherînim projeyek nû û derfetek nû ji bo jiyanê.”
Destpêka pêvajoyeke nû
Fitême Abdellî jî ezmûnek wisa derbas kir, berî ku di karsaziya xwe de rêyek ji bo ji nû ve avakirina jiyana xwe, bidestxistina serxwebûnê û zêdekirina baweriya xwe bibîne, bi stîgmaya civakî ya li dijî jinên berdayî re rûbirû maye. Fitême ragihand ku zewaca wê ezmûnek dijwar bû ku bi îstîsmara laşî û psîkolojîk ve hatiye nîşankirin û wiha pê de çû: “Hevjînê min bi berdewamî êrîşî min dikir û heta gihîşt wê astê ku wî bi şûşeyek cam li serê min xist. Heya îro jî ez ji bandorên wê birîndariyê dikşînim. Biryara berdanê, tevî dijwarbûna wê, destpêka rêyek nû bû, lê ew bê dijwarî nebû. Min xwe bi şert û mercên jiyanê yên dijwar re rûbirû dît. Ji bilî darizandinên civakî yên ku jinên berdayî dişopînin. Ez bi tena serê xwe, bêyî piştgiriya malbatê, bi vê qonaxê re rûbirû mam. Bi giranî min xwe spart hêz, baweriya xwe ya bi şiyana xwe ya derbaskirina vê ceribandinê.”
Fitême Abdellî diyar kir ku piştre biryar da ku êşa xwe veguherîne hêzek herikbar û dînamîk û ev tişt gotin: “Ji ber vê yekê min dest pê kir ku di hêla aborî ve xweser bim. Min di destpêkê de projeyeke biçûk a firotina nan da destpêkirin, piştre çalakiya xwe bi vekirina dikanekê bipêş xist, berî ku ez derbasî bazirganiya plastîkan bibim.”
Fitême Abdallî bawer dike ku kar di jiyana wê de xalek werçerxê ya rastîn bûye. Fitême wiha domand: “Serxwebûn û baweriya min a bi min, bihêztir kir. Her wiha rê da min ku karûbarên xwe bêyî ku xwe bispêrim derdorê, birêve bibim. Ji ber vê sedemê, ez jinan teşwîq dikim ku serxwebûna xwe ava bikin û pêşeroja xwe bi hebûna kesekî din ve girênedin.”
‘Zextên civakî veguherînin motîvasyona serkeftinê’
Fitême Abdallî da zanîn ku berî berdanê, kesayetiyek wê ya qels hebûye û wiha domand: “Ez bêyî ku bikaribim xwe biparêzim, min li hember şerm û tundiyê liberxwe da. Lê vê ezmûnê ez bi awayekî radîkal guherandim. Ez bihêztir û bi xwe bawertir bûm û êdî bala xwe nadim tiştên ku yên din dibêjin. Ji ber ku ez niha baweriya xwe bi şiyanên xwe û mafê xwe yê jiyana bi rûmet tînim.”
Fitême peyamek ji jinan re şand û ji wan xwest ku zextên civakî veguherînin motîvasyona serkeftinê û nehêlin ku pêşdarazî an ramanên din rêya jiyana wan diyar bikin. Fitême tekez kir ku hêza jinê bi baweriya wê ya bi xwe û şiyana wê ya xwebaweriyê dest pê dike. Bi piştrastkirina ku jinberdan ne dawiya ezmûna Fitême bû, xalek destpêkê ji bo kesayetiyek nû bû. Piştî ku di parastina xwe de zehmetî jiyan kir, ew niha dikare bi awayekî ewle û bê tirs li hember niheqiyên rûbirû bibe, mafên xwe bixwaze û rûmeta xwe biparêze.